Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nûjinha bû dengê jinên Rojhilata Navîn

10/01/2024
in Uncategorized
A A
Nûjinha bû dengê jinên Rojhilata Navîn
Share on FacebookShare on Twitter

NÛJIHNA bi pêşengiya Weqfa Çanda Medyayê ya Jinê ku li Swêdê hat avakirin, 4 sal in bi kurdî, erebî, farisî, tirkî û îngilîzî weşanê dike û bû dengê jinên Rojhilata Navîn.

Ajansa nûçeyan NÛJINHA ku di 6’ê Çileya 2021’ê de bi dirûşma “NÛJINHA, dengê jinan ji duh heta sibê…” dest bi weşana xwe kir, bi taybetî li Rojhilata Navîn dengê jinan digihîne cîhanê. NÛJINHA bi berdewamî ronîkirina berxwedana jinên ku di her qadên jiyanê de têdikoşin, bi nûçe û rêzenivîsên xwe yên li dijî qalib û zimanê zayendperest bi xwendevanên xwe re tên gel hev. NÛJINHA ku ji roja damezrandina xwe heta niha ne tenê ji Rojhilata Navîn, ji deverên cuda yên cîhanê jî bûye dengê jinan.

NÛJIHNA bi pêşengiya Weqfa Çanda Medyayê ya Jinê ku li Swêdê hat avakirin, bi kurdî, erebî, farisî, tirkî û îngilîzî weşanê dike. Di nava 4 salan de bi nûçeyên siyasî, civakî, aborî û çandî bû dengê jinên Rojhilata Navîn.

Ajansê armancên xwe demên borî bi van gotinan diyar kiribû; “Di vê qonaxa heyî de, em komek jinên rojnameger ên li Rojhilata Navîn dijîn, ji bo avakirina zimanê nûçegihaniyeke ji zayentperestiyê pakbûyî, ev demeke dirêje em nîqaş dikin. Di encama nîqaş û guftugoyên me de, him derbarê sud wergirtina ji ceribandinên medyaya jinan de û him jî derbarê mijara ku em li ser esasê vê mîrasê dikarin zimanekî çawa ava bikin de, me qonaxek diyarker li pey xwe hêşt.

Li hemberî hişmendiya deshilatdariya mêran ku derbarê bedena jinan de, heta asta ku wê çi li ber bike, çawa bipeyve, dive çend zarokan bîne dinê, zarok ji ber xwe bibe an na yanî kurtaj ku ‘aqil’ dide jinan û ew li gorî xwe ava dike, em xeteke weşangerî dikin da ku zimanekî gerdûnî yên jinan ava bikin.

Dema ku em vê dikin jî ne ku weke heta niha tiştek nehatiye kirin û em ji sifirê destpê dikin na.  Ji wan ceribandinên ku li ser erdnîgariya ku em lê dijîn, li ber çavan digrin û plan dikin bê li ser vî bingehî xeteke weşangeriya jinê pêş bixin.

Weke tê zanîn Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di sala 2012’yan de li Amedê dest bi weşanê kir û di mijara nûçegihaniya jinê de ta astekê hat. Paşê bi destê dewleta Tirkiyê ve hat girtin. Girtina vê ajansa ku di aliyê nûçegihaniya jinê de xwedî giringiyeke mezin bû, hewla bêdeng kirina medyaya feminist bû.

JINHA her çend ji aliyê jinên kurd ve hatibe avakirin jî, ew mîrasa hevbeş ya jinên ji hemû bawerî û gelên cuda yên li ser vê erdnîgariyê dijîn bû. Bi vê hişmendiyê, dema ku me amadekariya weşaneke din dikir, ji bo xwedîderketina li vê mîrasê me navê xwe weke NÛJINHA diyar kir.

NÛJINHA ku wê bi zimanên Erebî, Kurdî, Farisî, Tirkî û Înglîzî weşanê bike, ji Qahîre ta Stenbol, ji Tehran û Qabûl ta Beyrut û Şam, ji Qamişlo û Sana heta Bexda û Rebat ê, wê sînoran derbas bike. Bajar bi bajar dîroka jinan, jiyan û pêşeroja wan bike mijar û weşangeriyeke li ser vê bingehê wê ji bo xwe esas bigre.

Dê NÛJINHA rêwîtiya xwe bi wan kesên ku li derdora azadî û şînahiya ezmanan kom dibin re berdewam bike. Wê bê cudakariya di navbera ziman, bawerî û rengan de, wê bibe dengê ‘netewa jinê’ û vê bidomîne.”

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.