Rojnameya Ronahî

Fermandarê efsanewî û pêşengê şoreşa Rojava: Şehîd Xebat Dêrik

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Xebat Dêrikê Fermandarê efsanewî û pêşengê şoreşa Rojava û kesayeta ku bi wêrekî, hevaltiya xwe ya bê sînor û pêşengtiya di hemû warê jiyanê de dihate naskirin.  Yek ji pêşeng û cangoriyên ku bingehê şoreşa Rojava ava kir. Xebat Dêrikê ku di 7’ê Çileya 2012’an de bi guleya îxanetê hat hedefgirtin û di 14’ê çileyê de, şehîd bû û bû sembola şoreşa Rojava.

Ji destpêka mirovahiyê ve heta roja me ya îro, di avakirina her welatekî ango destpêkirina şoreşekê de, kesayetên xwedî cesaret, zane û xwedî taybetmendiyên pêşeng derketin holê. Herwiha bi çirûska şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, mirovin xwedî heman taybetmendiyan derketin ser dika dîrokê û çarenûsa gelê xwe guhertin. Yek ji wan pêşengê Şoreşa Rojava Şehîd Xebat Dêrik ê. Herwiha di şoreşa Rojava de, bi xeta berxwedanê ya demdirêj re, henek kesên ku ji mirovahiyê, sinc û welatparêziyê tu para xwe negirte, îxaneta malbata Ebdulah Bediro yê alîgirê ENKS’ê bû.

Şehîd Xebat Dêrik xwedî taybetmendiyên têkoşerê şoreşgerî bû

Malbata Ebdulah Bediro yek ji stûnê Şoreşa Rojava û damezrînerê YPG’ê, Xebat Dêrik hedef girtin. Şehîd Xebat Dêrikê di 7’ê Çileya 2012’yan de bi guleya îxanetê hat hedefgirtin û rakirin nexweşxaneyeke bajarê Helebê. Lê tevî hemû hewldanan jî, di 14’ê Çileyê de, şehîd bû. Şehîd Xebat Dêrikê xwedî taybetmendiyên têkoşer û şoreşgeriyê bû. Şehîd Xebat Dêrikê têkoşer, berxwedêr û pêşengekî ku di oxira azadî û serkeftina gelê xwe de, canê xwe fedakir. Xebat Dêrikê di sala 1962’yan de li gundê Kasan ê girêdayî bajarê Dêrikê di nava malbateke welatparêz de hate dinya yê. Ji ber rewşa zehmet a malbatê, xwendina xwe ya qonaxa seretayî bi dawî nekir. Piştre ji bo kar berî dide bajarê Dêrikê û ji zarokatiya xwe de bi çalakî û hezkirina ji xebatê re hat nasîn. Herwiha di temenê ciwantiya xwe de ji ber rewşa malbatê ya nebaş ya mîna hemû malbatên Kurd ji ber siyaseta ku rejîma bas li ser gel dida meşandin şehîd Xebat ji ber ku nedikarî debara xwe û malbata xwe bike û berê xwe da Şamê.

Pêdiviya welat bi îxanetê tuneye, bi welatparêziyê heye

Di heman demê de dema şehîd Xebat leşkertiya artêşa Sûriyê li Lubnanê kir, Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Şehîd Xebat bi fikirê tevgera rizgariyê bandor dibe û tevlî tevgerê dibe. Şehîd Xebat di 1985’an de berê xwe dide Akademiya Mahsûm Korkmaz a herêma Bîqa ya Lubnanê. Di akademiyê de perwerdeya Rêber Abdulah Ocalan dibîne û di 1987’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Şehîd Xebat li çiyayên Kurdistanê, dibe hevalê çiyayan û li çiyayan ne tenê gerîlayek bû, lê belê têkoşer û fermandarek bû, ku gerîla li dijî dijmin bi rê ve dibir. Xebat nas dikir ku welatparêzî ne tenê bi gotinê ye, lê bi xebat û têkoşînê ye û pêdiviya welat bi îxanet û tesmîlkaran tune ye, lê belê pêdivî bi têkoşer, gerîla û fermandaran heye. Şehîd Xebat bibû parçeyek ji xwezaya Kurdistanê ya bedew û mîna mamizan li ser çiyan digeriya û ji bona xwe tu astengî nasnedikirin û ji jiyan û hevalên xwe pir hezdikir.

Şehîd Xebat bi damezrandina YPG gavekî dîrokî avêt

Di têkoşîna xwe de, erka endametiya Meclisa Leşkerî ya HPG’ê û fermandarê Ayaleta Botanê wergirt, piştre dibe endamê Konseya Navendî ya KCK’ê. Şehîd Xebat Dêrik tevlî şoreşa azadî û parastina gelê Rojava bû. Ji destpêkê ve û her tim di eniyên pêş û cihên herî zor û zehmet de digirt û li hemberî zehmetiyan tucaran gav şûnde netavêt. Kar û xebat li ser bingehê perwerdekirina gel da meşandin û di wê yekê de xwe spart fikirê ku civaka exlaqî-polîtîk bide avakirin. Herwiha rola pêşeng di rêxistinkirina xwepêşandanên ciwan û gel de jî lîst. Şehîd Xebat, bi damezrandina YPG’ê de gaveke dîrokî avêt, Şehîd Xebat, berxwedêrekî mezin bû. Berxwedaniya şehîd Xebat bi coş, kelecan û fedakarî bû. Fermandar Xebat bi damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gaveke dîrokî avêt.

Şervanên Şehîd Xebat di çeperên pêş de pêşengin

Şehîd Xebat ku di sekina xwe ya fermandariyê de şêwazê fedayinê afirandibû, ev bû wesîleya pêşxistina şervantiya bi disîplîn li dijî her cûre paşverûtiya ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn tê jiyan kirin. Şervanên Şehîd Xebat di çeperên pêş de, pêşengin, Eger şoreşek bi ser bikeve pêwîst e bingehên wê saxlem bin. Şehîd Xebat bingeheke saxlem avêt. Bi taybet gelê Kurd ku bi hezarên salan ji derveyî xwe ji her kesî re leşkerî dikir. Lê vê carê tenê ji bona xwe leşkerî dike, li ser bingeha parastina cewherî artêşek ji yekîneyan hat avakirin. Gelê herêmê ku ji Kurd, Ereb, Suryan û ji pêkhateyên cur bi cur pêk tê, anîn gel hev. Îro avabûyîna pergala demokratîk a gelan îspata wê ye. Şervanên Şehîd Xebat ku ji hemû pêkhateyan bûn di heman çeperan de mil bi mil li cem hev û di nava berxwedanê de cihê xwe digirtin. Şehîd Xebat Dêrik di demên herî zehmet de xwe kir mertal li hember dagirkeriyê û canê xwe feda kir.