Esma Mistefa/Qamişlo
Li Peytexta Kurdistanê Amedê 3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi dirûşmeya “Bi yekîtiya jinên Kurd, ber bi yekîtiya neteweyî ve” li dar ket. Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Devrîn Demîr da zanîn ku armanc ew e ku jinên Kurd li ser yek xetê têkoşîna hevpar a jinan bidin meşandin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi dirûşma; “Bi yekîtiya jinên Kurd, ber bi yekîtiya neteweyî ve” 3’emîn Konferansa Platforma Jinên Kurd li dar ket û 2 rojan berdewam kir. Konferans li avahiya Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) li dar ket, ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin bi kincên xwe yên herêmî beşdarî konferansê bûn.
Di konferans nirxandin û mijarên girîng yên girêdayî jin û pêvajoyê pêş ketin her wiha di roja yekemîn de xebatên kargehan hatin avakirin û di roja duyemîn de li ser wan kargehan nîqaş hatin kirin. Kargeh jî ev bûn:
Kargeha Hozan Mizgîn – Di parastina çanda kurdî de rol û mîsyona jinê
Kargeha Şîrîn Elemhûlî – Di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de rol û mîsyona jinê
Kargeha Ferda Cemîloglû – Di avakirina aşîtî û civaka demokratîk de rol û mîsyona jinê
Kargeha Jîna Amînî – Li hemberî her cureyê tundî û qirkirina li ser jinê rêbazên têkoşînê
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezim ya Mêrdînê, her wiha Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Devrîm Demîr ji Rojnameya me re axivî û wiha got: “Blatforma Yekîtiya Jinên Kurd ev bû du car in tê lidarxistin, cara yekemîn di 2017’an de hat pêkanîn. Bi rastî du roj bi nîqaş, mijar û tevlêbûnên gelek girîng û hêja hatin derbaskirin. Di vir de gelek mijarên girêdayî jin, pirsgirêkên ku tê re derbas dibe, her wiha tundiya ku tê pîk anîn, hatin nîqaşkirin. Di heman demê de mijarên girêdayî gelê Ku, siyaset û polîtîkeyên qedexekirina ziman û çanda gelê Kurd bûn rojeva nîqaşên jinên amede bûne”.
Armanc li ser yek xetê têkoşîna hevpar a jinan e
Devrîm bal kişand ser armanca ji konferansê û wiha got: “Di esas de ji destpêkê de armanca vê blatformê ku
hemû jinên Kurd yên li çar perçeyên Kurdistanê dijîn, yên bawerî û pêkhateyên cuda, partî û kesayetên serbixwe li ku dibin bila bibin, lê di encam de xemeke wan a hevpar heye; ew jî dijîtiya li ser Kurdan û nasnameya Kurdîtiyê ye. Bi vê armancê me xwest civandina van jinan bikin û xeteke hevpar a têkoşînê di nav wan de ava bike. bi vê armancê em hatin gel hev. Dibe ku heyanî niha bi awayekî çalak ev xebat nehatibe berdewamkirin û rol û misyona xwe bi cih neanîbe, rûxmî ku du konferansên berê hatibûn li darxistin lê di hin aliyan de bi awayekî çalak nebû, li ser wê esasê di van du rojan de rexnedayîna vê yekê jî hat dayîn”.
‘Divê jinên Kurd di asta netewî de pêşengtiyê bikin’
Devrîm wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hemû nîqaş, nirxandin û encama kargehên ku hatine orgenîzekirin de, derket holê ku divê jina Kurd di yekîtiya netewî de bibe xwedî roleke girîng û pêşengtiya wê bike, her çendî di nava jinên Kurd de ev yek tê meşandin lê divê di asta netewî de jî pêşengtiyê bikin. ya duyemîn; Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji Rêber Apo ve hatiye destpêkirin hat nîqaşkirin û ji xalên sereke yên ku muhra xwe li vê konferansê xistiye bû”.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezim ya Mêrdînê Devîn Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê jinên Kurd bibin pêşeng û hilgirên vê pêvaoyê, her wiha di avakirina modêla jiyaneke nû de bibin pêşeng. Li ser meseleyên polîtîkayên li ser Kurdan, qirkirina çandî, ziman, siyasetên li ser jin, polîtîkeyên tundiyê yên li ser jin de têne meşandin. Jin bibin xwedî insyatîf û li hember van polîtîkeyan bibin bend û hêza çareseriyê”.






