Rojnameya Ronahî

Kar û xebatên Desteya Perwerdeyê

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêş perwerdeyê dibe asteng, herwiha da zanîn ku wan ji bo pêşxistina asta perwerdeyê gelek kar û xebat dane meşandin.

Sala xwendinê ji 10 Îlona 2023’an ve destpê kiriye û wê di 23’ê Gulana 2024’an bi dawî bibe, li ser asta bakur û rojhilatê Sûriya yê hijmara dibistanan 4 hezar û 145 dibistan in, 41 hezar û 817 mamoste ne, 889 hezar û 741 xwendekar jî hene. Heta niha 205 dibistan hatin çeksazkirin li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê. Herwiha hin guhertinên gelekî mezin çêbûn, ji aliyê minhac ve, li Tebqa minhacê Rêveberiya Xweser ji refa 1 heya refa 12 hat dayîn, di heman demê de hijmareke baş ji xwendekaran li Tebqayê refa 12’ya minhacê Reveberiya Xwesere dixwînin, ev jî gaveke pir serkeftiye ku herêmek wek herêma Tebqayê di salekî de minhacê Rêveberiya Xweser têde hat dayîn, him jî li Reqayê minhacê Reverberiya Xweser ji refa 1 haya 9’an hatiye dayîn û piştî zelalkirina rewşa Dêrazorê, li wir jî ji refa 1 haya 9 minhacê zanistî ji nû ve tê dayîn.

Di derbarê kar û xebatên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hac Elî ji Rojnameya me re axivî.

Semîra Hac Elî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Îsal perwedekirina mamosteyan bi rengekî cûda ji salên din hat dayîn, salên borî her havîn mamoste perwerde dibirin, lê îsal me biryar da ku her şemî perwerde were dayîn û bi rengekî piratîk di dibistanan were pêkanin. Di van perwerdeyên roja şemiyê de, wê mamoste di milê pedekojî, sîstema nirxandinê, pêngavên hişiyarkirinê û perwerdeyên tendirustî perwrdeyan bibin û nîqaşên berfireh li ser bikin. Herwiha wê mamoste ferî çalakiyên komxebatan bibin û piştî wê mamoste wê van çalakiyan li dibistanan bide xwendekarên xwe, ev jî wek cûdabûnekê ji salên bûrî ye. Ji bo perwerdekirinê û avakirina kadiroyên herêmê ji bo dayîna perwedeyên meslekî û fikirî, Akademiya Perwerde û Lêkolînên Stratîjîk ya girêdayî desteya bakur û rojhilatê Sûriyê hat vekirin û vê rolê dilîze. Ev akademî  karê lêkolîn, werger, perwerde, zelalkirina sîstema kar û perwerdeya rêveberên dibistanan dike, ev jî derfeteke başe. Îsal xwendekarên peymangehên amadekirina mamosteyan yên ku du salên wane qediyane li herêmên Cizîrê, Firat û Şehbayê derçûn û li ser cihên vala li dibistanan hatin belavkirin, ev jî derfetek baş bû”

 Astengiyên ku derketin

Semîra Hac Elî wiha dewam kir: “Li hemû herêman perwerdeyên xweser û yên meslekî jî tên dayîn, lê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li pêş perwerdeyê bû asteng. Her wiha ev gelên ku ji herêmên dagirkirî di nava kampên weke Waşokanî, Serêkaniyê, Newroz  û yên Şehba jî rastî zehmetiyan tên, erê  perwede li van kampan jî tên dayîn lê pir zehmetî derdikevin pêşiya koçberan. Astengiya sereke êrîşên berdewam yên dewleta tirk a dagirker e, her ku êrîşek pêk were bandoreke neyînî li ser perwerdeya xwendekaran dike, bi taybet li herêmên me yên nêzî  sînor yên wekî; herêma Cizîr, Firat, Minbic û Şehbayê, ji ber erişan dibistan tên rawestandin û zarok ji perwerdeyê bê par dimînin. Hewldanên me her dem hene ku ev xwendekarên ku wane ji wan çûne, em careke din bidin wan, lê wê newekî ku xwendekar rojane bi dibistanên xwe re eleqdar bin. Herwiha dorpêça hikumeta Şamê ya li dijî herêma Şehbayê ji bo perwerdeyê dibe asteng. Her sal ji ber dorpêçê û nebûna sotemeniya erbiyan û ya germkirinê di werzê zivistanî de dibistan tên girtin û perwerde tê rawestandin. Li aliyekî din ji ber kêm derfet çapkirin û belavkirina pirtûkan derng dimîne.”

 Pirojeyên Desteya Perwerdeyê yên sala 2024’an

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ya herêma  bakur û rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî  di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pirojeyên me yên sala 2024’an, li giştî herêmên ku dibistan lê kêmin û  xwendekar dabeşî du focan dibin, me biryara avakirina dibistanan daye. Her wiha çeksazkirina dibistanan û guhertina navên dibistanan jî dewam dike, em navê şehîdan li wan dikin, her wiha em kar dikin ku  bexçeyan ji  zarokan  ra li gelek herêman vekin, di heman demê de wek komîna dibistanê were avakirin ku mamoste, xwendekar û malbatên xwendekaran cihê xwe tê de bigrin, ji ber ku dibistan li civakê vedigere û zarokên vê civakê lê dixwînin, em vê hişmendiya ku civak û malbat bi hev re bikaribin parastina alav û amûrên dibistanê bikin, dixwazin pêş bixin. Haziriyên me hene  ku  didemeke nêz de  zagonekî perwerdeyê  derxin, him zagon ji bo peymangehên taybet yên zimanan, û zagona destûrnameya bexçeyên zarokan û bi van zagonan hêdî hêdî sîstema  xwe sererast bikin.”