Tuesday, June 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe

23/06/2025
in JIN
A A
Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Koordînasyona hevbendiya NADA Bûşra Elî diyarkir ku Ji bo jiyaneke wekhev û parastina mafê jin Hevbendiya NADA bi kar û xebatên xwe ji bo  yekîtiya  jinan li Rojhilata Navîn  şoreşa demokratik li dardixe. Û got” Şoreşeke ku bingeha xebata wê siyasî û fikrî  wê mejiyê mêraniyê ji holê rake û wê jin bi ked û xebata xwe mafê xwe yê jiyanê bi dest bixe.

Di demeke ku li Rojhilata Navîn şer û krizên siyasî kurttir dibû, ji bo parastina mafê jinan di nava şer û kirîzan de were parastin, pêwîstî bi damezrandina hevbendek neteweyî ya demokratîk ya jinan hat dîtin. Ev yek jî li ser xwestekê civakî ya jinan hat çêkirin. Da ku civakek demokratîk, azad, aşîtiyane û dadperwerî were avakirin. Herwiha jin di cihê herî navdar de bibe xwedî roleke girîng.

Koordînasyona Hevbendiya NADA Buşra Elî li ser damezrandina hevbendiyê kar û xebatê wê, ji rojnameya me re axivî.

‘Ji bo parastina mafê jinan pêwîstî bi hevbendiyê hebû’

Bûşra Elî got ku: Yekemîn  Kongreya  jinên Rojhilata Navîn di sala 2013’an de li Amedê hat lidarxistin. Diwî Kongreyê de ji bo pêşxistina kar û xebatê jina yên heremî û parastina mafê wî û biryara kordînasyona heremî a jinan hat standin.Û wiha domand”   Di destpêka avakirina hevbendiyê ji ber şer û kirîzên derketin holê, koordînasyon bi awayekî domdarî kar nekir û di encamê de sarbûnek kete navbera têkilên jinan. Lê bi hewlên ‘Komela Jinên Jîn’ ku bi kar û xebatên xwe yên bê hempa ya 2013`an, koordînasyona me ji nû ve hat xebitandin, ku di Havîna sala 2021’an de di Konfaransa duyem a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê li Beyrutê hate lidarxistin. Di wê konfransê de pêwîstî bi damezrandina Hevbendiya Neda hat dîtin.”

`Divê jin di hemû qadan de xwedî maf be`

Buşra diyar kir ku wan bi silogana “Bi Yekîtîya Jinan Şoreşa Demokratik wê were pêkanîn” rêyeke nû ji bo parastina mafê jinan û jiyaneke wek hev dest bi kar û xebatên xwe kir û armanca wan ya sereke ew e ku, jin di civakê de bibe xwedî roleke girîng û ji mafê xwe yê hemû qadên civakê de bê par nemîn e. Hevbendê li ser van benda hat damezrandin, belgeya çarçoveyî, Sistema hundirîn ya taybetî piştî erkdarkirina sekretêra giştî ya hevbendiyê dest bi şopandinê kir, bi rêya kampanyayên herêmî û çalakiyên zindî kar û xebat bi pêş ve çû. armanc jê ew e ku jin jî di hemû qadên xebatê  de cihê xwe bigire, heman demê de  ji bo xurtkirina fikir û pêşxistina karê jinan, hevbenda NADA bi rêya semîneran perwerdeyan dide endamên xwe,”

Li hember zehmetiyan, piştgirî û serkeftin

Bûşra Elî diyarkir ku: Hevbendiya NADA bêguman serdana xwe ya xweser li herêmê kir û li hember şer û siyaseta mejiyê baviksalarî yên ku dijî mafên jinan ne, şermezarkirin. Hevbendiyê di piştgiriya xwe ya di parastina mafên jinan li Iraqê, Sûriyê, Lubnanê, Kurdistanê, Filistînê, Yêmenê, Tûnisê, Misirê, Sudanê, Lîbiyê, Îranê û Afganistanê hatiye berbiçavkirin. Herwiha piştgirî da şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ew mînaka jinên azad yên cîhan wesif kir.

Jinên hevbendiyê ji welatên cuda di riya wênekêşiyê û raporên niviskî binpêkirinên ku li dijî jinan tê kirin bi taybetî li deverên ku şer lê heye, belgekirin û ji bo rêxistinên parastina mafê jinan yên Dewletên Navneteweyî, hat şandin. Lewra Hevbendiya Neda komîteyeke jin ji bo ewlehiyê û aşîtiyê û belgekirina hemû cureyên tundiya dijî jinan, ava kir.  tevlî hemû kar û xebatên jinan, hê jî rê dirêje ne tenê ji bo Hevbendiya Neda ji bo hemû rêxistinên xweser yên ku di herêmê de dixebitin. Lewra şer û kirîza heyî careke din siyaseta mejiyê mêranî pêş dixe, ev jî xeteriyeke mezin li ser destkeftiyên jinan dide ava kirin. ”

Kongreya yekê ya Hevbenda NADA

Kongreya yekê ya Hevbendiya NADA ku piştî demezrandina wê hat lidarxistin. Li ser bandora siyaseta ku li ser jinan tê meşandin, hat nîqaş kirin. Bi taybetî hevbendiyê girîngî da şerê taybet ku li ser jinê tê meşandin hem bi awayekî hişk li ser laşên jinan mîna jinên Efganistanê, Sûdan û Yemenê, hem jî bi rêbazê siyaseta kapîtalîst siyaseta ku li Rojhilatê Kurdistanê (Îran) û Tirkiyê tê meşandin, mijareke girîng ji bo hevbendiyê bû. Lewra wê ev yek mîna qirkirina yekîtiya jinan û pêşxistina mejiyê mêraniyê pênasekir. Herwiha di kongireyê de rola jinan ya di parastina ziman, çand û hunera civakê ya bi sedê sala hat pêşkêşkirin. Bi taybetî li ser rastiya jinên Kurd yê ku li Başûrê Kurdistanê de dijîn.  Rola hevbendiyê di avakirina yekîtiya jinan pir girîng û pêwîst e, lewra ew piştgiriya hemû rêxistinên xweser û yekîtiya jinan dike. Da ku di şerê cîhanê yê sêyem de jin jî bibin xwedî lidarxistina şoreşeke demokratîk. Bi taybetî piştî pêşniyara ku di  şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi pêşengiya jinan were lidarxistin.”

‘Peyamên girîng yên Kongreya NADA‘

Bûşra Elî got ku ji aliyê beşdaran ve Kongreyê  gelek peyam û birayarên girîng derxist. Di nav wan biryaran de nûkirina hevbendiyê ya ji bo pêşxistina herêmê û girîngiya perwerdekirina endamê xwe biryar girt. Herwiha belgekirina Konfederaliya Jinên Demokratîk yê Cîhanî, û Şoreşa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke du bendê bingehîn hatin destîşankirin. Hevbendiyê piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya “Aştî û Civaka Demokratîk”. Herwiha ji bo pirsgirêk û tundiya li ser jinên Êzîdî ku tê meşandin , wê kar û xebat werin pêşxistin. Kongereyê girîngî da avakirina komîteyeke rojemevanî ya xweser azad da ku bibe dengê hemû jinên bindest.”

Koordînasyona Hevbendiya Neda Buşra Elî wiha axaftina xwe bidawî kir: “Îsrara jinan ya ji bo jiyaneke wekhev û aşîtiyane di kongireyê de hat diyar kirin. Jixwe ji destpêk ve armanca Hevbendiya NADA ev yek bû ku jin ji bo parastina mafê xwe li ber xwe bide û derfetê nede ti kesî û di riya azadiya wê xwe bibe kelem. Lewra yê ku nifşê nû ava dike jin e.”

Post Views: 84
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist
NÛÇE

Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê ya Qamişlo li dar xist

23/06/2025
Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe
JIN

Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe

23/06/2025
3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket
JIN

3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket

23/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
ÇAND Û HUNER

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

23/06/2025
‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.