Rojnameya Ronahî

Kongra Star bû vîn û hebûna jinan

Deriya Çiya/ Qamişlo

Di 19’emîn salvegera damezrandina Kongra Star de endama Kordînasiyona Kongra Star Remziya Mihemed diyar kir ku bi ilhama felsefeya Rêber Apo jin gihiştiye asta ku îro pêşengiya cîhanê dike

Tevgera jinan di destpêkê de li Rojavayê Kurdistanê, bi navê yekîtiya Star xwe bi rêxistin kir. Paşê di 15’ê Çileya 2016’an de Kongira Star xwe wek tevgera jin a Rojava îlan kir. Rêxistina jinan Kongira Star ji dema hatiya avakirin û heya niha ji bo bilindkirina jinan di her warî de asta têkoşînê bilind kir, jinên Kongira Star di jiyana siyasî û diblomasî de xwe bi rêxistin kirine û dixebitin. Derbarê salvegera Kongira Star a 19’emîn de endama qordînasiyona Kongira Satr Remziya Mihemed bi awayekî berfireh ji ronameya me re axivî.

Kongira Star geke xebatên serkeftî dane meşandin

Remziya Mihemed diyar kir ku xebatên wan yê weke Kongira Star dikeva sala 19’emîn û wiha got;” Me 18 sal ji xebatekî demdirêj derbaskir, xebatekî ku ji sala 2005’an de berhemên jinên tekoşer ku di tevgera azadiyê de cih digirtin karîbûn Kongira Star yan jî bi navê yekîtiya Star ava bikin, û xebatekî rêxistinî, civakî û siyasî di nav jinên Rojava de hate meşandin”. Di van salên xebatê de em dikarin bibêjin ku ji sala 2005’an hetanî sala 2011’an, xebatekî bi rengekî veşartî dihate meşandin. Ji ber ku rejîma Bass rê nedide tu kesî ku kar bikin, ji ber vê yekê jî xebatekî qaçax di nava jin û malbatên welatparêz de dihate meşandin. Di dema destpêkirina şoreşê de bingehekî hazir hebû ku jin li ser esasê wê xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku yekîtiya Star di salên dirêj de ev xebat daye meşandin, bi şoreşê re êdî jin dikarîbû sazîbûna xwe hîn bêhtir bi rengekî fermî bide meşandin û navendên xwe avabikin. Ji wê yekê jî malên jin yekemîn bûn ku xebatên yekîtiya Star dane vekirin û li ser esasê wê di hundirê van malên jinê de gelek xebat dihatin meşandin. Pirsgirêkên jinan li wir dihatin çareserkirin û pirsgirêkên jinan li mala jinê dihatin çareserkirin.  Herweha di aliyê perwerde û zanistê de jî xebatekî berfireh tê de dihate meşandin. Di heman demê de pêwîstî bi hêzeke mezin wekî hêza YPJ’ê xurt hebû ku em karibin parestina xwe ji şerê DAIş’ê, êrîşên ku li ser herêmên bi giştî dihatin meşandin, ew hêzekî mezin wekî xebatên yekîtiya Star di avakirina YPJ’ê û tevlîbûnên jin û keçên ciwan de hebû.

Rola Kongira Star di pêşxistina jinan di sîstema Rêveberiya xweser de

Remziya Mihemed bal kişand ser rewşa jinê bi damezrandina Rêveberiya Xweser re û got; Rêveberiya Xweser a ku di sala 2014’an de hat damezrandin, bi awayekî mezin rê li pêşiya tevahî jinan vekir ku di nav civakê de hebûna xwe bide diyarkirin. Ew cara yekemîne ku di sîstemekî wekî sîstema Rêveberiya Xweser de jin di saziyên fermî de cihê xwe digirin. Di pirojeya Netewa Demukratîk de serokê desteyan wekî desteya jin û hemû desteyên din bi şêwazê hevserokatiyê tê birêvebirin. Lê di sistema dewletê de û di rêveberiyê de tenê mêr cihê xwe digre. Herwiha di milê cîgerên desteyan de jî ku jin tê de rolekî mezin dilîze û cihê xwe di nav de digire. Bingeha avakirina sîstema hevserokatî di vî warî de wekî Kongira Star xebatekî sereke ji damezrandina xwe hayanî îro da meşandin. Di heman demê de pêwîste jin wekî bîrdoziya rizgariya jin, xwe ji hemû tûndî û êşên ku li ser tê meşandin xelas bike. Pêwîste ku ew xwe bi rê ve bibe, karibe cihê biriyarê be, rolekî xwe yê mezin ji bo rêvebirina sîstema vî welatî bilîze. Di rêvebirina sîstema Rêveberiya Xweser de çawa ku em mafê xwe dixwazin erkê ku dikeve ser milê me jî pêwîste wek jin em pê rabin, di vî warî de di avakirina sîstema hevserokatî di sala 2016’an de wekî kongira Star rolekî wê yê mezin tê de hebû. Di sala 2016’an û şûn de hemû sîstemên meclis, komîn û akadimî xwe li ser van lingan birêxistin kirin. Ji ber vê yekê jî guhertinek di nav sîstemê de wekî meclisên Kongira Star li ser asta kantonan hatin avakirin û hem jî qomîteyên Kongira Star xwe di nav civakê de birêxistin kirin û navê wê ji Yekîtiya Star bû Kongira Star.

Bi felsefeya Rêber Apo jin di hemû warên jiyanê de pêşket

Rmziya Mihemed wiha berdewamî da axaftinên xwe û got; Di salên şoreşê de gelek guhertinên bilez hatin çêkirin ku xebatên me yên Kongira Star, li ser esasê ku meclis, kanton û civaka xwe birêxistin bikin. Herwiha qomîteyên di asta giştî de hatin avakirin. Li gor pêwîstiyê her du salan kongire tê lidarxistin û eger ku pêwîstî bi qomîteyekî hebe ew qomîte bi erêkirina hemû endamên kongirê li kongirê tê zêdekirin. Ji milê rêxistinbûna jin di salên şoreşê de ku gelek partiyên siyasî bi şoreşê re xwe bi rêxistin kirin û sîstemekî xwe dan avakirin. Ji ber ku di nava partiyên siyasî de bi taybet li Rojava eger partiyên kurdî yan bi giştî partî wek partiya Bass, her tim mêr bi rêve dibe. Lê di şoreşa Rojava de ku bi pêşengtiya jin şoreşa xwe destpêkir û destkeftiyên mezin bi dest xistine, bû mînak wekî partiya PYD’ê sîstema hevserokatiyê di nava xwe de birêxistin kir. Di nava partiyên siyasî yên din de jî êdî sîstema jin tê de hat avakirin. Di sala 2017’an de dema ku meclisên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin, li ser esasê piştgiriya Kongira Star ku xebatekî berfierh di aliyê têkilî û danûstandin bi rêxistinên jin ên heyê re hatin xurtkirin. Herwiha di xebatên jinên Suriyan, ereb li herêmên rizgarkirî êdî wan jî bi navê jinên zenûbiya xwe birêxistin kirin û dest bi xebatê kirin. Ev hemû jî xwe ji tecrûbeya xebatên Kongira Star û ji ilhama Felsefeya Rêber Apo ku pirojeya Netewa Demuqrat ji me re pêşkêş kiriye digre. Di nav van xebat û pirojeyan de êdî her jinek dikare di nav sîstema rêvebiriya xweser û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de xwe bi rêxistin bike.

Kar û xebatên Kongira Star

Remziya Mihemed derbarê kar û xebatên Kongira Star de weha got;” Em dikarin bêjin ku xebatên me yê Kongira Star sal bi sal pêşketinekî mezin di nav xwe de avakirine, êdî em dikarin xew bighînin qadekî berfireh ji jinan re ku hejmarek mezin ji jinan birêxistin bikin. Di heman demê de me karî bû di aliyê aborî, tendurestî, perwerdehî sîstema xwe wekî meclis ava bikin. Herweha wekî kongira Star me karî di asta cîhanî de jî xwe birêxistin bikin. Bi sedema koçberiya di van salên şoreşê de çêbûyî, ku malbatên me yên rojava derbasî gelek welatan bûne wek; Libnan, Başûr û welatên Ewropa ku pêwîste jinên me li van welatan xwe birêxistin bikin û li derdorê rêxistina xwe kom bibin û nekevin nav şerê taybet yên qepîtalîzmê de. Pêwîste têkoşînek ji bo vegera li welat bê meşandin, ji ber vê yekê jî nûnerên  me yên Kongira Star li van welatan hene û xebatên me lê tê meşandin. Heta niha me karîbû du konfiransan li darxînin û xebatên xwe tê de binirxînin”.

Xebatên Kongira Star yên sereke

Remziya mihemed weha berdewamî da axaftinên xwe û got; Hîmên ku em xwe li ser ava dikin parestina ekolojî û rizgariya jin e, di vî warî de qomîteya me ya ekolojî li kêleke qomîteyên me yên din wekî tendurestî, aborî ku em parestina xwezaya herêmêm xwe ji tevahî şer û êrişên ku li ser herêmên me têne kirin û nexweşiyên ku derbasî herêmê dibin. Şerê taybet ê ku gelek bandora xwe li civakê dike. Ji ber vê yekê jî qomîtayek bi serê xwe di nav van xebatên me yê Kongira Star de hatiye avakirin. Yek ji qomîteyên ku di Kongira me ya 9’emîn de hatine damezrand, qomîteya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, ku gelek xebatên me ji bo azadiya Rêbertî, tekoşîna me ji bo ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin. Di vê qomîteyê de hem li darxistina semîner, komxebat, bilatforim, konfiransên ku êdî her kes tevlî van xebatan bibin. Herweha yek ji xebatên me yê sereke jî guhertin û veguhertina hişmendiya mêr e, ku li nav qomîteyên me yê sereke de me di kongira xwe ya 9’emîn de daye diyarkirin, ew jî hevjiyane azade ji ber ku di vê jiyanê de yek alî nayê jiyankirin. Bi taybet di van sîstem û xebatên me yên heyî de, pêwîstî bi hevbeşiya jiyanê û xebatê ji aliyê jin û mêr de heye. Me wekî Kongira Star erkek girtiye ser milê xwe ku pêwîste êdî em civaka xwe di aliyê zanist, naskirina jinolojî, hişmendî û dîroka jin de xurt bikin.

Pirojeyên Kongira Star yên dema pêş

Remziya Mihehemed endama qurdinasiyona Kongira Star, wiha pirojeyên xwe yên demên pêş diyarkirin û got; Lidarxistina civîna me ya salane biryar û bernameyên ku em di civînê de bigirin dest wê were pêkanîn. Bi giştî emê di asta perwerdê de xebateke berfirehtir bidin meşandin, ku her jinek cihê xwe di sîstema akademî û perwerdeyê de bibîne, di aliyê aboriya jin de pêşketinek bêhtir bidin meşandin. Herweha xebatekî konfiransê ji bo azadiya fîzîkî ji Rêber Apo re tê amedekirin, xebatên me yên bingeyîn ewe ku em van xebatan temam bikin. Di milê doblomasî de jî vekirinek di asta Rojhilata Navîn de, xebatekî berfireh ji bo wê tê emedekirin ku em xwe bighînin her jinekî û welatekî ku em tecrûbeya xwe ya Kongira Star ji bo wan didin naskirin û bi vê tecrûbeyê her jinek karibe xwe birêxistin bike û xwedî li hebûna xwe derkeve