Ayşa Silêman/ Qamişlo
Hevseroka Desteya Aborî ya kantona Cizîrê Hediya Elî, diyar kir ku wan di sala 2023’an de herî zêde projeyên firngehan pêk anîn û ji bo peydakirina hucdariya civakê gelek kar û xebatên girîng dan meşandin.
Desteya Aborî bi riya istratîjiya giştî ku peydakirina hewcedariyên bingehîn yên civakê pêk tîne, kar û xebatên xwe dide meşandin. Armanca sereke ya desteyê ew e ku civak bikaribe pirojeyan çêkin û her meclis û navçe bikaribe xwe bi rêve bibe. Girêdayî desteyê jî 5 rêverberî hene; Rêveberiya firnegehan, pêşesazî, bazirganî, kampaniya Newroz, parasatina pêjiyaniyê û mezaxtinê, ev hemû girêdayî desteya abûrî ya Herêma Cizîrê ne, wek binesaziya rêxistinkirî bi vî awayî tê berdewam kirin, yek ji pirojeyên ku desteya abûrî di sala 2023’an de pêk aniye, çaksazkirin û amadekirina xetên berhemdayînê, peydakirina parçeyên teknîkî, kelûpelên temwînê û peydakirina ard ji bo firnegehan re bû.
Di derbarê kar û xebatên desteya abûrî ya sala 2023’an de Hevseroka Desteya Aborî ya kantona Cizîrê Hediya Elî ji Rojnameya me re axivî.
Kar û xebatên desteya aborî
Hediya Elî diya kir ku yek ji projeyên wan yên bingehîn çeksazkirina firingehan bû û wiha domand: “Di sala 2023’an de me çaksazkirina firingehan wekî pirojeyeke bingehîn girt dest, girt dest, 11 firnegehên giştî ku girêdayî desteya aborî ne li ser asta kantona Cizîrê, her firnegehek divabû budceyek taybet ji bo wan were tirxankirin, ji ber ku 40 sal li ser xetên wê yên berhemdayînê re derbas bûne û divabe werin guhertin, her wiha li hin navçeyan firnegehên giştî nînin, em xwe dispêrin firnegehên taybet, lê hin ji van firnegehan ne diketin bin xizmeta civakê de û ne li gor şert û mercên me bûn, her wiha 5 firnegeh me dabûn şixlandin, 2 firnegeh li aliyê bajarê Hesekê, me dan komperatîv da ku em wek aboriya civakî bêtir piştgiriya wê bikin û 11 firnegehên giştî hene ew jî dibin destê me de ne, ji bilî firnegehên nîv tometîk, kevir û yên leşkerî ev hemû jî di bin delitmeya desteya aborî de ne, wek karê pêjiyaniyê jî bi taybet di milê zagona pêjiyaniyê de ku li ser asta herêma bakur û rojhilatê Sûriya hatiye derxistin, 14 komîteyên me yên pêjiyaniyê li ser asta kantona Cizîrê hene, ev komîte jî kar û xebatên xwe li gorî zagona pêjiyaniyê ya parastina mezaxtinê tê kirin.”
Beşên Desteya Aborî
Hediya Elî berdewamî da axaftinên xwe û wiha got: “Ji bo beşa pêşesazîyê; desteya şopandina kampaniyan heye, ev deste jî bi taybet karê wan şopandina kargehanên ku li herêmê ne, karê van kargehan jî ji bo pêk anîna pêwîstiyên civakê ne, da ku ev astengiya aborî kêmbibe û derfetên nû ji bo kar jî çêbibin di van kargehan de. Her wiha hijmara kargehan heya niha gihiştiya 700 kargehî, ev kargeh yên kelûpelên kîmawî, bilastîk, kargehên cêkirina qinînên avê, yên oksjînê jî du kargehin, hin kargeh hene taybet ji bo çandiniyê ne û kargehên boyaxê û yên deboyên parastina xwarinê jî hene, her wiha ji bo bazirganiyê jî desteya şopandinê heya ku li ser karê bazarê û şopandina deriyê sînoran disekine, û qeydkirina kampaniyan ji aliyê derxistin û wergirtina berheman de jî, ev yek derfetê bêtir dide civakê da ku karibin bêtir kampaniyan vekin, her wiha kampaniya Newroz jî 14 markêtên wê li ser asta kantona Cizîrê hene, ev markêt jî ji bo belavkirina şekir û kelûpelên bingehîn ji bo xizmeta civakê ne, ev hemû kar dikevin di bin sîstema desteya abûrî de”
Pirojeyên ku desteya abûrî di sala 2023’an pêkanîne
Hediya Elî wiha dewam kir: “Pirojeyên ku sala 2023’an de me pêk anîn; vekirina firnegehekî li navçeya Çil axa ya girêdayî kantona Qamişlo, vekirina firnegehekî li aliyê bajarê Hesekê bi navê firnegeha Xabûr, ku bi alîkariya desteya aborî ya bakur û rojhilatê Sûriya yê, deboyên parastina xwarinê me radestî desteya aborî ya bakur û rojhilatê Sûriya yê kir, da ku ew bi vê pirojeyê rabin, ji sedî 10 badceya giştî ji bo pirojeya jin hat rakirin, ya ku ket nexweşxaneya welidandinê de ku hemahengiya Rêveberiya Xweser pê rabû, Her wiha peydakirina amûran bi riya mûnaqesata ev gavek baş bû, da ku em bikaribin amûrên xwe birehetî çaksazbikin, bi alîkariya desteya abûrî ya bakur û rojhilatê Sûriya yê du xetên sîstema nû, hatin suarkirin ji firnegeha Til Hecer ya li bajarê Hesekê re, di sala 2023’an de gelek komperatîf hatin avakirin, him wek beşê abûriya giştî, em firnegehan didin komperatîfan da ku bikaribin xwe bi cih bikin û nanê civakê peyda bikin, bi bihayeke guncaw li gorî şert û mercan, her wiha di milê çandiniyê, pêşesazî, bazirganî komperatîf tên çêkirin ji bo xizmeta civakê, li bajarê Qamişlo jî nêzî 9 komperatîfan hene girêdayî meclis û abûriya civakî ne, li bajarê Hesekê jî nêzî 8 komperatîfan hene û di gelek beşan de kar dikin wek; milê çandinî, firnegehan û nanê sêlê de.”
Astengî
Hediya Elî derbarê astengiyan de wiha got: “Astengiyên ku dibin kelem di pêşiya kar û xebatên Desteya Abûrî kêmûna aboriyê ye û piştgiriya rêveberiyê ji bo me pêwîste, milet jî ne diwê astê de ne ku bikaribin xwe bi xwe komperatîfan çêkin û her tim komperatîFên me têk diçûn, ji ber ku behreyên me têrê nedikirin ku em wê pêşbêxin, ev jî arncama kêmasiyên kesên ku têde kar dikirin.”
Pirojeyên Desteya Aborî ya sala 2024’an
Hevseroka Desteya Aborî ya kantona Cizîrê Hediya Elî dawî li axaftinên xwe anî û wiha got: “Emê di sala 2023’an de giraniyê bidin avakirina 3 firnegehan, ji ber ku ya herî zêde civak hewcedarî wêye, firnegeheke giştî li Amûdê, bajarê Qamişlo û her wiha firnegehekî li xuwêran çêkin, berdewamiya pirojeya peydakirina amûrên yedek ji bo firnegehên me, bi alîkariya rêxistina navneteweyî re, ji nû çaksazkirina xetên firnegehan ji ber ku gelek ji wan kevin bûne, hewcedarî guhertin û ji nû siwarkirina xetên nû ne.”