Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`5’emîn Festîvala Mîtan bi hêviya vegera Efrînê hat amadekirin`

14/01/2024
in Uncategorized
A A
`5’emîn Festîvala Mîtan bi hêviya vegera Efrînê hat amadekirin`
Share on FacebookShare on Twitter

Festîvala Mîtan dengê berxwedanê li hember dijmin bilind kiriye. 5’emîn Festîvala Mîtan di roja xwe ya yekemîn de îradeya gelê berxwedêr ji tavahî cîhanê re raber kir û li ser dika şanoyê êş, hezkirin, berxwedanî, zihniyeta desthilatdaran û hêza baweriyê  îfade kir.

Zana Roj/ Şehba

Festîvala Mîtan a 5’emîn bi dirûşmeya `Veger Nêz E, Bi Hêvî Ne` li herêma Şehbayê di dîroka 10 ê heyvê de hat destpêkirin. Ev festival weke yekemîn festîvala şanoyî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pênasekirin. Di nava xwe de mijar û şanogerên derveyî herêma Efrînê dihewêne. Di Mîtan 5 de mêvanên ji Başûrê Kurdistanê Kerkuk, Reqa, Hesekê û Kobanê beşdar bûne. Bi van mijar û pir rengbûna herêm û pêkhateyan Mîtan 5 tavahî sênorên dorpêçê dişkîne û careke din ji cîhanê re îradeya gelê xwedî doz nîşan dide.

Di 11’ê mehê de weke roja yekemîn ya vekirina festîvalê bû û bi rengê şano û hunerî li hola çand û hunerê bi beşdarbûna bi sedan ji gelê herêmê Festîval hat berdan. Têkildarî Festîvala Mîtan 5 emîn Şanoger û yek ji komîteya amedekar ya Mîtan Zêneb Mihemed her wiha şanogerê ku rol di Mîtan 5 de girtiye Mîlad Yehye ji rojnameya me re axivîn.

`Mîtan zayîneke nû bû`

Zêneb destnîşan kir ku ew ji Efrînê de cihê xwe di Mîtan de digire û wiha pê de çû: “Di sala 2014 an de bi avakirina Rêveberiya Xweser re Mîtan yekemîn car li Efrînê hat amedekirin. Mîtan weke ji nû ve ji dayîkbûnê bi zimanê dayîkê şano çêkirin, huner avakirin û derketina li pêşberî gelê xwe hat dîtin. Ew gavên ku hatine avêtin bni hezkirineke mezin di welatekî azad de hatin avêtin. Yekemîn car bêyî tirs em derdikevin ser dike û bi rengê xwe çanda xwe pêşkêşî cîhanê dikin. ji Mîtan 1 de ez cihê xwe weke şanoger tê de digirim, 3 festîvalên Mîtan li Efrînê hatin li dar xistin. ew ji bo me weke şoreşeke çandî û şanogerî dihat dîtin. Her sal bi fikir, mijar û afrîneriyên zengîntir em derdiketin pêşberî gel. Lê mixabin dijmin bi êrîşên xwe Efrîn dagir kir”.

`Bi silogana em diçînin jiyanê em ê jiyanê geş bikin`

Zêneb anî ziman ku bi dagirkeriyê û koçberiyê re hestên nû hatin afirandin û Mîtan bû rengê berxwedanê dest pê kir û wiha got: “Piştî fermana ku li ser Efrînê hatiye rakirin, bê guman em bi jiyaneke zor û zehmet re rû bi rû man. Gotina koçberî bi sere xwe hemû êş û eleman dide îfade kirin. lê weke ku çawa gelê me bi îradeyeke mezin jiyan da avakirin. Festîvala Mîtan jî bi silogana xwe ya fermî `Em Diçînin Jiyan` jiyan ji nû de geş kir û bi Mîtan 4 û 5 derket. Bi vê gavê festîvala Mîtan bi hestên nû derketin pêş û bi rengê berxwedanê hat xemilandin. Li ser vî esasî Mîtan 5 emîn bi hêviya vegera Efrînê hat destpêkirin”.

`Armanca Mîtan di Şehbayê de hate cih`

Zêneb di axaftina xwe de diyar kir ku Mîtan 5 armanca ku di Efrînê de pêk neaniye di koçberî û dorpêçê de anî cih û wiha bi dawî kir: “Armanca ku Mîtan pê hatiye destpêkirin ew bû ku bibe festîvaleke navnetewî û Kurdistanî. Lê bajarê Efrînê ji ber qutbûna wê ji herêmên din re weke cografî di dorpêçê de bû. Niha li herêma Şehbayê Mîtan ew armanc û xeyalên xwe di rewşeke hê zehmetir de pêk anî, ew jî tevlîbûna giropên ji herêmên din e. ku em bikaribin armanca Mîtan ya ku huner, çand û rengê gelan di nava xwe de bihewîne pêk bînin. Bi rastî cudabûna Mîtan 5 ji festîvalên derbasbûyî gelkî cuda ye, me karî rûxmî dorpêçê jî Mîtan bibe festîvala yekemîn ya şano li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê”.

`Em ê destkeftiyên Mîtan biparêzin`

Her wiha şanogerê bi navê Mîlad ku yekemîn car e cihê xwe di Mîtan de digire anî ziman ku Mîtan ji bo wî pîroze û wê Mîtan bikin name û pêşkêşî cîhanê bikin û wiha got: “Ev bû 2 mehin ez cihê xwe di nava perwerdeya festîvalê de digirin, her wiha ev yekemîn car e ez beşdarî Mîtan dibim. Mîtan ji bo min tiştekî pîroz e û divê em wê biparêzin, cawa ku Mîtan gihîştiye vê astê em ê jî weke nifşên nû vê destkeftiyê biparêzin. Mîtan di nava xwe de gelek mijaran dihewîne û wan mijaran weke name pêşkêşî cîhanê dike. Bi vê hezkirinê û armancê emê riya Mîtan daye destpêkirin berdewam bikin”.

Post Views: 48
ShareTweetPin

Herî Dawî

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.