Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehbayê Yekemîn Dewreya Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê derçûn

10/01/2024
in Uncategorized
A A
Li Şehbayê Yekemîn Dewreya Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê derçûn
Share on FacebookShare on Twitter

Vîndar roj/ Şehba

yekemîn pîrozbahiya derçûna xwendekarên peymangeha tenduristiyê li herêma Şehbayê hat li dar xistin. Peymangeha tenduristiyê bi 17 xwendekarên ji bajarê Efrînê hat vekirin û gihîştin asta derçûnê. Hevserokê peymangehê Reşîd Îbiş diyar kir ku bi îsrareke mezin xwendekar bi astên serkeftî derçûn.

Di sala 2021 an de cara yekemîn peymangeha tenduristiyê ji bo xwendekarên ku li herêma Şehbayê jiyan dikin hat vekirin. Ev peymangeh li gorî pêwîstiya herêmê di aliyê kadroyên tenduristiyê de hat amede kirin. Li gorî pêvajoya koçberiyê yê ku derfetên jiyanê asteng dike û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê, rûxmê wê jî xwendekar kom bûn û derfeta xwendina di peymangeha tenduristiyê de hat dîtin. Piştî 2 salan ji xwendinê yekemîn dewre bi 17 xwendekaran tê çêkirin. Girêdayî vê mijarê hevserokê Peymangeha Tenduristiyê li herêma Şehbayê Reşîd Îbiş û xwendekara ku pileya herî bilind wergirtiye Henen Şêxo ji rojnemeya me re axivîn.
`Armanca dijmin pêşîgirtina li zanistê ye, lê ew armanc bi bin ketine`
Mamoste Reşîd di destpêkê de ev serkeftin li hemû xwendekar û Şehîdên doza azadiyê pîroz kirin. Her wiha bal kişand ku rûxmî siyasetên dijmin me asta xwendinê pêş xist û wiha got: “Di şert û mercên zehmet yê ku tavahî gelê herêmê tê re derbas dibe, rûxmî topbaranên dagirkeriyê û siyaseta ampargoyê. Lê aliyê zanist û xwendinê paş de nema. Di herêma Şehbayê de ji nû ve jiyan hat afirandin, li hember zehmetiyên jiyanê siyasetên ku dijmin bi zanebûn li ser me dimeşîne. Asta xwendinê di aliyê dibistan û peymangehan de bêhtir bi pêş ket. Armanca dijmin ew e ku civakê di aliyê zanistî û bîrdozî de bi bin bixîne; lê tersî wê asta zanistê bi kedeke mezin her pêş ketiye”.
`pêwîstî hat dîtin ku peymangeha tenduristiyê bê vekirin`
Reşîd anî ziman ku peymangeha tenduristiyê li gorî pêwîstiya herêmê hat vekirin û wiha pê de çû: “Herêma Şehbayê di aliyê tenduristiyê de zehmetiyên cidî dikşîne. Di aliyê kêm kadroyên tenduristiyê de her wiha di aliyê siyasetên ku li ser herêmê tên meşandin. Li gorî wê hat dîtin ku peymangeheke taybet a amedekirina kadroyên tenduristiyê bê vekirin. Îsal bi 17 xwendekaran dewreya yekemîn hat derçûn. Bi biryardariyeke mezin xwendekarên me di astên serkeftî de bawernameyên xwe wergirtin. Wê ev xwendekar di nexweşxaneya Avrîn, Tilrifet û heyva sor a Kurd de xizmet bikin”.
Reşîd diyar kir ku wê di demên pêş de hin beşên din werin vekirin û wiha domand: “Peymangeha tenduristiyê 2 salan tê xwendin. Babetên ku tê de tên xwendin wiha ne. beşa zarokan û mezinan, derman, zimanê Kurdî û Erebî û Ingilîzî û ambolans. Weke gavên destpêkê me bi van beşan dest pê kir, lê wê di salên pêşiya de beşên cuda jî bêne vekirin”.
`Em encama keda xwe bi serfirazî dibînin`
Her wiha xwendekara ku hatiye derçûn Henan anî ziman ku wan bi hezkirin û biryardariyeke mezin salên xwendinê qedandin û wiha got: “Ev asta derçûnê ku em gihîştinê, di encama kedeke mezin û di rojên zehmet de hat bidestxistin. Bê guman li hember tavahî siyaset û zehmetiyan bi hezkirin û biryardariyeke mezin ji zanist û serkeftinê re me şer kir û em niha encama keda xwe bi serfirazî dibînin. Bi rastî ev xelat û serkeftinên ku me bi dest xistine bi hêviya ku em ji gelê xwe re bibin cihê xizmetê û hezkirinê em dibînin. Ji ber wê em serkeftina xwe diyarî tavahî gel û xwendekarên Kurd dikin. Her wiha em vê serkeftina ku me pêkaniye diyarî malbat û mamosteyên ku kedeke bê berdêl dane dikin”.

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.