Rojnameya Ronahî

Tecrîda li ser Zimanê Kurdî

Xecê Şen

Piştî demeke dirêj şûn de îsal fuara pirtûkan li Amedê hat li dar xistin û ev neh roj in berdewam dike. Hêjayê gotinêye ku îsal ji her carê zêdetir weşanxaneyên kurdî yên ku xwerû bi kurdî weşangeriyê dikin cih girtine. Ev ji bo pêşxistin û pêşdebirina ziman, wêje û weşangeriya kurdî cihê şanazîyê ye.

Bêguman di çarçoveya bernameyên fuarê de gelek bernameyên hêja yên li ser mijarên cihêreng; weku ziman û wêje, ziman bişaftin û xwebişaftin, ziman û çapemenî, ziman, çand û hûner, ziman û weşangerî, berî hatina polîtîkayên kayyum-khkê û piştî hatina van polîtîkayên wan rewşa zimanê kurdî hatin lidarxistin. Di van bernameyan de rewşa ziman û wêjeya kurdî jî ji gelek hêlan ve hat nîqaş kirin. Li gor nîqaşên ku di van bernameyan de hatin kirin, ziman her çiqas di weşangeriyê de bi pêş ketibe jî, lê mixabin di axaftin û bikaranîna zimanê kurdî ya rojane de li gor salên 2014-2015 û 2016an gelekî bi paş ketiye. Bêguman gelek sedemên xwe hene. Lewra berî hatina polîtîkayên kayyuman-khkê yên xespî, bi sedan sazî û dezgehên ku xwerû li ser ziman, wêje, çand û hûnera kurdî dixebitîn hebûn. Weku sîwana hemû saziyên kurdî ji aliyê TZPKurdî ve bênavber xebatên hişmendiya zimanê kurdî, hîndekarî, perwerdehiya ziman û gihandina mamosteyên ziman di gelek astan de dihatin kirin. Herwiha navê gund, bajar, tax, cîh û waran tev bi kurdî li wan hatibû kirin. Ji malên perwerdehiyê, dibistanên azad, krêşên zarokan û heta malên şêwirmendiyên jinan ku di bin banê şaredariya de hatibûn vekirin tev ji aliyên TZPKurdî ve dihatin perwerde kirin. Perwerdehiya ku bi çar astan dihate kirin, salê bi hezaran xwendevan mezûn (kita) dikirin. Dîsa di alîyê çalakiyan de salê bi sedan çalakî, meş û mitîngên ji bo bilind kirina hişmendî û pêşxistina zimanê kurdî dihatin lidarxistin û di gelek astan de meteryalên dersên perwerdehiyê dihatin amade kirin. Ev ji bo pêşxistin û pêşdebirina zimanê kurdî bi tena serê xwe şoreşeke mezin bû. Hêjayê gotinê ye ev xebatên Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) di asteke bilind de dihate kirin. Ji ber vê yekê dewleta tirkîyeyê neçar ma ku di derbarê zimanê kurdî de gaveke berbiçav biavêje. Ne bi awayeke zagonî, bi awayeke korsanî be jî beşên ziman û wêjeya kurdî ya bi navê kurdeolojî hatin vekirin, her wiha kurdî bû dersa bijarte, li dadgehan parastina bi zimanê kurdî dest pê kir, tr6-trkurdî dest bi weşana kurdî kirin û hwd. Bêguman ev di encama berxwedan û têkoşîna gelê kurd a ku bi salane didome de hat bi destxistin. Ev xebatên dewletê yên li ser ziman û wêjeya kurdî ji aliye naverok û pêşxistina polîtîkayên ziman û perwerdehiyê ve ne li gor xwesteka gelê kurd be jî, naveroka wê vala û pûç be jî hê didome. Rejîma tirkîyê ji aliyekî ve van xebatan dike û ji aliyê din ve jî li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê dide meşandin û ziman qedexe dike. Ev dirûtî û rûreşiya rejîmê ye û navê vê tecrîda li ser ziman e.

Lewra bi hatina polîtîkayên kayyum û KHKê ve bi navê Kurdî-Derê tenê 100 komeleyên ziman û perwerdehiya kurdî, sê enstîtuyên ziman û wêjeya kurdî, akademiya Ehmedê Xanî, 43 malên perwerdehiyê (Malper), ji bistî zêdetir dibistanên azad, ji sedî zêdetir kreşên zarokan, 43 saziyên piştevaniya jinan ku xebatên xwe bi zimanê kurdî û pirzimaniyê dikirin hatin girtin. Yekser girtina van saziyan komkujiya li ser ziman û çanda kurdî bû. Ev jî tê wateya jenosita li ser ziman û çanda kurdî. Bi girtina van saziyan re ji gelek hêlan ve polîtîkayên qedexe kirina ziman, çand û hûnera kurdî bi pêş ket. Dewletê xwest taybet li ser Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet a bişaftin û xwebişaftinê bide meşandin. Jinên ciwan û bi giştî ciwanên kurdan bi rêya hişbirê, fuhuş û hwd.  Ji ziman, çand, huner û nirxên xwe yên netewî bidin dûr xistin. Anku ji bo ku bikaribin hemû beşên civaka kurdan bikin binê hakimyeta xwe zimanê kurdî tecrîd kirin û gelek xebatên hûnera kurdî asteng û qedexe kirin. Di serî de berxwedêrên zindanan û gelek mirovên ku kurdî diaxivin hatin ceza kirin. Mixabin ev jî bi xwe re xwebişaftin anî. Êdî rewş ji asta politîkayên bişaftinê derketiye û asta xwebişaftinê bi pêş ketiye. Em hemû baş dizanin ku xwebişaftin xetereya herî mezin e. Heta ev li pêşiya çareserkirina doza kurdan astengîya sereke ye. Lewra Rêberê Modernîteya Demokratîk Rêber Apo li ser mijara ziman, wate û girîngiya ziman hem di parêznameyên xwe de û hem jî di axaftina xwe ya berî sê salan bi malbat û parêzerên xwe re kiribû anîbû ziman û rexneya herî tûj li partî, sazîyên kurdan û malbatan kiribû û gotibû; “şermeke mezine ku malbatên kurd di malên xwe de bi zarokên xwe re kurdî naaxifin û zarokan hînê zimanê kurdî nakin”. Em hemû baş dizanin ku li ser xaka Kurdistanê bi hezar salan zêdetire ku  polîtîkayên şerê taybet ên dewletên dagirker di gelek hêlan de hatine kirin û îro jî ev polîtîkayên şerê taybet didome. Ev rastiyeke ya polîtîkayên dewletan e. Lê em hemû jî baş dizanin ku li ser xaka Kurdistanê di her dem û dewranan de çanda berxwedanê jî bi pêş ketiye, neteweya kurdan hatiye parastin. Jinên kurd û gelê Kurdistanê her tim li dijî dagirkeriyê, li dijî pişaftina ziman, çand-hûnerê û ji bo jîyaneke azad li ber xwe dane hebûna xwe parastine. Hêjayê gotinêye ku saya vê çanda berxwedaniyê ye ku ziman, çand û hûnera kurdî heta îro hatiye.

Bêguman ev di encama berdêlên mezin de hatine pêşxistin- pêşdebirin û parastin. Bi vê mebestê kampanya me ya TJAyê ya bi şiara “Bi Jin Jîyan Azadî’yê ber bi Azadîyê ve” jî ji xalên wê ya herî sereke li dijî polîtîkayên dewletê ya şerê taybet û li dijî polîtîkayên pişaftin û xwepişaftinê dayîna têkoşîneke bêhempaye û ev têkoşîn di asta herî bilind de jî didome. Herwiha îro jî ji bo Azadîya fizîkî ya Rêberê Modernîteya Demokratîk Abulddah Ocalan û ji bo zimanê kurdî wê bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê ji bona hezaran girtiyên azadîyê yên ku di gireva birçîbûnê de ne. Herwiha bi heman mebestê bi pêşengiya tevgera me TJA, Dayîkên Aştîyê û saziyên kurdan de li seranserê Kurdistanê û Tirkîyê jî Nobetên Edaletê dane dest pê kirin û di nava berxwedaneke bêhempa de ne. Bêguman di vê pêvajoya berxwedêr de di heman demê de jî ji bo pêşxistin û pêşdebirina ziman û parastina ziman jî fersendeke mezin e. Em bi ruhê vê berxwedariya têk birina tarîtîyê û bi baweriya azadiya roj û ronahiyê dikevin saleke nû. Em sala nû ya 2024an di serî li hemû jinên berxwedêr û hemû mirovahiyê pîroz dikin û em hêvîdar in ku ev sal bibe sala azadiya vîn û rojê û bibe sala azadiya hemû mirovahiyê.