Rojnameya Ronahî

‘Azadbûna jinê têkoşîna Sara ye’

Birûc Resûl/Qamişlo

Sakîna Cansiza ku di 9`ê Çileya 2013`an de hat hedef girtin. Sakîna Cansiz yek ji jinên ku di nava kaniya heqîqeta hebûn û xebûnê bi jiyana xwe ya tijî şer û têkoşînê bû pêşeng û afirînera xeta azadiya jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê.

Sakîne Cansiz (Sara) di sala 1958`an de li Dêrsimê hatiye ser dinyayê. Di zarokatiya xwe de bi çîrokên qirkirina Dêrsîmê yên ku ti caran nayên jibîrkirin mezin bû. Di salên xwe yên dibistanê de ji xwendinê pir hezdike. Sakîne ji zarokatiya xwe ve mîna çemên bihare bû. Nedikarî bû li cihê xwe bisekine û her tim bi kesên derdora xwe re şer dikir. Bê guman şerê wê yê herî mezin li hemberî dayîka wê û ferzkirinên civakî bû. Mirov dikare bêje ku rihê wê yê şoreşgeriyê di zarokatiya wê de xwe nîşan dide. Dema ku serdema wê ya ciwantiyê destpê dike, êdî naskirina wê ya fikrên çepgir û sosyalîzmê pêş dikeve. Di sala 1971’an de êdî ew dikeve nav lêgerînên naskirina sosyalîzm û azadiyê.

Di sala 1974’an de komên ciwanan ên bi dahûrandina ‘Kurdistan mêtinger e’ dest bi şoreşa azadiya gelê Kurd kir, nas dikir. Lewra piştî naskirina komên ciwan ên azadîxwazên Kurdistanê, bi derketina xwe ya ji malê, li hemberî fêrbûnên civakî serî rakir û beşdarî vê koma ciwanên azadîxwazên Kurdistanê bû ku wê demê weke ‘talebe’ dihatin naskirin.

‘Kurdistan mêtînger e’

Meşa ku bi fikrê ‘Kurdistan mêtînger e’ destpê kir, gav bi gav mezin bû, li tevahî dilên ku ji bo azadiyê lê dide, belav dibû.

Piştî salên 1974’an Sara bi awayekî çalak beşdarî xebatên rêxistinkirina tevgera azadiya Kurdistanê dibe, êdî di nav kadroyên pêşeng ên PKK’ê de cihê xwe girt. Di dîroka 27’ê Mijdara sala 1978’an de, li gûndê Fîs ê naçveya Lîce ya ser bi Amed’ê dema ku koma şoreşgerên Kurdistanê kongreya damezrandina PKK’ê li dar dixin, Sakîne Cansiz jî weke jinekê Kurd û Elewî ya şoreşger, sosyalîst di nav vê kongreyê de cihê xwe girt.

Li hemberî her cûre îşkenceyan Sakîne li berxweda

Êdî piştî damezrandina partiya azadiya Kurdistanê, êrişên faşîzmê jî li seranserê Bakûrê Kurdistanê zêdetir bû. Piştî komkojiya Mereşê ya ku di navbera dîrokên 19’ê û 26’ê Kanûna 1979’an hat pêkanîn, hêzên faşîst ên dewleta Tirk gav bi gav amadekariyên darbeya leşkerî dikirin. Di heman salê de Sakîne Cansiz (Sara) tevî komek rêhevalên xwe li bajarê Elezîz’ê hat girtin.

Di dîroka 12’ê Îlona 1980’an li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê li hemberî hêzên sosyalîst û şoreşger bi armanca tûnekirina meylên şoreşgerî yên civakê û hêviyên wan ên daxwaza jiyanekê azad darbeya leşkerî hat pêkanîn. Di pêvajoya vê darbeyê de Sakîne li zindana Amedê bû ku ev zindan bi şêweyê îşkenceyên herî hovane û dijî mirovahiyê dihate naskirin. Her wiha ev zindan bi taybet ji bo bidestxistina îradeya pêşengên şoreşger hatibû amedekirin.

Îradeya Sakîna Cansiz ne hat şikandin

Bê guman di zemînek bi vê rengê yê ji bo şikandina îradeya şoreşgeran her cûre rêbazên qirêj dihat bikar anîn. Êriş û îşkenceyên li ser şoreşgerên jin dihate meşandin roj bi roj zêdetirdibû. Gelek îşkenceyên giran li ser Sakîna Cansiz hat pêkanîn. Îşkenceyên zayendî hat pêkanîn, çena wê hat şikandin û gelek tiştên cûda di zindanê de li ser wê dihate meşandin. Sakîne Cansiz di vê pêvajoya îşkenceyê de li hemberî her cûre îşkenceyan li ber xwe da. Dema ku bi fermanên Esat Oktay  li ser wê îşkenceyên herî giran tê pêkanîn û daxwaz dikin ku ew xwe radestî wan faşîstan bike. wê gavê jina şoreşger Sakîne Cansiz (Sara) tifî ser rûyê Esat Oktay dike û di şexsê wî de tifî hemû hêzên faşîst ên ku ji pîvanên axlaqî û mirovî tu par negirtine dike.

Sakîna Cansiz ku li dijî her cûre îşkenceyan li berxwe da, di pêvajoya 12 salan a bi îşkenceyên herî giran re rû bi rû dimîne, ji bilî zindana Amedê li zindanên Elezîz, Meletî, Bursa û Çanakkale’yê ma. Ruxmê hemû îşkence û rêbazên dijî mirovahiyê ya 12 salan Sakîne li girtîgehê bû sembola berxwedan, tekoşînê û  sirî netewand.

Tekoşîna xwe ye azadiyê berdewam kir

Sakîne Cansiz di sala 1991’an de piştî derketina ji zindanê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam kir. Bi awayekî bêhtir çalak di nav têkoşînê de cihê xwe girt û derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Beşdarî yekemîn konferansa zindanan bû. Demekî li Fîlîstîn, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ma û piştî wê derbasî çiyayên Kurdistanê bû û di nav refên gerîla de cihê xwe girt. Demekî dirêj li çiyayên Kurdistanê ma. Beşdarî konferans û kongreyên tevgera jin û PKK`ê bû. Piştî wê Sakîne derbasî  Ewropayê bû.

Komkûjiya Parîs’ê

Di heman dîrokên şoreşa gelan de, yên ku herî zêde bûne hedefa faşîzmê, jinên pêşeng ên pêşengtiya şoreşa azadiya jinan û gelan dikirin. Peşêng, afirîner û yek ji damezrînerên tevgera azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara) a tevahî jiyana xwe da şerê azadiya jin û civakê jî, mîna berdewamiya komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1999’an ji aliyê nîjadperest û hêzên faşîst ên Tirk ve hat hedefgirtin.

Di 9’ê Çileya 2013’an de ku qaşo dewleta Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nav pêvajoya çareseriyê de bû. Li Parîsê bi komployeke bêbext li dijî pêşenga sosyalîst, azadîxwaz a jin û gelên Kurdistanê Sakîne Cansiz, bi destê tetîkeşê MIT’ê Omer Guney êriş hate pêkanîn. Di encama êrişê de sê jinên şoreşger ên afirîner û pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara), endama KNK ya Parîs’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin şehîd xistin.

‘Azadbûna jinê têkoşîna Sara ye’

Sakîne Cansiz navê afirandinê ye. Navê hêvî û baweriyê ye. Sembola zarokên agir û rojê ye. Ew mîna çemê biharê bû û bi geşbûna Biharê diherikî ber bi azadiyê ve. Ew ne tenê parçeyek ji agirê azadiya Kurdistanê bû; ew pêtê ku agirê azadiyê pêxist. Li gel çanda Elewiyan ti caran agir nayê tefandin, tefandina agir mîna gunehekî tê dîtin. Jina Kurd û Elewî Sakîne Cansiz jî agirê azadiyê yê ku di dilê xwe de bi şerê xwe geş dikir û ew agirê azadiyê ku bi şerê xwe geş kir bi herkesî re parvekir.

Bê guman mirov nikare tu caran bi gotin û nivîsan kesayeta Sakîne Cansiz bîne ser ziman. Ji ber ku ew lêgerînvana mezin a heqîqetê û şervana mezin a azadkirina evînê ye. Tevahiya jiyana xwe bi şer û têkoşîna xwe, da şerê azadiya jinan û di her kêliya jiyana xwe de têkoşiya. Ji ber wê yê, rêhevalê wê yê 40 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ji bo jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) dibêje ‘Jiyana Sara mînak e. Azadbûna jinê têkoşîna Sara ye’.

‘Ji bo min wê her tim şer hebe’

Belê Sakîne tevahî jiyana xwe ya tijî şer, da azadiya jin û gelê Kurdistanê. Ji ber wê, ew bi xwe ji bo şer û xeyalên xwe wiha digot: “Ez wekî kesayet, gelek ji şer hez dikim. Ez bawer nakim ku şer heta demek diyar dom dike û paşê diqede. Ez dibêjim di xeyalên min de jî, wê heya dawiyê şer bidome. Ango divê di Kurdistaneke serbixwe de şer bi awayê herî mezin û bi serkeftî hebe. Hêviya min a herî mezin Kurdistanek e ku tê de şer tê kirin,  şerekî mezin lê heye û li ser bingehên wekhevî û azadî ev şer û tekoşîn tê meşandin.”