Monday, June 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
in JIN
A A
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Di 23’ê Pûşpera sala 2020’an de, balafireke dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane maleke sivîlan li gundê Helincê yê başûrê bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encama êrîşê de, xwediya malê ya 55 salî Emîne Weysî û her du endamên koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Xelîl şehîd bûn.

Piştî destpêkirina kirêza Sûriyê û destpêkirina Şoreşa Rojava, dewleta Tirk a dagirker herdem hewil da ku gelê kurd qir bike. Ji ber ku jinan pêşengiya şoreşa Rojava kirin, dewleta Tirk herî zêde jinên pêşeng dikir armanca êrişên xwe.

Armancgirtina kesayetiya jina azad

Di şoreşa 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîbûn roleke pêşeng, di rêxistinkirin û rizgarkirina jinan ji zincîrên koletiyê, bilîzin. Herwiha rola jin di civakê de çalak bû û heta ku ew ji bo jinên cîhanê bû modelek. Dagirkeriya Tirk projeya wan a demokratîk û azad wekî gefek li ser rejîma xwe ya faşîst didît û ji hêza wan ditirsya.

Lê tevî kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk, Civaka Navneteweyî bêdeng dima û xwe ger dikir. Vê bêdengiyê jî rê dida dewleta Tirk ku êrişên xwe dewam bike.

Piştî  destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Efrîn di 20’ ê Çileya sala 2018’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi taybetî jinan hedef digirin. Herwiha di sala 2019’ an de, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef hat hedefgirin û bi awayekî hovane hat şehîdxistin.

Di çarçoveya êrişên hovane yên li dijî jinên pêşeng de, dewleta Tirk a dagirker di berêvara 23’ê Pûşpera sala 2020’an de,bi awayekî hovane maleke sivîlan li gundê Helincê yê başûrê bajarê Kobanê bombebaran kirin. Di encama êrîşê de, xwediya malê ya 55 salî Emîne Weysî û her du endamên koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Xelîl şehîd bûn.

Nav û nasnameya jinên ku di komkujiya Helincê de şehîd bûne wiha ne: Hebûn Xelîl, Zehra Berkel û Emîne Weyîs.

Kurte jiyan û xebata şehîd Hebûn Xelîl

Hebûn Xelîl, navê wê yê rast Badiya ye û 39 salî ye, ew ji gundê Benderê yê Rojavayê bajarê Kobanê ye. Herwiha ew dinav malbateke ku ji 9 bira û 12 jinên ciwan pêk tê. Hebûn Xelîl di malbateke walatpêrêze de, ku bi fikir û ramanên Rêber Apo ve girêdayî mezin bûye. Wê heta refa heştan li dibistana gundê Bendarê xwendiye. Lê ji ber rewşa aborî ya dijwar a malbata xwe nekarî xwendina xwe temam bike. Wê di çandiniyê de dixebitî da ku alîkariya malbata xwe bike, ku xwişkên xwe xwedî bike. Jina Kurd Hebûn Xelîl ji hêla raman û felsefeya Rêber Apo ve bandor bû, ew beşdarî qadên têkoşîna jinan bû û di rêxistinkirina jinan de li herêmê pêşeng bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de bi çekên giran êrîşî bajarê Kobanê kirin. Ew tevlî refên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bû. Wê û hevalên xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ ê berxwedanî û têkoşîneke mezin dane meşandin. Wan destan û berxwedanên qehremanî nivîsandin ku ji hêla dîrokê ve hatine tomarkirin. Bi vî rihê berxwedanê, ew karîn çeteyên DAIŞ’ê bişkînin, ku cîhan nikarîbû wan têk bibe. Bi berxwedana xwe, wê karîn bingeha avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk biafirîne. Piştî salên ji berxwedaniyê di 23’ Pûşpera sala 2022’an de, ji aliyê êrîşeke dewleta Tirk a dagirker li gundê Helincê yê başûrê bajarê Kobanê şehîd bû.

Kurte jiyan û xebata şehîd Zehra Berkel

Zehra Berkel jinek e ne wek jinên din, lê belê agirê berxwedanê ye. Wê di sala 2013’an de wek çalakvaneke siyasî dixebitî. Zehra Berkel di sala 1987’an de li bajarê Kobanî di malbateke welatparêz de ku baweriya wan bi doza Kurd hebû, ji dayik bûye. Ew bi eslê xwe ji gundê Berx Batan ê li Başûrê bajarê Kobanê ye, ji malbateke ji çar bira û pênc xwişkan pêk tê. Wê li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûq du salan xwendin, lê ji ber serhildana Sûriyê ya ku di sala 2011’an de dest pê kir, Zehra Berkel nekarî xwendina xwe berdewam bike. Piştre tevlî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû û mohra xwe li Şoreşa Rojava û têkoşîna jinê zêde kir. Herwiha di sala 2013’an de, Zehra Berkel demek kurt li Mala Jin kar dikir û piştire di Heyva Sor a Kurd jî kar kir. Piştî wê, ew li Ofîsa Meclîsa Gel a li bajarê Kobanê kar  xebat birêvebirin .Di heman demê de, piştî demekê ji wergirtina Dîwana Meclîsa Gel ji aliyê Zehra Berkel ve, wê wek hevseroka Şaredariyên Gel li bajarê Kobanê kar kir. Zehra Berkel wêneyekî jineke azad û dadperwer pêşkêş kir. Ji ber ku ew jineke têkoşer bû, di sala 2018’an de endametiya Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê lê hat dayîn, ew bi rûmet hat rûmetdarkirin. Roleke pêşeng di rêxistinkirin û pêşxistina rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst. Piştî salan ji têkoşînê, çalakvana Kurd Zahra Berkel ji aliyê êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker, li gundê Helincê yê bajarê Kobanê şehîd bû.

Kurte jiyan û xebata şehîd Emîna Weyîs

Emîne Weysî di sala 1965’an de li gundê Halincê yê başûrê bajarê Kobanî, ji dayîk bûye. Herwiha dayîka pênc zarokan e, du keç û sê kuran e. Ew ji bo doza Kurd gelek xebat dane meşandin. Herwiha ew bi kesayetiya xwe ya welatparêz û hezkirina wê ji doza xwe dihat naskirin. Ji bo doza Kurdî gelek kar û xebat dane meşandin. Zarokên xwe li ser fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan mezin kirin, rihê têkoşîn û berxwedanê ji bo doza Kurd di zarokên xwe de çand.

Bi boneya pêncemîn salvegera komkujiya Helincê, endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Lûcîn Salê ji Rojnameya me re axivî.

‘23’ê Pûşperê ji bajarê Kobanê rojeke tarî ye’

Lûcîn Salê da zanîn ku 23’ê Pûşperê ji bo bajarê Kobanî rojek tarî ye û wiha got:“Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Pûşpera sala 2022’an de li gungê Helincê yê bajarê Kobanê maleke sivîl bombebaran kir. Di encama êrîşê de, xwediya malê Emîne Weysî û her du rêhevalên me şehîd bûn. Herwiha rêhevalên me yên jin Zehra Barkal û Hebûn Mela Xelîl di pirsgirêka jinan de di civakê de roleke girîng dilîstin.Wan hewl didan jinan birêxistin bikin û ji zincîrên civaka mêran a kevnar rizgar bikin. Bi giyanê xwe yê çalak û fedakar, wan şopek dîrokî li herêmê hiştin û têkoşîna xwe kirin sembola serkeftin û aştiyê ji bo tevahî jinên herêmê.”

‘Em ê li ser şopa şehîdan têkoşînê berdewam bikin’

Endama Koordînasyona Kongra Star ya kantona Firatê Lûcîn Salê soza xwe ya berdewamiya li ser rêya şehîdan nû kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Di salvegera pêncemîn a komkujiya Helincê de, em soza xwe li ser riya şervanên jin yên leheng berdewamdikin. Herwiha em ê li ser riya şehîdan berxwedanî û têkoşînê berdewambikin.”

Di 23’ Pûşpera sala 2022’ an de sê jinên çalakvan û şoreşger di komkujiya Halincê ya li bajarê Kobanî de hatin kuştin. Mîrateyek dîrokî ji bo hemî jinên têkoşer ku heta ku azadî û demokrasî bi dest bikevin, bişopînin. Şehîdên jin ên ku têkoşîn û rihê xwe yê fedakar ji bo hemû jinên herêmê kirin sembola serkeftin û aştiyê.

23’ ê Hezîrana 2020 an e, êvareke Sêşemê ya bêdeng li bajarê Kobanî. Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl, du nûnerên tevgera jinan Kongra Star, mêvanên mala Amîna Waysî ne. Her sê jin li ser projeyên berdewam ên rêxistina sîwan nîqaş dikin – rizgariya jinan yek ji paradîgmayên navendî yên şoreşa Rojava ye. Li dora saet 7:30ê êvarê, sohbet ji nişka ve bi dawî dibe. Hewşa malê ji aliyê droneke kamîkaze ve tê bombebarankirin. Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Amîna Waysî di cih de tên kuştin.

Ev êrîşa li Helîncê, taxeke li ser Girê Miştenûr li başûrê rojhilatê Kobanî , ku di şerê li dijî DAIŞê de xwedî girîngiyeke stratejîk bû, destpêka fermî ya şerê bêpîlot ê Tirk li dijî herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Bi fermî, ji ber ku Enqerê di dema şerê xwe yê dagirkeriyê de li Serêkaniyê (Ras el-Ayn) û Girê Spî (Tall Ebyad) makîneyên kuştinê yên firîn bi kar anîbûn. Lê “komkujiya Helîncê” destpêka kampanyayeke pir xwînî ya Tirk nîşan da ku heta roja îro jî berdewam dike.

Post Views: 15
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN
HAJMARA PDF

ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN

22/06/2025
Lêgerîna çareseriyê û kongra PKK’ê
QUNCIK NIVÎS

Çêkirina strana azadiyê

22/06/2025
Navenda Pargîn a çand û hunerê
ÇAND Û HUNER

Navenda Pargîn a çand û hunerê

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.