Rojnameya Ronahî

Wêjeya şoreşê…(3)

Elî Roj

Di rasteqînê de şoreşa herî mezin di hestên mirovan de pêk tê û ger ku ev yek pêk were wê gavê kesayet dikare bi rengekî azad bihizire û serkeftinê di hemû warên jiyanê de pêk bîne. Her wiha ger ku wêje di raman û hestên mirovan de vejîna xwe pêkneyîne, wê  demê çalakiya xwe ya pêşvebirin û pêşengiya civakê nepêkane. Dema ku jiyan bi wêjeyê bê pênasekirin, wê gavê mirov dikare bi rengekî hîn bedewtir pênaseya jiyanê bike û hîn bêtir bi zimanê hest, xeyal, xweşikbûn û zindîbûna hertiştê ku di gerdûnê de jiyan dikin bilêvbike. Ger ku ev yek pêk were wê çaxê rastiya mirov, xweza û hemû zindiyan di kûrahiya hest û deryaya çavên me de bibe xwedî wateyeke cuda.

Ji ber ku mirov herî zêde bi xeyal, hest û asoyên xwe dixwaze cîhana nepenî nas bike û xwe bighîne deverên ku tu kesî xwe nigihandiyê. Dema ku em van rastiyan li ber çavan bigrin, wê gavê mirovê ku ji xwere dibêje ez wêjevan im, pêwîst e ku bi erkê xwe rabe û xwediyê wê têgihiştinê be ku ji bona gelê xwe pêşengiya herî rast bike. Herwiha xwediyê wê hêzê be ku di hemû şert û mercên giran de û li hemberî hemû êrîşan xwedî li civaka xwe derkeve û wê biparêze. Ji ber ku dijmin û neyarên gelan ji bona ku pişaftin û qirkirinê li ser gel û civakê pêk bînin destê xwe tavêjin hemû nirxên civakê yên pîroz û ji bona ku armencên xwe pêk bînin hertiştî ji bona xwe serbest dibînin. Di serî de ji bona ku dagirker  armanca xwe pêk bîne û li pêşiya pêşketin û guhertinên ku di civakê de rû didin astengiyan çêbike, civakê di qirkirineke çandî re derbas dike û dixwaze bi vê yekê civakê tarûmar bike.

Di vî warî de hertim serdest û dagirkeran xwestiye ku civakê dîl bigrin, li gorî berjewendiyên xwe bikarbînin, reng û teşeya ku dixwazin didine civakê û li gorî vê yekê di nava pergalê de dihelînin û li gorî berjewendiyên xwe bikartînin. Ev yek li hemberî hemû civakên blindest tê meşandin û dema ku mirov romanên ku hatine nivîsandin dixwîne mirov van rastiyan bi rengekî sade tê de dibîne. wêjeya gel, bi hemû beşên wê mîna stran, lorîk, çîrok, serpêhatî, helbest, qesîde û… hwd, hemû jî ji berê de hene û hêjayî nirxandinê ne. Divê xalê de Çernîşevskî wiha dinirxîne: “Miletek bê wêje, kor û nezan e. Bi qasî miletek xwedî wêje be, zana û rewşenbîr e, mirovan hîn û şa dike.” Li gorî vê yekê şoreş bi rastiyên xwe dikare wêjeyeke rasteqînî pêşbixe û mohra xwe li serdema dîroka civakî bide.

Sîstema dagirker di hemû waran de dixwaze hêza wêjeyê bi tiştên ne di xizmeta civakê de xerc bike. Lewra di roja me ya îroyîn de mirov dibîne ku wêje û çand bûye amûrekî ku di riya wê hêzên dagirker kelepûra resen a civakê, ziman û dîroka wê berevajî bide nîşandan û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bikartîne. Ev yek jî bi destê kesên xwefiroş û yên ku ji cewher û rastiya xwe dûrketine û ji dagirkeran xirabtir dikevin xizmeta dijminê xwe û di gera xefletê de wnda bûne.

Ji ber ku xebatên çandî û wêjeyî xwedî bandoreke mezin in li ser avakirin û pêşxistina civakê, ji ber vê serdest û dagirker destê xwe tavêje van qadan û dixwazin bi vê yekê civakeke bê parastin, bê çand û vîn avabikin.