Rojnameya Ronahî

‘Hevpeymana Civakî nirx, maf û pirensîbên gelên Sûriyê diparêze’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

 Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed destnîşan kir ku derxistina Hevpeymana Civakî di vê dema hestyar de bidestxistina gaveke dîrokî bû. Herwiha Mihemed anî ser ziman ku li gor madeyên Hevpeymana Civakî, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyaya Demokrat e. Di heman demê de ev hevpeyman nirx û pirensîbên hemû gelên sûrî diparêze.    

Rêvberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12’ê Berfanbara sala bûrî de Hevpeymana Civakî derxist û pêşkêşî hemû gel, sazî, tevger û partiyên siyasî yên herêmê kir.

Di Hevpeymana Civakî de biryarên girêdayî warên civakî, siyasî, aborî, çandî, exlaqî, bîrwerî, perwerdeyî û hwd… in.

Herwiha ev hevpeyman ji 134 madeyên girîng û bingehîn pêk tên, her madeyek jî xwedî taybetmendiyeke bi nirx e.

Ji van madeyan jî 3 made li ber destan in weke Madeya 15’an e, ya dest nîşan dike ku: “Nirxên jiyana hevbeş li gor prensîbên Neteweya Demokratîk in û ew jî li ser hîmê xuşk û biratiyê ne. Di çarçoveya vê prensîbê de li jêr sîstema civaka demokratîk, di navbera gel û komên li Bakur û Rojhilatê Sûrî hemûyan de civakeke azad û adil were xurtkirin. ”

Madeya 16’an jî diyar dike ku: “Rêveberîya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafên gelê Kurd ên siyasî, aborî, çandî misoger dike û xisletên wî yên dîrokî û xetên sereke yên demografîyê yên herêmên kurdî diparêze. ”

Li aliyekî din Madeya 5’an tekez dike ku: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşekî bingehîn ji Komara Sûriyê ya Demokratîk e. ”

Herwiha girêdayî madeya 5’an, 15’an û 16’an yên Hevpeymana Civakî, serokê Partiya Aşîtiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed ji rojnameya me re axivî.

‘Madeya 15’an nirx û pirensîbên gelan diparêze’

 Telal Mihemed diyar kir ku madeya 15’an ji Hevpeymana Civakî, nirx, maf û perensîbên gelên sûrî diparêze û wiha got:“Em tev dizanin ku di 12’ê Berfanbara sala derbasbûyî de, erêkirin li ser Hevpeymana Civakî ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ve hat kirin. Ev hevpeyman ji encam û tecrubeya damezrandina Rêverberiya Xweser e û piştî diyalog û danûstandineke dirêj bi civak, rêxistin û partiyên siyasî re hat derxistin. Rêveberiya Xweser jî nimûne û riya gelên sûrî ye. Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê, şoreşa 19’ê Tîrmehê bû şoreşa gelên bindest û dûrî rêjîma Bais û hêzên Rikberiya Sûriyê xeta 3’emîn hilbijart. Herwiha piştî ked, şoreş, xebat û têkoşîneke mezin a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser hate damezrandin. Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê, rêjîma Baisê siyasteta yeknetew yek al û yek ziman li Sûriyê ferz dikir û mafê pêkhateyên din binpê dikir. Pirsgirêka netewa kurd nimûneya herî nêz û berbiçav e. Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê û avabûna Rêveberiya Xweser re, êdî pirrengiya gelan, jiyana hevbeş û mafê hemû gelan hate qebûlkirin. Hevpeymana Civakî jî ji vê yekê ne dûr e û madeya 15’an ji vê hevpeymanê nirx û pirensîbên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevan diparêze. Tecrûbeya Hevpeymana Civakî ya li ser bingehê Netewa Demokratîk e, ji bo çareserkiria kirîza Sûriyê û pirsgirêkên gelan pirojeya siberoja Sûriyeke demokrat û aştiyane ye. ”

‘Li gor madeya 16’an doz û mafê gelê kurd rewa ye’

Mihemed anî ser ziman ku li gor madeya 16’an a Hevpeymana Civakî maf û doza kurdên Rojava rewa ye û wiha domand: “ Nêzî 30 ji 100’î ji erdîngariya Sûriyê girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi piranî bajar, gund û navçeyên kurdî di erdîngariyê de tên dîtin û şêneyên van bajar, gund û navçeyan kurdên resen yên herêmê ne.  Kurdên vê herêmê jî di warê mafê aborî, siyasî, civakî, perwerdeyî û hwd… de mîna netewên din distîne. Li aliyê din, hin deverên kurdî yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin pirsgirêkeke bingegîn e ji bo kurdên Rojava û pêwîste werin rizgarkirin. Di dema pêş de ger ku kirîza Sûriyê bi awayekî demokratîk çareser bibe,wê dagirkeriya Tirk neçar bimîne ku xwe ji deverên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî vekşîne.

Rêveberiya Xweser bi madeya 16’an a Hevpeyîmana Civakî tekez dike ku doz û mafê gelê kurd di hemû waran de rewa ye. ”

 ‘Rêveberiya Xweser parçeyeke ji Sûriya demokratîk’

Serokê Partiya Aşîtiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed destnîşan kir ku  madeya 5’an a Hevpeymana Civakî teke dike ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşeke ji Komara Sûriyaya Demokratîk û wiha axivî:“Hevpeymana Civakî bi hemû madeyên xwe ve li ser bingeha Netewa Demokratîk a ku hîmê wê li ser felsefeya Rêber Apo ye. Di vê dema hestiyar de Hevpeymana Civakî gaveke dîrokî ye. Ev hevpeyman ji encama kar û xebata Rêveberiya Xweser ji sala 2014’an ve ye û hêzên navdewletî û hevalbendên Rêveriya Xweser bi nerîneke erênî li piroje û hevpeymana Civakî dinêrin. Hevpeymana Civkî ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê kurd û gelên din weke pirojeya herî guncav e. Herwiha jiyana hevbeş û pirrengiya ziman û neteweyên tevahiya Sûriyê hîmê Sûriyaya demokratîk e.  Lewma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di madya 5’an de tekez dike ku herêma Bakur û Rojhlatê Sûriyê beşek ji Komara Sûriyaya demokrat e. Di heman demê de şêwe û hişmendiya ku rêjîma Baisê di hundirê civakê de daye çandin red dike. Herwiha ji bo ku ev hevpeyman bikeve warê piratîkî de pêwîste hemû partî û hêzên siyas, rêxistinên civakî û hwd… li gor wê tev bigerin û pêk bînin. ”