Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Vîna gelê berxwedêr ji ji top û planên dijmin bihêztir e’

14/01/2024
in Uncategorized
A A
‘Vîna gelê berxwedêr ji ji top û planên dijmin bihêztir e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirina gelê kurd bi tevahiya şîwazan û  bênavber dewam dike. Şêniyên Efrînê yên ku li navçeya Til Rifetê jiyan dikin tekez kirin ku berxwedaniya gel ji top û balafirê dagirkeriya Tirk xurtir e.

Zana Roj/ Şehba

Herêma Şehbayê ku rojane di bin êrîşên dagirkriyê re derbas dibe, li hember van hedefgirtin û êrîşan bêdengiyeke cîhanî heye. Rûxmî ku herêma Şehbayê piraniya wê koçberên Efrînê ku di encama şerê dagirkeriya Tirkiyê de lê bi cih bûne. Lê ji 6 salan ve hovîtiya faşîzma tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê lê ser herêmê nehatiye rawestandin. Dagirkeriya Tirkiyê ne tenê Rêveberiya Xweser hedef digire di hemû êrîşan de sivîlan armanc dike.

Têkildarî êrîşên li ser herêmê şêniyên Efrênê yê li navçeya Til Rifet dimînin Zêneb Silêman û Recae Hisên ji rojnameya me re axivîn.

`Rojane gelê herêmê tê hedefgirtin`

Zêneb di destpêkê de diyar kir ku navçeya Til Rifet rojane bi obîs û topbarana tê hedefgirtin û wiha got: “Ji 6 salan ve dagirkeriya Tirkiyê êrîşê tavahî herêmên Şehbayê dike. bi taybet navçeya Til Rifet û gundewarên Şêrawa bi awayekî hovane bi opîs û topbaranan tê hedefgirtin. Rûxmî ku herêm de koçberên Efrînê û hemwelatiyên Şehbayê lê jiyan dikin, lê dîsa jî rojane ev gel tê armanckirin”.

`Pilana  dewleta Tirkiyê dagirkirina Til Rifetê ye`

Her wiha Zêneb  destnîşan kir ku faşîzma Tirkiyê bi gefên ku Til Rifet dagir bike siyaseta xwe dide meşandin û wiha domand: “Faşîzma Tirkiyê di pilanên dagirkerina xaka Sûriyê bi giştî û bi taybet ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tenê bi dagirkirina Efrên, Serê Kaniyê û Girê Sipî nesekinî. Piştî dagirkirina Herêma Efrînê bi bilangeriyeke mezin dagirkirina bidestxistina Til rifetê her tim di rûjevê de ye. bi vê armancê hovîtiya xwe pêk tîne û li hemberî van êrîşan bêdengiyeke navnetewî û cîhanî heye. Diyar dibe ku dagirkirina tavahî herêman ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve weke rewşekî ji rêzê û rewa tê dîtin”.

`Bi armanca têkbirina îradeya gel êriş tên kirin`

Recae anî ziman ku bi domandina van êrîşan îradeya gelê welatparêz nayê şikandin û wiha got: “Tavahî pilanên dagirkeriyê yên li ser herêmê têm meşandin, di asta yekemîn de hebûn û destkeftiyên ku hatine bidestxistin têk bibe û di herêmê de tevlîheviyê bide avakirin. di vê çarçûveyê de çi îradeya gelên herêmê tê hedefgirtin, da ku ji xeta berxwedanî û têkoşînê gav paş de bavêjin. Netêkbirina îrade û vîna bi hezaaran ji gelê Kurd ku bi salane di xeta azadî û demokrasiyê de bedel û ked dane hatiye îsbat kirin. êdî faşîzma Tirkiyê jî vê yekê baş dizane ku ev gel rûxmî topbaran, hedefgirtinan û pêk anîna komkujiyan kêliyekî jî dev ji doza hebûn û nebûnê bernadin. Îradeya gelê welatparêz bi siyaset û topbaranên dijim nayê şikanidin”.

Post Views: 126
ShareTweetPin

Herî Dawî

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.