Rojnameya Ronahî

Sûcên dagirkeriyê yên li hemberî jinan gihştiye lûtkeyê

Zana Roj/ Şehba

Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên derheqê gelê resen yên Efrînê û bi taybetî li dijî jinên kurd binpêkirina tevahiya zagon û pîvanên navneteweyî ye. Herî dawiyê dagirkeriyê biryara darvekirina du jinan jî îlan kirine û li hemberî wê rêxistinên navnetewî bê deng in.

Piştî dagirkirina bajarê Efrînê di 18’ê Adara 2018 an de ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan yên girêdayî wê. Kuştin, revandin, destdirêjî, talankirin û tecawîzkirina jinan bi hemû hovîtiya xwe hatin pêk anîn. Bê guman ev sûcên derheqê mirovahiyê de bê navber heyanî vê kêliyê jî tên domandin. bi taybet derheqê jinên Kurd de neheqî û destdirêjiyeke derveyî pêvanên mirovahiyê hatine pêk anîn. Di zîndanên dagirkeriya Tirkiyê yên bajarê Efrênê de bi sûcên cuda bi sedan jinên Kurd hene û çarenûsa wan ne diyar e. bi dehan jinên kurd di zîndanan de hatine qetil kirin. di vê çarçûveyê de her çendî tesbît kirin û belgekirina wan kiriyaran hatiye kirin û ji raya giştî re hatiye pêşkêş kirin. lê belê tu biryar û şopandineke navnetewî ji wan zîndanan re nehatiye kirin. herî dawî ji aliyê dadgeha faşîzma Tirkiyê û çeteyaan ve di derheqê 2 jinan de yek Kurd û yek Ereb de biryara darvekirinê hat belav kirin. her wiha 8 jinên Kurd bi biryara girtina bê dawî yên di zîndana Efrînê yê navendî de dimînin hatiye wergirtin.

Têkildarî van sûc û biryarên ku hatine girtin endamên koordînasyona Kongra Star ya kantona Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed û Ferîde Îbo ji rojnameya me re axivîn.

`Hebûna gelê Kurd tê tune kirin`

Elîf di destpêkê de diyar kir ku dijmin di Efrînê bi dîrok û nirxên Kurdan dilîze û dixwaze hebûna Kurdan tune bike û wiha domand: “Ev derbasî sala 7 emîn dibe ku gelê Efrînê Koçber bûye û beşek ji gelê Efrînê di bin zora dagirkeriyê de jiyan dike. di nava van salên serweriya dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê de tavahî binpêkirin û talankirina bi armanca qirkirina nasnameya gelê Kurd tê meşandin. her wiha kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li ser gelên koçber di herêma Şehbayê de nehatin rawestandin. Ji 6 salan ve faşîzma Tirkiyê bi hovîtiya xwe dîroka gelê resen yên Kurd û nirxên herêmê dilîze da ku hebûna Kurdan bi temamî tune bike. weke herêmeke tirkan nîşan bide”.

`Divê qêrîna jinên Kurd yên di zindanên dagirkeriyê de bigêje mirovahiyê`

Elîf da xuyakirin ku jinên Kurd di Efrînê de banga rizgarkirinê dikin û divê qêrîna wan bighêje mirovahiyê û wiha domand: “Jinên Kurd yên Efrînê ji roja dagirkirinê de rû bi rû bi destdirêjiya komên çeteyan û yên artêşa Tirk re dimînin. Di zîndanên Efrînê de bi sedan zarok û jinên Efrînê hene. Di bin navên cuda û ne diyar kirî de ev jin tên girtin û bê lêpirsîn tên dadgeh kirin. herî dawiyê weke ku hatiye ragihandin 10 jinên Kurd bi biryara girtina Muebed hatine girtin, her wiha li gorî rêxistina Mafê Mirovan da ye eşkerekirin di derheqê 2 jinan de ku yek ji wan ji pêkhateya Erebe biryara darvekirinê di zîndana navendî ya bajarê Efrînê de hatiye birîn. Her wiha bi van ceza û sûcan bi sedan jinên Kurd hene ku qêrîna azadiyê û rizgarkirinê dikin. divê dengê van jinan bigihîna mirovahiyê û lêpirsîneke cidî ji aliyê navnetewî de werê çêkirin”.

`Erka rêxistinên navnetewî ye ku derbasî Efrênê bibin`

Her wiha Ferîde destnîşan kir ku her çiqas belgekirina van sûcan hatiye kirin lê raya giştî û rêxistinên mirovî bê deng man e û wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirkiyê dixwaze hebûna xwe di li wir rewa bike. ev jî bi destekdayîna hin aliyên din tê kirin, her wiha rêxistinên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe çav li ser sûcên dewleta Tirk girtine. Tişta ku di Efrînê de her wiha di Girê Sipî û Serê Kaniyê de tê kirin, ji mijara dagirkirina xakekê wêdatir e. qirkirina gelekî û bi taybet mafê jinan tê talan kirin. ev yek pêvan û zagonên rêxistinên mafê jin yên cîhanî derbas dike. lê belê em dibînin ku tavahî cîhan lal, ker û kur e. Li ser vê esasê em banga hemû rêxistinên jin û rêxistinên parastina mafê jin di cîhanê de dikin, her wiha em banga dadgehên navnetewî dikin ku derbasî herêma Efrînê bibin û sûcên faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan belge û ceza bikin”.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn-Sûriye navên jinên ku hatine ceza kirin di hundir zîndana Efrîn ya navendî de wiha ne.

Kewser Hemede ji welatiyên Efrînê û Şemse Hemid yê 45 salî ji pêkhateya Ereb ku ji 5 salan ve hatine girtin cezaya darvekirinê li wan hatiye birîn.

Leyla Yousêf ji 5 salan ve hatiye girtin û cezaya 15 sal girtiye.

Emîne Bekir Sultan ji 2 salan ve girtiye û cezaya 10 salan girtiye.

Nura Sîdo ji 2 salan ve girtiye û cezaya 8 salan girtiye.

Fatme Xalêd Osman ji 4 sal û 6 mehan ve girtiye û cezaya 7 salan girtiye.

Îman Xalêd Kênco ji 3 salan ve hatiye girtin û bi 7 salan ceza bûye.

Xezalê Selmo ji 3 salan ve hatiye girtin û bi 7 salan ceza bûye.

Xalde Fozî ji 3 salan ve girtiye û bi 7 salan ceza bûye.

Mîra Sîdo ji 6 salan ve girtiye û heyanî niha nehatiye dadgeh kirin.