Rojnameya Ronahî

Tepisandina heqîqetê kujerên Sakîne, Leyla û Fîdanan Venaşêr e

Zana Roj/ Şehba

3 jinên ku pêşengtiya xeta azadiya doza jinê û azadiya Kurdistanê dikirin, di nava pergala hegemonîk de li ser destê kujerên azadiyê hatin şehîd xistin. Sakîne, Fîdan û Leyla xwedawendên bîrdoziya azadî û aşîtiyê bûn û wê bimînin pêşengên têkoşînê.

Di 9 ê Çileya 2013 an de li peytexta Firansayê Parîs, bi destê MÎTê ya ku ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve hatiye rêxistin kirin, sê jinên Kurd ku di tevgera Azadiya Kurdistan û doza azadiya jinê de pêşengtî dikirin hatin hedef girtin û bi komkujiyekî hatin Şehîd xistin. Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Doxan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî), di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi hêz û îradeyeke bêhempa têdikuştin. Di aliyê siyasî, dîplomasî, leşkerî û civakî de pêşengtî û nûnertiya tevgera azadiyê di cîhanê de dikirin. Li ser esasê bîrdoziya Rêber APO di lûtkeya berxwedanê û têkoşînê de şerê hebûn û nebûnê dikirin. Ji bo faşîzma Tirkiyê tevgera azadiya jin û ya azadiya Kurdistanê hedef bigire. Di şexsê van sê qehremanan de komkujiyeke pilankirî li Parîsê pêk anîn û her sê jinên Kurd şehîd xistin. Di doza lêgerîna heqîqeta vê komkujiyê de tu aliyên têkildar ev yek weke sûcekî dij mirovî ji milê faşîzma Tirkiyê ve hatiye pêkanîn negirtin dest û heyanî neha hîn kujer nehatine darzandin. Raya giştî û navnetewî rûxmî ku bi dane û çavdêran isbat bû ku destê Tikriyê yekser di vê komkujiyê de heye jî, lê li hemberî vê yekê tu saziyên navnetewî û mirovî dengê xwe nekirin û ev komkujî bê hesab û lêpirsîn derbas bû.

Têkildarî salvegera 11 emîn a şehadeta Ş. Sekîne, Fîdan û Leyla. Endama Kordînasyona Kongira Star a Kantona Efrîn û Şehbayê Rîhan Elo ji rojnameya me re axivî.

`Kujer nayên veşartin`

Endama Kordînasyona Kongira Star a Kantona Efrîn û Şehbayê Rîhan Elo di destpêkê de her sê pêşengên ku hatine şehîd xistin bi rêzdarî bibîr anîn, her wiha anî ziman ku ev bûyer li pêşiya çavên cîhanê hat qewmandin û wiha got: “pilankirina komkujiyeke bi vî awayî û li ser jinên Kurd di nava dewletên Ewropa de bê guman tavahî pîvan û sînorên mirovahiyê û exlaqî binpê dike. Her sê jinên Kurd nûnertiya xeta demokrasî, aşîtî û azadiyê dikirin. Di dewleteke weke Firansayê de ku bi demokrasî û wekheviyê qaşo bang dike; pêkanîna bûyereke bi vî rengî dide nîşandan ku tu têkiliya wan bi demokrasî û azadiyê re nîne û bi erêkirina wan dewletan ev komkujî hatiye pêk anîn. Dewletên ku destek dane Faşîzma Tirkiyê xwestin heqîqeta pilankirina vê komkujiyê bitepisînin. Lê bi tepisandina heqîqetê kujerên her sê jinên Kurd nayên veşartin”.

`Faşîzma Tirkiyê pêşketin û serketina jina Kurd tehemul nekir`

Rîhan derbarê wesifkirina her sê pêşengan de ev anî ziman: “Ş. Sakîne ji bo mezinkirina têkoşîna jin li hember pergalê û xwedîderketina li hebûn û rastiya xwe. Weke jina yekemîn û pêşeng di Tevgera Azadiyê de ku bi saya tekoşîn û keda wê bi hezaran jinên Kurd û yên cîhanê biherikin nava têkoşînê. Sembola jina azad ku di hundirê malbatê, pergal û zînadanên faîşîzmê Tirk de şerê azadiyê da meşandin.

Ş. Leyla pêşenga tevgera ciwanan bû, dijmin di şexsê Şehîd Leyla de xwest tevgera Azadiyê ya ku bi ciwanan hatiye dest pê kirin hedef bigire. Ş. Fîdan jina ku pêşengtiya xebatê dîplomasî di ewropayê de dikir bû. Her wiha Endama Kongireya Netewî ya Kurdistanê bû. Di nava pergala ewropayê de xebatekî bi wate û bingeh dabû meşandin. Li ser esasê hedefgirtina van pêşketin û destkeftiyan û şikandina vîna gelê Kurd di şexsê jiya azad e, her sê jinên Kurd bûn hedefa faşîzma Tirkiyê”.

`Di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd qirkirin tê meşandin`

Her wiha Rîhan destnîşan kir ku Kompiloyên ku pêk tên berdewamiya kompiloya li ser Rêber APO ye û wiha pê de çû: “Faşîzma Tirkiyê di asta yekemîn de û tavahî hêzên kompiloger ku bûne destek, heyanî îro jî hîn kompiloyê birêve dibin. Divê em ji bîr nekin careke din li Firansayê di dîroka 23 ê Kanona 2022 an de sê welatparêzên ku pêşengtî ji doza gelê Kurd re dikirin hatin hedefgirtin. Ev yek rastiya berdewamkirina siyaseta kompiloyê dide nîşandan”.

`Soza şopandina xeta Sekîne, Leyla û Fîdanan didin`

Rîhan bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir:”Birêxistin kirina jinên Kurd, Ereb, suryan, xiristiyan û Turkmen li ser esasê felsefeya Rêber APO ji cîhanê re daye îsbat kirin ku em şopdarê xeta Sakîne, Leyla û Fîdan in û tavahî pilanên dijmin ên li dijî jin û gelê Kurd me têk birine. Bi vî rihê emê mîrasa şehîdên komkujiya Parîsê û hemû şehîdên doza azadiyê biparêzên û her tim şopdarên doza wan bin.”