Rojnameya Ronahî

Tevî zehmetiyan jî xebatên girîng hatin meşandin

Tevî êriş dagirkeriya Tirk, dorpêça giran ya hikumeta Şamê û hemû zehmetiyan jî, desteya Perwerde û Hîndekariyê  li herêma Şehbayê di sala 2023’an de kar û xebatên girîng da meşandin, herwiha di nava salkê de pêşketinên ber bi çav hatin qezenckirin.

  Zana Roj/ Şehba

Herêma Şehbayê ya ku piraniyta wan koçberên Efrînê lê jiyan dikin, ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji vê herêmê re, êrîşên dagirkeriyê û dorpêça Hikumeta Şamê her li ser gel û herêmê tê berdewamkirin. Rûxmî tavahî sûc û kiryarên dagirkeriyê lê bi îradeyeke xurt careke din Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin kir. Yek ji xebatên herî bingehîn yên civakî ku xebatên perwerdeyê ye, tevî hemû zehmetiyan jî ev xebat pêş ket û Desteya Perwerdê û Hîndekariyê li herêma Şehbayê xwe bi rêxistin kir û dest bi xebatê kir.

Weke ku tê zanîn herêma Şehbayê ji ber di gelek şer û pevçûnan yên Şerê Sûriyê re derbas bûye, di aliyê binasaziya herêmê de gelek zirar dîtiye. Avahiyên dibistanên herêmê ji sedî 80 hatibûn rûxanidn û ne têrkerbû ku xwendekar tê de perwerde bibin. Lê ev yek jî li pêş xebatê perwerdê  nebû asteng. Dibistanên ku hêjayî bikaranînê ne hatin sererast kirin û gundên ku dibistan tê de nîn in xanî  hatin girtin û dest bi xwendinê hat kirin.

Xebatê Desteya Perwerdê û Hindekariyê yên sala 2023-2024

Li gorî desteya Perwerdê û Hindekariyê, di sala 2022- 2023’an de wan hewil da ku zehmetî û kêmasiyên salên borî hatine jiyan kirin, derbas bikin û bi hêzeke xurt li hember hamû astengiyan bisekinin. Ji ber herêma Şehbayê her tim di nava êrîşên dagierkeriyê  û siyaseta dorpêça Hikumeta Şamê re derbas dibe, pirî caran dibistan di salên borî de dihatin sekinandin û xwendekar ji xwendinê qut dibûn. Lê belê wan hewil da ku di vê salê wan astengiyan derbas bikin û nehêlin ku  siyaseta dijmin bandorê li ser perwerdeyê bike.

Li gorî Desteya Perwerdê di sala xwendinê ya 2023-2024’an de giştî hejmara xwendekarên li herêma Şehbayê gihişt 14 hezar û135 xwendekarî. Herwiha hejmara mamosteyên ku di van dibistanan de perwerde didin; di navbera mamosteyên fermî û yên wekaletê de hezar û 22 mamoste ne. Bi giştî endam û mamosteyên desteya Perwerdê nêzî hezar û 150 kesî ne.

Bi giştî di herêmê de 68 avahiyên dibistanan hene. Ji wan 5 dibistan bi temamî hatine rûxandin, her wiha 5 dibistanên di nûqteya sifir de hene û li gundên ser sînorin. Ew jî ji ber rewşa ewlehî û rojane êrîş tên kirin her wiha kêmbûna hejmara xwendekaran ew dibistan hatin sekinandin û ew xwendekar bi riya nîqaşkirina bi malbatan re derbasî dibistanên gundên mezin bûn.

Perwerde û metiryalên mamosteyan

Li gorî pêwîstiya desteya perwerdê her sal di betlaneyê de perwerde û metiryalên ji bo bilindkirina asta mamoste tên dayîn. Di demsala havînê de 2 perwerdeyên giştî li ser navaroka rêziknameya Desteya Perwerdê û Hindekariyê ji bo hemû mamosteyên ku di asta rêveberiyê de ji desteyê bigire heyanî rêveberiyên dibistanan de kar dikin, hatin çêkirin. Her wiha perwerdeyek taybet li ser asta rêveberiyan têkildarî sîstema nirxandinê hat li darxistin. Û piştî wê di her dibistanekê de perwerde ji bo hemû mamosteyan hatin dayîn. Armanca perwerdeyan jî ji bo giropên her dibistanekê li ser wê sîstemê bê perwerde kirin û kêmasiyên salên derbasbûyî bên derbas kirin.

 Sîstema nirxandinê ya sala 2023-2024

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema nirxandinê ji bo xwendekaran hat pejirandin. Di sala derbasbûyî de tenê ji bo asta seretayî ket piratîkê, lê wê di sala 2023-2024’an ji bo navîn û amedeyî jî bikeve meryetê. Herwiha li gorî desteya Perwerdeyê sîstema nû ya nirxandinê sîstema ezmûnanan tune nake, lê pileyên nirxandina xwendekar û ya ezmûna dawiya werzekê kom hev dibin û rêjeya dawiyê derdikeve.

Peymangehên Şehîd Viyan Amara

Li gorî pêwîstiya herêmê hat dîtin ku peymangeh bê vekirin. Di sala 2023-2024’an de peymangeh bi 6 beşan hat vekirin (mamosteyê refê, wêje û zimanê Kurdî, fîzîk û kîmiya, zimanê Erebî, zimanê Îngilîzî û kompiyoter). Weke hejmar bi giştî 168 xwendekarên sala yekemîn û duyemîn hene. Her wiha li kêlek wê peymangeha Tenduristiyê bi desteya Tenduristiyê re li gorî derfetên qadê û nexweşxaneyê hat vekirin. Hejmara xwendekaran 53 xwendekar yên sala yekemîn û duyemîn hene.

Bandora Erdheja Sibatê li ser qada perwerdê

Bûyera erdheja ku di 6’ê Sibatê de hatiye rûdan bê guman bi xwe re gelek ziyanên madî û giyanî anîn. Ji ber herêma Şehbayê jî herêmekî binasaziya wê talan bûye, vê yekê jî yek ser bandora xwe li ser hin avahiyên dibistanan kir. Bi giştî 5 dibistanên herêmê nêzî hefteyekê ji xizmetê hatin derketin, ji bo telafîkirina wê yekê li şûna wê çadir di qadên dibistanan de hatin danîn. Her wiha bi alîkariya Rêveberiya Xweser ew avahî ji nû ve hatin sererastkirin.

Bandora dorpêçê li ser qada perwerdê û xwendekaran

Siyaseta dorpêça Hikumeta Şamê bi sala ye li ser gelê Efrîn û Şehbayê tê meşandin. Desteya Perwerdê di aliyê sîstema xwendinê û xwendekaran de her sal zehmetiyên cidî dibîne. Herwiha di aliyê tunebûna sotemeniyê de zehmetiyên mezin derdikevin. Di demsala zivistanê de xwendekarên temen biçûk li ber sermayê perwerdeyên xwe yên zanistî dibînin ev jî rê li ber nexweşî û qutbûna ji dibistanê vedike. Di heman çarçoveyê de Hikumeta Şamê her sal rê nade ku pirtûk û qirtasiyên xwendekaran derbasî herêmê bibin. Îsal jî weke her sal ew pirisgirêk hatine jiyan kirin. Tunebûna sotemeniyê di aliyê çûn û hatina mamoste û xwendekaran bû pirsgirêkeke mezin. Lê belê Desteya Perwerdê bi xebatên xwe domand û tenê 4 rojan dibistan hatin girtin.

Pirojeyên Desteya Perwerdê û Hindekariyê

Li gorî Desteya Perwerdê wê xebatên girydayî mamoste û xwendekaran bên bedewamkirin. Ji derveyî wê sîstema nirxandinê baş bê rûnişkanin û şopandina asta mamosteyan bê kirin ku metiryalên tên dayîn heyanî kîjan astê cihê xwe di piratîkê de digire. Herwiha wê di dawiya werzê de civîn bên lidarxistin. Amadekariya akedemiyeke bîrdozî û meslekî ji mamosteyan re wê bê kirin. Li aliyekî din wê hewildana derbaskirina mamosteyên ku xwendina xwe temam dekirine derbasî peymangehan bibin. Avahiyên dibistanan bên çêkirin. Her wiha hewildana amedekirina bexçeyeke xwendinê ji bo zarokan dikin.

`Saleke serkeftî bû û pilanên dijmin hatin têk birin`

Hevserokê Desteya Perwerdê û Hindekariyê li Kantona Efrîn û Şehbayê Fadil Şawîş derbarê giştî sala Xwedndinê ya derbasbûyî û helwesta xwendekaran ji rojnameya wiha axifî û wiha got: “Bi giştî herêma Şehbayê di rewşeke zehmet û aloz re derbas dibe, ev yek jî him ji ber gelê Efrînê koçberin him jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û dorpêça Hikumeya Şamê yên ku tên meşandin. Sala derbasbûyî rûxmî hemû zehmetiyan jî saleke ji bo xwendekaran û rêjeya serkeftinê serkeftî bû. Rêjeya serkeftinê ji sedî 90 derbas kir, ev yek jî erênî hat dîtin. Her wiha erkên ku li ser milê me ji bo pêşxistina vê xebatê bi qasî ku ji destê me hat me kir û me rê neda ku dijmin bigihîne armanca xwe ew jî qutkirina xwendekaran ji xwendin û zanistê bû. Di heman demê de me dît ku xwendekarên me di vê rewşê de di nava îdiya û helwesteke serkeftî de di aliyê xwendina bi zimanê dayîkê û têkbirina tavahî pilanên dijmin û dagirkeriyê de ne. Di dawiyê de em ji bo hemû mamoste û xwendekarên xwe serkeftineke bi ronî û demdirêj hêvî dikin”.