Rojnameya Ronahî

Festîvala Mîtan. Şoreşek Ji Şanogeriyê Ye

 Zana Roj/ Şehba

Mîhrîcana Mîtan mînaka çanda gelan e, ku li Efrînê destpêkir û heyanî roja îo jî berdewamdike. Mîtan mewsima 5 emîn wê di 10’ê Çileyê de li herîma Şehbayê were orgenîze kirin. Derhêner Mihyedîn Erselan destnîşan kir ku Mîtan bi hêvî û armanca derbasbûna navnetewî hat destpêkirin .

Festîvala Mîtan weke sembola hembêz kirina tavahî şanoyên ku bi mijar û nameyên cihreng di nava xwe de dihewîne tê nas kirin. Ev mîhrîcan li ser asta Efrînê yekemîn car di sala 2014 an de hat destpêkirin. Di avakirina kom û şanogerên wê de xebateke mezin hat meşandin. 3demsalên mîhrîcana Mîtan di Efrînê de hatin amede kirin. Lê di encama şer de û koçberbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re; Mîtan 4 li Şehbayê hat li dar xistin. Niha komîna Sîname, Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn û Şehba amedekariya Mîtan 5 li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêma Şehbayê dikin ku wê di 10’ê Çile de dest pê bike.

Girêdayî fistîvala Mîtan bi giştî û amedekariyên ji bona Mîtan 5 mîn, derhêner Mihyedîn Erselan ji rojnameya me re axivî.

‘Mîtan, yekemîn mîhrîcana li ser asta Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin’

Mihyedîn anî ziman ku Mîtan dîrokek ji berxwedaniyê ye û ji Efrînê dest pê kir û wiha axaftina xwe domand: “Mîhrîcan ango lêgerîna afirandina Mîtan destpêkê li Efrînê hat destpêkirin. Yekemîn Mîhrîca ku li ser asta Rojavayê Kurdistanê bi çand û zimanê Kurdî hat amede kirin. Cara yekemîn di Rojavayê Kurdistanê de li dar xistina festîvaleke bi vî rengî tê kirin. Dema me ev pêşniyar li Rêveberiya Xweser kir di Efrînê de; gelek matmayî man. Yanî wê çawa bibe û derfetên heyî destek dide ku tiştekî bi vî rengî bê li dar xistin yan na. Gelek pirs û nakokî hebûn. Lê belê Rêveberiya Efrînê bi me re bû alîkar û yekemîn festivala Mîtan di sala 2014 an de hat berdan”.

`Mîtan yekemîn gav bi ziman û çanda Kurdewariyê derketina ser dika Şanoyê bû`

Mihyedîn di axaftina xwe de wiha pê de çû: “Mîtan yekemîn gav bi ziman, çand û filiklora Kurdawariyê piştî bi sedan salan di bin hikumê Sûriyê de jiyan kirin, bêyî ku em fêlbaziyan li serê tu kesî bikin derketina li ser dika Şanoyê bû. Bingehek xurt a Mîtan di Efrînê de hat avakirin, ew bingeh li ser esasê hezkirinek wê gelerî. Beriya ku festival bê destpêkirin me bi kernavalekê li kolanên bajêr de pê dikir. Ev yek jî hêşt ku hezkirin û girêdanbûneke gel jê re bê teysandin. Di roja yekemîn a festîvala Mîtan de me dît ku gel weke pêlên deryayê li ser me de hat. Ev nirx hêştiye ku Mîtan şopa xwe li vir jî bi wê hezkirin û heyecanê berdewam bike”.

`xewin bûn rastî`

Mihyedîn diyar kir ku piştî koçberiyê li dar xistina Mîtan 4 weke xewnekê bû û wiha domand: “Li ser asta herêmên Rêveberiya Xweser yekemîn peymangeha şanoyê li Efrînê hat vekirin. Ew şagirtên ku di wir de hatine perwerde kirin, bûn bingeh ku em li Şehbayê zêde zehmetiyên mezin di rewşa koçberiyê de nekşînin û bi saya vê yekê me Mîtan 4 li Şehbayê lidarxist. Mîtan 4 ji bo me hemûyan weke xewnekê bû û pêwîstebû ku em ji bo ku ew xewin pêkwere şer bikin heya ku pêkwere. Bi wî rihî em niha amedekariya Mîtan 5 dikin”.

`Mîtan bû rêbazê berxwedanî û şoreşgeriyê`

Mihyedîn anî ziman ku me di koçberiyê de nas kir ku dijmin ji bo vê çandê êrîşî me dike û wiha got: “Belkî li dar xistina festîvaleke bi vî  rengî di destpêkê de em zêde ne di ferqa wate û girîngiya wê de bûn. Lê di Şehbayê de giringiya vê yekê ji me re bi rengekî ber bi çav hate xuyakirin. Dijmin ji bo ziman, çand, hebûna, vî rihê êrîşî me dike û qirkirina me armanc dike. ji bo wê ji nû de amedekirina festîvala Mîtan li Şehbayê rûxmî dorpêç, êrîş û koçberiyê tê wateya pêkanîna şoreşa hunerê. Êdî Mîtan riya xwe guherî û bû rêbazek ji berxwedan û şoreşê”.

Amedekariyên Mîtan 5

Mihyedîn diyar kir ku Mîtan 5 li ser aste Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li dar xistin û wiha domand: “Mîtan 5 wê di 10’ê Çile de li hola Ehdas ya çand û hunerê dest pê bike. Destpêkê wê bi rengê hunerî komên me derbasî nava gel bibin û li Kampa Serdem û Berxwedan û gel vexwînin temaşekirina berxwedaniyê. Her wiha festîval wê 10 rojan berdewam bike. Roja yekemîn wê bi xelatkirina kesên ku şopa xwe di nava çand û şanoya Kurd de hêştine û ked dane wê bê destpêkirin. Girêdayî koman wê 7 komên şanoyan beşdar bibin. Yekemîn car wê komek şano ji Kerkûk herwiha ji herêmên Cizîr û Firatê Raqa, Hesekê, Kobanê wê beşdar bibin. Ji navneda Cemîl Horo ya Helebê wê komek beşdar bibe. Herwiha wê 2 kom ji Efrînê yê tevgera Hîlala Zêrîn û ya TEV- Çand beşdar bibin. Wê bi ahengeke hunerî bi dawî bibe”.

Mihyedîn wiha axaftina xwe dewam kir: “Wê Mîtan îsal ne bi rengê xelat kirinê bi dawî bibe. Tevahî komên tê de beşdar bibin bi rengekî serkeftî em ê bigirin dest. Ji ber armanca me lihevkomkirina çanda ye û danasîna wê ji civakê re ye”.

Mîtan armanca derbasbûna Navnetewî dike

Derhêner û berpirsê Komîna sînama li Kantona Efrîn û Şehbayê Mihyedîn Erselan bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Festîvala Mîtan dema hatiye destpêkirin, bi armanc û hêviya derbasbûna wê ji Navnetewî re bû. Ji ber Mîtan hemû çand û zimanan di nava xwe de dihewîne. Ew Ziman û gelepora ku ji me re qedexe bû, em bibin riya lihevkomkirina hemû rengên çandan. Gavên me li ser wê esasê hatin avêtin û armanca me heyanî vê kêliyê ew e ku Mîtan bibe Festîvala Şanoyê ya Navnetewî”.