Rojnameya Ronahî

Xerîb Hiso: Pêngava azadiya Rêber Apo gaveke dîrokî ye

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso diyar kir ku pêngava azadiya fîzîk ya Rêber Apo gaveke dîrokî ye û pêl bi pêl li cîhanê belav bû û got, pêngava azadiya Rêber Apo wê bi hêzeke xurtir di sala 2024’an dewam bike.

Derbarê Pêngava Cîhanî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 10`ê Cotmeha 2023`an de hat destpêkirin û li tevahiya cîhanê belav bû, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Hûn pêşveçûna Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çawa dinrxînin?

Ev pêngav encama pêngav û kampaniyên bûrî ne, ku di bin navê dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya ku berî çend salan li seranserî Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bû, di encama wê de, di dema niha de bû pêngaveke cîhanî, ev Pêngav xwe berfireh kir û karîbû xwe li ser piradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan bide naskirin û qebolkirin. Pêngaveke bi vî rengî yekem car di asta cîhanî de hatiye lidarxistin, di dîrokê de wek vê pêngavê  nahatiye çêkirin, vê yekê jî bandoreke mezin di asta cîhan, herêm û li ser dewleta Tirk bi xwe daye çêkiriye. Ev Pêngava ku dest pê bûye di serî de dosya Rêber Abdullah Ocalan, gelê kurd û pirsa kurd kir mijarek, dema ku di asta cîhanî de çêbû û derketiye pêş, dewleta Tirk êşandiye, ji ber dewleta Tirk a dagirker naxwaze dosya Rêber Abdullah Ocalan, dosiya gelê kurd di asta cîhanî de were livandin û têkeve nava tevgerê, ji ber yekser bandorê neyinî li faşîzma Tirk dike û wê neçar dike ku gavan bavêje, ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker ji vê hêris dibe, lewra her çiqase dijminê me li hemberî vê gavê hêris be, ev gav serkeftî ye. Şer û pevçûnên di navbera hêzên desthilatar û hegemonîk, zihneyetên nejedperest û olperest yên ku ji bo serdestiyê şerdikin bê çareserîn e, ev bi serê xwe aliyek ji pevçûnê ye, aliyê din jî aliyê jî ku kombûna gel bi hev re pêşeroja xwe diyar dikin, xwedî pirojeyê çareseriyê ne, ji ber di zihiniyeta desthilatdarî de çareserî tuneye, lê çem civakan çareserî heye. Pêngavku di asta cîhanî de bandorekî mezin çêkiriye, aliyekî bê pevçûne, lê pevçûn heyî di nava civak û hêzên desthilatdar, nejedperest û olperest de ye. Herwiha dewletên kompiloger û di serî de dewleta Tirk dixwaze ji Rêber Abdullah Ocalan tolê bikin, ji ber Rêber Abdullah Ocalan dibê ê ku kurd, Ereb, Tirk û civak xistine astekê ku wan bênefes hiştine, dewletên desthilatdarin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo civakên bindest azad bike têkoşîn dike, berxwedanek pir mezin di asta cîhanê de dide meşandin, dewleta tirk a faşîst ji vê berxwedanê hêris dibe û dewletên ku di kompilo de jî rol lîstine, naxwazin civak xwedî îrade bin.

Girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest tê çi wateyê?

Dema ku tecrîda giran di aliyê hiqûqî, civakî û sizabendî de li ser Rêber Abdullah Ocalan didin meşandin, tê wateya tolê, di heman demê de jî civak jî niha ji van dewletên desthilatdar tolê radikin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya fîzîkî, çareserkirina pirsa kurd bi hevdû ve girêdayîne, Rêber Abdullah Ocalan azad nebe pirsa kurd çareser nabe, di heman demê de Rêber Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî azad nebe, civakên ku bindestin wê bindest bimînin. Herwiha Pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêl bi pêl berfireh bû, ev jî rastiyeke da diyarkirin, rastiya çareseriya di piradîgmeya û piroja netewa demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, vê pirojeya netewa demokratîk bandorekî mezin di asta herêmê de da çêkirin, aniha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirojeyekî netewa demokratîk tê meşandin, gelên cûr bi cûr xwe tevlî vê pirojê kirine, weltên Ereb jî vê yekê erê dikin, kesekî li dijî vê Rêveberiyê û pirojê sekiniye û helwest nîşan daye tuneye, tenê dewleta Tirk a dagirker helwestên neyînî nîşan dide, ji ber dijminyatiya gelan dike.

Pêngava Cîhanî ya azadiya Rêber Apo çiqasî bandora xwe li dewleta Tirk a dagirker dike?

Dewleta Tirk a dagirker naxwaze îrada gelan pêşkeve, lê di pirojeya netewa demokratîk de îradeya gelan pêş dikeve, pêkhateyên Ereb, Kurd, Aşûr, Siryan û olên ku hene jî ji vê zilmê xelas dibin, gel di çarçoveya netewa demokratîk de xwe li pêş xist, lewra vê bandora xwe li cîhanê kir, deskeftiyeke û di heman demê de di cîhanê de bû mûcîzak. Ev Pêngava ku pêl bi pêl berfireh bû di welatan civînan çêdike, hevdîtin çê dibin, danasîna felsefa piradîgimeya Rêber Abdullah Ocalan dide nîşandan, cîhan bi hemû qadên xwe yên jiyanî xwe tevlî dikin, dêmek ev Pêngava di sala bûrî de dest pê bû wek zemînê çareserkirinê û destxistina encamê di sala 2024`an de ye. Bi wê hêviyê derbasbûna Pêngavê di sala 2024`an de encamgirtin e, encamgirtin jî divê hesab ji faîzmê bê xwestin, herwiha rê û rêbazên azadiya Rêber Abdullah Ocalan were diyarkirin, weke berê hevdîtinekê bi Rêber Abdullah Ocalan re nabe, divê êdî fermiyetek bê avakirin, cihê Rêber Abdullah Ocalan were gewrandin ber bi azadiyeke fîzîkî be, ev Pêngavdi vê astê de ye. Dema ku dewletên cîhanî destûr dikin ku ev Pêngav berfireh bibe û bandorekî xwe çêbibe, diyar dike ku dewleta Tirk û hikumeta AKP`ê û MHP`ê bi vê şêwazê di asta siyaseta cîhanî de nema tê qebûl kirin. Dewleta Tirk qelis bûye û di nava xwe de xetmandinekê jiyan dike, xetmandina ku heye dibe sedemê şer, ji bo wê heger nikare çareserîkê ji nexweşiyê xwe re bibîne, wê çawa ji kesên din re çareseriyê bibîne, ji bo wê ev Pêngav bandorekê  bide avakirin û rûyê faşîzma heyî ji raya giştî re nişan bide.

Çiqasî Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî ya çareseriya tevahiya pirsgirêkan li cîhanê deng veda?

50`î sala in ji têkoşîn û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan ku di cîhanê de daye avakirin û ev 25 sal in di zinadanê de ye, rojekê bengewazî ji dewletan nekiriye, tersî wê dewleta bengewazî li Rêber Abdullah Ocalan kiriye, xwestin wî ji civak dûr bixin, ji bo wê li ser vê bingehê Rêber Abdullah Ocalan dibê bengewazî ji van dewletan re çênabe. Gelê me îradek xwe heye û di vê îradê de bi israrin ev jî xeta berxwedan û têkoşînê ye.  Dewletên ku kompilo dane meşandin û îrada gelan şikandin e, di serî de xwestin îrada gelê kurd tune bikin û zagonên dewletan kurdan nas nekin, Rêber Abdullah Ocalan ev hemû dane diyarkirin. Bangewaziya me ji hemû pêkhateyên me heye, partiyên siyasî Karin pir tiştan bikin lê mixanbin di helwestên xwe de hîn lewazin, ji ber aliyekî netewî nedîtine, gel û hemû beşên civakî dikin, lê niha zêdetir barê me girane sala 2024 bera ne wek sala 2023`an derbas nebe, her çiqasî salakî êş derbas bû, lê di heman demê de jî salakî bi berxwedan û têkoşîn jî derbas kiriye, ji bo wê bengewaziya min ew e ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî çareserkirina pirsa kurd, mifteya çareseriya Rojhilata Navîne, gerek weke erkekî exlaqî mirovî ku me girtiye serbixin, ji ber rastiya felsefa Rêber Abdullah Ocalan ev e.  Zindana îmralî û  berxwedan jî di cîhanê de dengekî mezin vedaye, ji bo wê gerek her kes li erk û misyona xwe xwedî derkevin.