Birûc Resûl/Qamişlo
Di Konferansa 6`an a Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ku di 20’ê Pûşperê hat lidarxistin, Yûsif Kûtî û Feyrûz Hemîd Reşik wekî hevserokên yekîtiyê hatin hilbijartin.
Di 20`ê Pûşpera 2025`an de konferansa 6`an a Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ku bi dirûşmeya “Rewşenbîr dengê civaka azad û demokratîk e” hat li dar xistin. Her wiha di konferansê de desteya rêveber ji 7 kesan û Yûsif Kûtî û Feyrûz Reşik ji bo hevserokatiya yekîtiyê hatin hilbijartin. Niha jî em ê di navereokê de ji were bidin nasîn ku hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê yên nû; Yûsif Kûtî û Feyrûz Hemîd Reşik kî ne.
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yûsif Kûtî ji Rojnameya me re diyar kir ku ew ê gavên mezintir bavêjin û xwedî li erka xwe dekevin û wiha got: “Wek tê zanîn ku konferansa 6`an a Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê hat li dar xistin, li wir ez hatim hilbijartin ji bo karê hevserokatiyê, ev ji bo min cihê serfiraziyê ye. Belê di konferansê de gelek nîqaşên girêdayî kar û xebatên yekîtiyê hat kirin, bê guman ku em çawa karibin kar û xebatên rewşenbîran li pêş bixin û asta wan hîn zêdetir bidin xurtkirin, di heman demê de ku em çawa bihêlin rewşenbîr xwe dinava şoreşê de bide nasîn û bi erk be. Her wiha pêwîst e em gavên ji wiha mezintir bavêjin, pêwîst e têkiliyên me yên derve xurtir bibin û sînordar nemîne.”
Yûsif Kûtî kî ye?
Yûsif Kûtî di sala 1967`an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Navê dayikê Emîne, navê bav jî Saed e. Her wiha di sala 1984`an de naskirina wî ya Tevgera Azadiyê cêbû û di dîroka 1985‘an de kar û xebat di Tevgerê deye meşandin. Di damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD 2003‘an de wek endamê di nav de cih girt. Di hema demê de di sala 2008‘an di Partiya Yekîtiya Demokratîk de PYD de karê rêvebertiyê li bajarê Qamişlo û gundewarên wê de daye meşandin. Di sala 2008‘an de derbasî Lubnanê bû û li wir jî kar û xebat dan meşandin. Bi hatina Şoreşa Rojava di sala 2011‘an de vegera wî ya li Rojava çêbû. Di salal 2013‘an de Akademiya Nûrî Dêrsimî hat damezrandin, di akadimiyê de jî kar û xebat da meşandin. Her wiha di hundirê Akademiya Şehîd Lûqman de ji sala 2014‘ heya 2016‘an Endamê Komîteya biruşoran. Di heman salê de li kêleka karê ku di komîteya biroşûran de dikir, cihê xwe di nav Rêveberiya Komîteya ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ya bajarê Qamişlo de cihê xwe digrt û Rêveberê Ofîsa Perwerdeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di TEV-DEM de kar kiriye. Piştre jî derbasî qada Şehîd Ezîz bû ji bo avakirina meclis, sazî û komînên wan bajaran wek Til Hemîs, Til Birak û hwd. Di sala 2018‘an de derbasî Yekîtiya Kedkaran jî bûye di heman demê de li ser kar û xebatên perwerdeyê heya sala 2024‘an rawestiya. Her wiha di vê dawiyê de di nav Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê wek hevserok hatiye pejrandin.
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Feyrûz Hemîd Reşik da zanîn ku ew pir kêfxwşe bi vî erkî û ew ê gevên herî mezin bavêje ku baweriya hevalên wê hilbijartin ji bo hevserokatiyê vala dernexe û got: “Em ê hewledanên pir mezin bidin ku kar û xebatên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi awayekî hîn zêdetitr serkeftî be.”
Feyrûz Hemîd Reşik kî ye?
Feyrûz Hemîd Reşik di sala 1973‘an de ji dayik bûye. Dibistana seretayî xwendiye. Mamosteyê wê yê yekem bavê wê bû yê bi navê Hemîd Ehmed Reşk. Ku xwediyê bawernameya zimanê Erebî ye. Feyrûz zewiciye û xwediya 5 zarokan ne. Malbata wê koçî bajarê Hesekê kir, li wir wê xwendina xwe temam kir. Wê di fakulteya Zimanê Erebî de xwend û di pola xwe de di rêza yekem de cih girt. Di 18 saliya xwe de helbest nivîsandiye. Nivîsên wê hatine weşandin. Heya vê demê sê berhemên Feyrûz Hemîd Reşik hene. Her wiha 2 berhemên wê li ber çapkirinê ne. Her wiha berhema wê ya kurteçîrokan di sala 2025‘an de li bajarê Qamişlo hat xelat kirin. Di sala 2023‘an de ji aliyê Desteya Çandê ya Kntona Reqayê car din xelat wergirtiye. Her wiha hin berhemên wê jî bi zimanên cûda hatine wergerandin, di gelek kovar malperan de berhemên wê hatine weşanidn. Her wiha demekê ew di Yekîtiya Nivîskarên Kurd de wek Serok cih girtiye. Wek endama Yekîtiya Rewşenbîran li Kantona Cezîrê de jî kar kiriye. Di fistîvala 3‘yan a Wêje û Hunera jin wek komîteya amadekar cih girtiye. Ji sala 2021‘an ve wek rojnemavan di Navenda Nûçeya Ronahî TV kar dike.