Rojnameya Ronahî

Sêvê Demîr: “Ez wek Jineke Kurd li Vir im û Ez Heme”

 Xecê Şen

Xwediyê vê gotinê stêrka herî geş a asîmanê welatê roj-ronahiyê, rûgeşa jiyana gelê xwe Sêvê Demîr e. Ew her weku stêrkeke geş dibiriqî. Di nav rêhevalên xwe de, bi rûgeşî û rûkeniya xwe ya şêrîn, bi biskên xwe yên xelek bi xelek û bi çavên xwe yên keskane ku ji rengê xwezayê dihate nasîn. wek çawa ku navê xwe jî ji renge xwezayê girtiye, ji rengê dara Sêvê û dara jiyanê girtiye, Sêvê di nav jiyanê de jî ewqas rengîn, kelecanî, bi coş, jiyan hez û mirov hez bû. Bi kurtasî jiyana wê ya bi wate û têkoşîna wê ya bêhempa pênaseya gelek tiştan bû. Mirovekî ku hiç Sêvê nas nekiribe jî, di liv û tevgera wê ya bi coş û kelecan a di nav jiyana rojane de fêm dikirin ku ew xwedî kesayeteke çawa ye û xwedî taybetmendîyeke çawan e!.

Sêvê Demîr kî ye?

Sêvê Demîr, di sala 1974an de li navçeya Stewrê ya bajarê Mêrdînê çavên xwe li dunyayê vekiriye. Sêvê hê ku di 4 saliya xwe de, ji ber polîtîkayên koçberiyê ya dewletê koçî bajarokê Saltê ya Manîsayê dikin. Ew jî wek her zarokeke kurdan li polîtîkayê pişaftin û xwepişaftinê de rû bi rû dimîne. Di temeneke biçûk de rastî gelek êrîşên nijadperestan tê. Qedexekirina ziman û çanda kurdî, reng û dengên Kurdî bandoreke mezin li ser wê dike. Ev êrîş û qedexeya ziman û çanda kurdî, dibe sedem ku nakokiyê di sere Sêvê de yên derbarê doza kurdan û kurdewatiyê de hê kûrtir bibin. Di welateke biyanî de, bi ziman û çendeke qedexeyî, lê di heman demê de jî di nav malbateke welatparêz de hatî dinê û mezin bûn, ewqas ne hêsan e bû zarokeke 4-5 sal î. Her ku diçe nakokiyên di serê wê de mezin dibe û wê ber bi heqîqeteke mezin a kurd û kurdistanê ve dibe. çîroka Sêvê Demîr ji vir dest pê dike. Li dijî pişaftin û xwepişaftinê ziman, çand û nirxên xwe yên netewî parastin di jiyana wê de jêneger dibe û dibe heqîqeta jiyana wê.

Ew di temeneke pir ciwan de hem ji bo derbara maltanê ya aborî dibe di nav erd û karê welateke biyanî de dixebite û hem jî li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk a li hemberî gelê kurd ku kiriye têdikoşiya ye. Jixwe çîroka têkoşîn û berxwedana Sêvê, tam jî ji vir dest pê dike û wê ber bi nemiriyê dibe. Ew tu carî ji mirinê neditirsiya ji ber vê yekê jî wê tu carî serî li hember dijminê xwe netewand, wê her dem û li her derê bi bîr û baweriyeke pîroz ve têkoşîna xwe berdewam kir. Di jiyana wê de ya herî giring li dijî nijadperestî- olperest, zayendperestiyê têkoşîn kirin bû. Lê ya herî zêde jî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê û jixwebiyanîbû çanda berxwedan û parastina zimanê dayîkê bipêşxistin bû. Ev pîvana her esas û jêneger bû di jiyana wê de. Ji ber vê yekê di temeneke ciwan de dest bi rojnamegeriya kurdî dike. Ew hem li nav erden pamuk, îsot, firingî û tirî de kar kiriye û hem jî ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd xebatên rêxistinî kiriye. Taybet jî rojnameya Welat, Welatê Me û Azadiya Welat mal bi mal gerandiye û herwiha hişmendiya parastina zimanê kurdî li nav gel de rêxistin kiriye. Sêvê ji ber xebatên rojnamegeriya kurdî û xebatên komisyona jinan HADEPê tê girtin û du salan di zindanê de dimîne. Ew di zindanê de biryara xwe de ku bibe şoreşgereke ya têkoşîna jinan û berxwedana gelê û tevlî têkoşîna azadiyê bibe. Ew piştî ku ji zindanê derdikeve li soz û biryara xwedî derkeve, bi tamamî xwe tevlî xebatên têkoşîna azadiya jinan dike û welatê rojê ve dimeşe.

Sêvê Demîr di sala 2004 an de nav xebatên baskên Jinan a DEHAPê de cîh digre û heta demekê dirêj xebatên jinan dide meşandin. Bi giştî piştî xebatên dem dirêj ku jinan di nav partiyên siyasî yên wek HADEP, DEHAP û hwd. Di meşandin û şûn de, bi mezinbûna rêxistinan jinan ve pêdivî hatibû dîtin ku jin êdî wek rêxistineke xweser xwe ji nû ve avasaz bikin. Di encama niqaş, komxebat û konferansan de fikra tevgera jinên azad şênber derdikeve holê. 2005 an de yekemîn konferansa Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) hat avasaz kirin. Sevê Demîr jî di nav tevgera jinan de cihê xwe digre û rûheke fedekarî xebatên jinan dimeşand. Di vir de pir tişteke girîng û balkêş heye, hêja gotinê ku were nîvîsandin. Hevala Sêvê kîjan xebat meşandibe jî, lê xebata wê ya herî sereke û girîg xebata himendiya ziman bûye. Sêvê ji ber vê taybetmendiyê bala her kesî dikişand ser xwe yan jî bala her kesî li ser wê bû. Dema ku ew di kenî û bi kurdî diaxivî mirovan ji xwe şerm dikirin ku bibêjin “em kurdî nizanin” mirovên kurdî nizanîbûn jî hewldidan ku hîn bibin û biaxivin. Ewqas di mijara ziman de hesas bû. Her weku min di nivîsa xwe ya li ser TZPKurdî nivîsandiye jî aniye ziman, Sêvê Demîr ji ber vê taybetmendî û hezkirina xwe ya ziman kurdî, 2006an de li ser navê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH)ê di komisyona ku ji 7 kesî pêk dihat a ji bo dameziradina TZPKurdî de cîh digir e. Anku jina yekemîn ku di xebatên tevgera ziman de cih girtiye û xebatên ziman daye meşandin jina şoreşger û têkoşêr Sêvê Demîr e. Wê ji 2006an hetanî 2009an hem xebatên tevgera jinan da meşendin û hem jî bi rûheke fedekarî, bi kelecaneke mezin ve xebatên TZPKurdî yên rêxistinî û hişmendî da meşandin. Wê ji bo hişmendiya zimanê, pêşxistin û pêşdebirina zimanê Kurdî di gelek bajaran de civînên Jinan, civînên gel pêk aniye. Di gelek bajaran de komxebat û komcivînên ji bo rêxistinkirin û parastina ziman lidarxistiye. Bi kurtasî di pêşxistin û pêşdebirina tevgera ziman de kedeke wê ya mezin heye. Ez bi xwe jî bi hevldanên wê 2006 an de ji xebatên çand û hûnerê ya NÇM veqetiyam û ketim nav xebatên TZPKurdî. Anku bandora rêhevaltiya wê gelekî li ser min hebû. Bi wê re xebat meşandin û taybetî jî xebatên ziman meşandin pir girîng bû. Sêvê xwedî zimaneke şêrîn, çêker û xwedî mebest bû. Di jiyana şoreşgerî de ev pir girîng e. Ev taybetmendiya wê bandoreke mezin li ser min jî û li ser gelek mirovan jî dikir ku bi şanazî wê re bixebitim.

Parêzvana zimanê kurdî

Her wek ku tê zanîn di sala 2009an de ji hêla dewleta tirk ve bi navê doza kckê operasyona qirkirina sîyasî pêk hat û di encamê de jî bi hezaran mirov hatin gitin û cezayê giran li wan hate birîn. Ji wan kesên ku hatibû girtin yek jî Sêvê Demîr bû. HerwihaTZPKurdî biryara ku li dadgehên tirkiyê parastina bi zimanê kurdî dabû, bi doza kckê re ev biyar pêk hat. Berxwedêrên zindanan ên seranserê Tirkiyê û Kurdistanê hemû li dadgehan bi zimanê kurdî parastina xwe dikirin. Yek jî ku bi israreke mezin, gihaneke berxwederî, tirs û bêfikar bi zimanê dayîkê parastina xwe dikir û her carê di dadgehê de digot; “Ez wek Jineke kurd li vir im û Ez heme” bêguman rêheval Sêvê Demîr bû. Sêvê ji ber vê taybetmendiya xwe israra bi zimanê kurdî de parastina xwe kirin û bi rûgeşiya xwe ve bala her kesî kêşandibû ser xwe. Lewma ew hem di dadgehan de û hem jî di nav gel de wek sembola parêzvana zimanê kurdî hatibû pênase kirin. Li gorî bîr û baweriya min ev pênaseyeke ji rêzê nebû û wisa ji nişka ve jî derneket holê. Wek jineke kurd têkoşîn û berxwedana wê ya parastin û pêşxistina ziman ev pênase afirand. Ew jî hetanî dawiya jiyana xwe ji bir rûheke fedekarî li vê pênaseyê xwedî derket. Bi kurtasî wê xwe div ê pênaseyê de jîndwer kir û ev pênase weku mîraseke mezin jî ji me re hişt.

Sembola Berxwedanê

Sêvê Demîr, di pêvajoya rêwitiya xwe ya 5 salên zindanên Mêrdîn û Amed de jî, bi rûheke perwerî tevlî gelek çalakiyan dibe. Ji wan çalakiyan jî, çalakiya serdemê ya herî mezin girêva birçîbûnê ya 12ê Îlona sala 2012 bû. Ji ber polîtîkayên tecrîda giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan dihate meşandin, ew bi gelek rêhevalên xwe re ketibû grêva pirçîbûnê. Ew bi gelek rêhevalên xwe re 68 rojan di grêva birçîbûnê de dimîne. Herwiha jiyana xwe bi vî awayî 5 salan li zindana Amedê didomîne û hetanî ku digihêje azadiya xwe. Sêvê piştî ku zindanê derdikeve şûn de jî, di sala 2014-2015-2016an de hem xebatên tevgera azadiya jinan û hem jî xebatên pastiya siyasî ya Heremên Demokrakî DBPê de dimeşand. Ew hem wek endama mêclîsa giştî ya DBPê û hem jî wek koordînasiyona Kongreya Jinan KJAyê berpirsiyariya herêma Mêrdîn û Botanê dikir. Di nav van sê salan de, bi pêşengtiya rêheval Sêvê de gelek xebatên pîroz û serkeftî pêk hatin. Ji Amed, Mêrdîn, Botan, navçeya Sûrûçê ya Rihayê û hetanî kobanê wê bi riheke fedekarî û bi wêrekî pêşengtiya pêvajoya azad kirina Şengal û Kobanê de risteke mezin lîst û bi gelek bi hezaran hevalên wekî wê hem

şengal û hem jî Rojava azad bû. Her çiqas du hêlên xaka kurdistanê azad kiribin jî, lê di jiyana Sêvê û rêhevalên wê rêya lêgerîna heqîqetê her berdewam bû.

Meşa dîrokî ya herêma Botanê ya herî mezin

Di heqîqeta kurd û kurdistanê de gelek meşen dirêj ên bêdawî yên azadiyê çêbû ne û gelek evîn û evîndar bûne meşvanên rêyên bêdawî. Ji wan meşan yek jî meşa Botanê bû. Di 13ê meha Adarê ya sala 2015an bi pêşengtiya rêhevala Sevê Demîr, rêhevalê Huseyîn Aras û hevalên ku di wê serdemê de li herêma botanê bi rêve dibirin, bi şîara “Meşa ji Ocalan re azadî”  (“Öcalan’a özgürlük” yürüyüşü) li dar xistin. Mebesta meşe azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bû. Meşa azadiyê ya ji 100 kesî ku pirraniyên wan jin, ji 13ê Adarê li Cizîra Botan dest pê kir û ber bi Mêrdîn û Amedê ve meşyan. Meşvanê rêya azadiyê hetanî gişhiştin 21 Adarê ya Newroza Amedê, hejmara meşvanan jî gihişte bi hezaran mirov. Anku bi hezaran mirov bi pêşngtiya rêheva Sêvê de herikîn qada Nerozê ya Amedê. Ev meşeke hem dîrok û hem jî meşeke bêhempa bû. Tu kesî bawer nedikir ku wisa bi hezaran mirov ji Cizîr, Hezex, Kerboran, Nisêbin, Mêrdîn, Çinar û hetanî Amedê bi lingan bi meşen û bi herikin qada Newrozê ya Amedê. vîna xûrt ya rêheval Sêvê û rêhevalên wê yên pêşeng, bîr û baweriya jinan û bi giştî gelê kurd a ji bo azadiyê, li hember hemû astengiyên dewletê jî meşa azadiyê di dema xwe gihişte armanca xwe. Bêguman di serkeftina vê meşê rist û fedekariya hevala Sêvê pir bû. Ez bi xwe jî bi milê hembaza xwe Sêvê re di meşa azadiyê de bûn. Ji ber vê yekê jî ez xwe gelekî bi şans û bextewer dibinim ku bi milê hempaza xwe ya şahan e nemir Sêvê Demîr re bûn. Herwiha di heman salê de 8ê Adarê ya 2015an de ji bo piştevaniya şoreşa jinan a Rojava yekemîn meşan jinên Cîhanê dîsa bi pêşengtiya rêhevala Sêvê de li Nisêbîna rengîn dest pê kir û ber bi Îzmîr û Romayê ve meşiyan. Lê meşa rêhevala Sêvê ya Botanê berdewam kir. Sevê di pêvajoya xweseriya demokratik de dîsa li herêma Botanê têkoşîneke bêhempa da meşandin. Wê bi rêhevalên xwe yê wê serdemê re di dîroka kurdistanê de rûpeleke nû ya berxwedaniyê dan nivîsandin. Herwiha berxwedaneke bêhempa ku bi pêşengtiya jinan de pêk hatibû. Rêhevala Sêvê, vîn û baweriyeke xûrt ve bi gotina xwe ya pîroz û di jiyana wê de jêneger “BERXWEDAN JIYAN e” li ber xwe da û hetanî gîhana xwe ya dawî bi her du rêhevalên xwe Hemseroka Gelê Silopîya Pakîze Nayir û endama kongereya Jinên Azad (KJA) yê Fatma Uyar di 4ê Rêbendanê ya sala 2016an de li navçeya Silopîya ya Şirnexê tevlî karwanên nemiran bûn.  Rêhevaltiya Sêvê, hezkirina wê ya axa welat, çanda jiyana wê ya kurdewar, inyada wê ya berxwedêriyê, dê her dem û dewran bibe roj-rohaniya me û ew her dem di jiyana de nemir be û dê her bijî.

Hev nasîna min û Rêhevala Sêvê Demîr

Dema ku mirov di rêyêkê dirêj û bêdawî û xwedî armanç de bimeşe, bêguman mirov di vê rêyê de rastî gelek mirovên xwedî armanç jî tê. Bi xwezayî armançên wan digihêjin hev û hemû bi hev re dibin xwedî yek armanç. Nemaze di vê armançê de heqîqeteke ya kurd û kurdistanê hebe, wê demê wateya rêwîtiyê jî vedigere pênaseyek nû. Rêhevalên azadiya rêya welatê xwe. Ev rê jî ji bo jinan hê bêhtir watedartir e. ji ber ku wateya jin-jiyan û axê bi hev re yek pênaseyî ne. Ez jî wek jineke kurdî bûm xwedî armanç ku bibim bawermendeka vê felsefeya rêya azad welat. Bêguman di vê rêya azadiya welat de jî ez rastî bi hezaran dildar û evîdarên vê felsefeya rêya azad welat hatim. Ji wan rêhevalan yek jî rêhevala min a hêja Sêvê Demîr bû. Hev nasîna min û rêhevala Sêvê jî di sala 1996an de çêbû. Min li bajarê Aydinê hem di komisyona jinan HADEPê de xebat dikir û hem jî xebata Rojnameya Azadiya Welat. Bêguman rêheval Sêvê jî bi heman şêweyî li Manîsayê xebat dida meşandin. wê jî hem xebatên partiya siyasî dikir û hem jî belavkariya rojnameyê dikir. Bi vê bûneyê civînên me yên herêma Ege li bajarê Îzmîrê pêk dihat û em di wan cîvînan de rastî hev dihatin. Meşa min û heval Sêvê di wê salê de dest pê kir û hetanî kurdistanê hat. Em bi hev di Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) xebitîn, di tevgera ziman û perwerdehiya zimanê kurdî TZPKurdî de xebitin hetanî ku em her du jî ji doza kck hatin girtin. Dema ku em hatin girtin û şûn de jî me di zindanê de jî bi rêya nameyan hevaltiya berdewam kir hetanî ku em ji zindanê derketin. Piştî em ji zindanê jî derketin, me bi hev re di endamtiya mêclisa giştî ya navendî ya partiya herêmên demokratik PM ya DBPê cih girt. Dîsa di heman demê de me bi hev re di Kongerya Jinên Azad KJAyê cih girt û em bi li herêma Mêrdîn û Botanê xebitin. Dîsa bi hev re meşa jinên cîhanê ya ku ji bo piştevaniya şoreşa jinan a rojavayê kurdistanê ku yekemîn di 8ê Adara 2015an de li Nisêbîna rengîn dest pê kiribû koordine kir û me bi hev re li sînorê rojavayê kurdistanê mîtînga meşa jinên cîhanê ya ji sed hezaran jinan pêk dihat lidarxist. Lê meşa min û rêheval Sêvê ya bi hev re xwedî yek armanç domand. Dema ku ez di pêvajoya xweseriya demokratî de, li Nisêbîn û Kerboran dixebitin rêheva Sêvê jî li Cizîr û Silopya dixebitî. Roja ku me dengê hev nebihîsta wê rojê ne ji emrê me bû. Lê pir tişteke balkêşe ku her cara ku min digot; “ porxeleka min” Tu çawan î ? Wê jî ji min re digot; çavbeleka min “ BERXWEDAN JIYAN” e!. Em her du li van gotinên xwe dikeniyan û me bi hev re digot; “BERXWEDAN JIYAN e” û me agahî dida hev. Roja ku li Kerboranê qedexeya derketina kolanan da dest pê kirin, ez di nav taxa ku şer lê hebû de mabûm. Şer di 15an de bû rêheval Sêvê li min geriya bi ken û girî bi hev re got; Çavbeleka min “BERXWEDAN JIYAN” e. Em hetanî dawiyê li ber xwe bidin lê ku em şehînd jî ketin bi xaka kurdistanê sax be! Piştî vê gotina wê, tu gotin ji devê min derneket, ji ber ku min, ew ji xwe re wek fermandar pejirandibû û herwiha li ser gotina wê re, wê gotina min bê watebûna. Ez di 18ê Cotmehê ya 2015an de li Kerboranê hatim girtin û ez birim zindana Midyatê û pişt re jî ez sûrgûnê Edene Karataşê hatim kirin. Piştî girtina min 3 meh şûn de rêheval Sêvê  û du rêhevalên xwe Pakîze Nayir û Fatma Uyar re li Silopiya ji hêla leşkerên dewleta tirke ve hatin qetilkirin. Ez li zindana Edene Karataşê saet di 12ê şêvê de li ber ekranê TV de di nûçeyên lezgîn de temaşe kir….. Di şart û merceke wisa de bihîstina şehadeta rêhevên xwe û taybet jî şehadeta rêheval Sêvê…… ez ji nav cîhanekî derxistin birim cîhaneke din. Xewn û xeyaleke ku min nedixwest jê bawer bikim…..

Belê, jixwe piştî şehadeta rêhevala Sêvê şûn de ev cara duyemîne ku li ser wê nivîs dinivîsînim. ji ber ku ez fikar de bûm ku ez ê nikaribin mafê ked û fedekariya wê bidim. Herwiha li ser berxwedaniya wê nivîs nivîsandin û mafê wê dayîn wisa ji min re ewqas hêsanî nayê û taybetî jî di warê hestî de min pir zehmetî dikişînim. Lê dîsa jî nivîsandina jîyana wê, berxwedanî û fedekariya wî dayîn nasîn, min ji xwe re weku peywîreke sereke dît. Ji ber vê yekê jî ez xwe  gelekî bextewer dibînim ku îro nivîsandina jiyan berxwedêr ya rêhevala Sêvê ya 28 salan bi we xwinêrên hêja re pave dikim.

Belê rêhevala min a hêja û pîroz Sêvê, porxelek û rûgeşa min, stêrka herî geş a asîmanê welatê min, tu yê her dem û dewran weku stêrkên asîmanan, weku roj û ronahiyê di jiyana min/me de her bibiriqî û zîndîwer bibî!…

Bila bibare xûnavoka biharê,

Bila biherike ser rûgeşiya te,

Daku gul û gulçîçekên biharê bi xûnavoka rûgeşîya te av û aş bidim,

Sorlîlûzên biharê kom bikim, bihûnînim taşa zêrîn û daynim ser gulîya xelek bi xelek,

Daku hemû mirovahî li ber xemla te guvenda azadiyê bigrin,

Biqîrîn û bibêjin “Em Jin in Kurd in li Vir in û Em Hene”..