Rojnameya Ronahî

‘Dagirkeriya Tirk bingeha çandî jî dike armanc’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Şanonivîs Alan Ebdullah da zanîn ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bi felsefeya Rêber Apo bi ser dikeve. Herwiha Ebdulah destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dibe kelem li pêşiya pêşketa çandî û hunerî, herwiha dagirkeriya Tirk bingeha çandî jî dike armanc.

Bi destpêk û dewamiya şoreşa 19’ê Tîrmehê re êrîş û gefên dagirkeriya Tirk li ser Rojava û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber dewam dikkin.

Di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriy bi hemû pêkhateyên xwe hedefên van êrîşên hovane û dijmirovî bûn.

Dagirkeriya Tirk li pêş çavên hêzên navneteweyî êrişên dijwar li dijî herîma bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne, herwiha di encamaê de bi hezaran mirov ji ber van êrişan şehîd bûn. Lê wekî her cr hêzên desthilatdar ji bo berjewndiyên xwe bêdeng bûn û alîkariya dagirkeriyê dikrin. Di êrişên dagirkeriyê de, herwiha gelek gund hatin talankirin û 3 bajarên kurdan weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin.

Tevî berjewendiyên hêzên navdewletî û siyaseta wan ya qirker ya li hemberî gelên Sûriyê weke Rûsiya, Îran û Tirkiye, berxwedaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê siyasetê bi hêztir bû.

Herîdawî di 23’ê Berfanbara sala 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşeke hovane li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ev êrîş bi awayekî tundî heta 31’ê heman mehê berdewam kir. Êrîşên dawiyê yên meha Berfenbarê yên herî dijwar bûn ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûdan û herî zêde bajarê Qamişlo û gund û navçeyên girêdayî wê kirin hedef.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên hewayî yên di 23’ê Berfanbarê de bi armanca tirsandin û qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû destpêkirin, ku heta 26’ê Berfanbarê jî ev êrîş berdewam kirin. Di van êrişan de dagirkeriya Tirk nêzî 50’î caran êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, 7 caran bi firokên cengî û 33 caran bi dironan ev êriş hatin kirin.

Di encama van êrîşan de jî 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 18 kesên din jî birîndar bûn. Di heman demê de 2 nexweşxane, navendeke tendirustiyê ya şuştina gurçikan, kargeha helberîna oksijênê, stasiyonên elektirîkê, benzînxane û hwd… hatin hedefgirtin. Di encama êrîşên hovane li ser sitasiyonên elktrîkê de, zêdetirî 2 hezar û 600 gund û bajar bê elektrîk man.

Girêdayî êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şanonivîs Alan Ebdullah ji rojnameya me re axivî.

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi paradîgmaya Rêber Apo bi ser dikeve’

 Alan Ebdullah destnîşan kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi paradîgmaya Rêber Apo nimûneya şoreşên cîhanê ya serkeftî ye û wiha domand: “Gelek şoreşên me wekî gelê kurd hatine lidarxistin. Her ku kêmguhdarî jî hebû doz mezin dibû çi gelên bindest ku di bin desthilatdariya hin dewletan de dijîn, hemû jiyana xwe ji bo daxwaz û xwestekên xweyî rawa, di nava hevpeyvîn û hevpeymanan digerin. Kîna ji bo daxwaza wî mafî di raperînên bêdawî û ji wan jî ku sermiyanekî zana hebû, ev doz bi hevgirtina gel mezin dibû û dibû şoreş. Şoreşa  19’ê Tîrmehê jî ji wan raperîn û şoreşan ne dûrtir e, lê ya ku hişt ev şoreş biser bikeve, ew e ku bi saya rêbertiyek zana hatiye birêvebirin, tişta ku hişt biser bikeve ew jî felsefeya Rêber Apo ye, ku 25 sal di zindanê de ye. Sedema revandin û tecrîda li ser Rêber Apo, ew e ku dijmin û hêzên kaptalîzim fikrê wî li ser desthilatdariya xwe xeter dibînin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê bû, berhema xebata gelek kar û xebatên ji bo doza welat bûn. Piştî ev şoreş bi hizr û felsefa Rêber Apo li pêş ket, dijmin gurû har kir. Îro ev şoreş bi biratiya gelên bi pêş ve diçe û dibe nimûne ji bo pêşerojeke dûr û çareserî jê re tê amadekirin. Ev jî ji bo dewletên kapîtalîzim û dewleta Tirk bi taybet cihê nerazîbûnê ye. Ji roja ku ev şoreş dest pê bûye, hemû şêwazên tunekirina gelên vê herêmê pêk tê, êdî zelal bûye ku ew ne tenê li dijî kurdan in, lê belê li dijî mirovahiyê ne.

Êrîşên dagirkeriya Tirk saziyên rewşenbîrî jî dike armanc

Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk adagirker ne tenê sivîl, leşkeran hedef digre lê belê bingeha çandê jî dike armanc û got: “Rojane dagirkeriya Tirkî bi tundî û hovane êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ev şêwaz û rêbazê tundî ji hêla dijmin ve, bi rengê hewildanên tunekirinê ne tenê ji bo hêzên leşkerî belê ew kok û bingeha çandê jî armanc digre. Li ser van armancan hemû saziyên me bumbebaran dike. Ev jî metirsiye li ser saziyên rewşenbîr û nivîskaran û navendên hunerî çêdike. Di heman demê de her ku ev saziyên çandî ku xwe ji bo lidarxistina çalakiyekê hunerî, çandî, rewşenbîrî  ji bo pêşketina çanda gelan amade dikin, dijmin rewşek metirsiyê diafirîne. Herwiha da ku astengî li pêşiya van çalakiyan derkeve holê û ev çalakî pêk neyê, êrîş û gefên dagirkeriya Tirk dest pê dikin. Di dema dawî de hedefgirtina saziyên sivîl yê girêdayî pêşketina çandî û aborî armanc digire nimûneyeke gelekî diyar e.

‘Li dijî desthilatdariyê hevgirtina gelan pêwîste’

Şanonivîs Alan Ebdullah da zanîn ku heyanî ku pirsgirêkên heyî yên gelan çareser bibin, pêwîste gelên cîhanê xwe bi hevgirtin bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Wek dibêjin bi kurt û kurmancî, ev dewletên navnetewî ku kompiloyên veşartî ji bo girtina Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan çêkirine, wê nikaribin bi nêteke paqij bi gelên wî re bisekinin. Herwiha hêzên desthilatdar û hegemon wê rê li ber çareseriya pirsgirêkên cîhanê bigirin.  Dê nehêlin aştî li duniyayê belav bibe. Ew hizira ku em hêviyek baş ji van dewletan bikin, gerek nebe. Çareserî û azadiya van gelan bi hevgirtina wan in(kesî ji ezrayîlan can nexwestiye). Lewma hetanî gelên cîhanê azad bibin pêwîste li dijî van hêzên desthilatdar bibin yek.”