Rojnameya Ronahî

Bazarî û şerê ji bona bercewndiyan

Volqan Elî

Par-pêrar şerên Ûkrayna, Qerebax û Xeze bi pêş ketin û yê Xezê hê jî didome. Van eşkere dan diyarkirin; şerê cîhanê yê 3’yemîn ku di sala 1990’î de dest pê kiriye jî wekî her du şerên cîhanê yên din, ji ber parvekirina çavkanî û rêyên enerjiyê derketiye holê. Hêzên hakim ên cîhanê xwestine cîhanê û xêr û bêrê wê ji nû ve li hev par ve bikin; li ser kursiyên xwe rûniştine û xwîna gelan dirêjînin.

Di Îlona sala derbas bûyî de li Hindistanê civîna 20 dewletên mezin hate lidarxistin; tê de projeya rêya enerjiyê ku di Hindistan, Sûdî Erebîstan, Îsraîl, Qibris û Yewnanîstanê re derbas be hate aşkerekirin. Piştî wê li Qerebax û Xezeyê (bi taybetî jî li Xezeyê) şerekî xwînavî qewimî. Vê, rastiya ku me li jor aniye ziman bi şiklekî zelal daxistiye holê. Ji vê jî tê fêmkirin ku armanc û hedefa şerê Rûsya-Ûkrayna jî ev bûye. Xwestine bi vî şerî tfaqa Rûsya-Çîn ku di ser Ûkraynayê re rêya enerjiyê bigihîne Ewrûpayê sabote bike. Dîsa tê fêmkirin ku armanca li pişta şerên Kendavê ku ji sala 1990’î vir de tê jiyîn, şerê Efxanîstan û Iraqê, bûyerên ku di pêvajoya jê re ‘bihara Ereban’ tê gotin de li Misir, Libya, Yemen û Sûriyeyê hatine jiyîn ev bûye.

Wekî tê zanîn, şerê li ser vê esasê, şerekî ku modernîteya kapîtalîst di navbera xwe de ji 150 salan vir de dimeşîne. Dema Şerê cîhanê yê yekemîn tifaqên wî şerî ji aliyê Îngîltere û Almanyayê ve hatiye avakirin. Her du dewletên kapîtalîst-emperyalîst ji vê blokbûna şer re serkêşî kirine. Wê demê jî projeyeke cuda di rojevê de bû. Jê rê digotin projeya Basra-Berlîn a rêyên hesinî yên trênê. Piraniya dewletên li cîhanê li derdora van her du dewletan ref bi ref ketin şerê berjewendiyê yê qirkirina gelan. Dîsa şerê cîhanê yê duyemîn. jî; li dijî Almanyaya Hîtler, tfaqa Îngîltere-Sowyet (Rûsya)-DYE (Emerîka) rêya Qefqasya-Îran-Hindistanê girt. Şerê cîhanê yê duyemîn li ser vê bingehê gur û gêş bû. Şerê cîhanê yê sêyemîn jî, bi pêşengiya DYE’yê ji bo karibe rêya Hindistan-Sûdî-Îsraîl-Qibris û Yewnanîstanê ava bike diqewime.

Li pêşiya vê rêyê hin asteng hene, mînak Îran yek ji van e. Lê tê fêmkirin ku êdî, ev, ji astengbûnê hatiye derxistin. Yek ji astenga herî mezin li pêşberê vê projeyê Rûsya ye. Ew jî bi şerê Ûkraynayê hatiye lewazkirin. Astengeke din ku diwaze tevlîhevî derxîne û pir zêde deng derdixîne jî dewleta dagirker a Tirkiye ye. Ji aliyekî ve alîgir û hezkiriyên wî jê re dibêjin ‘bi pêşengiya Tayip Erdogan Tirkiye bû dewleteke mezin a cîhanê’ û pişta wî difirkînin. Lê ji aliyê din ve jî  dewletên ku xwediyê vê projeyê ne Tirkiye naxin nav vê projeya nû û Tirkiye wê rewşa xwe ya ku pir pê pesna xwe dida û digot ‘girîngiya stratejîk a Tirkiyeyê’ ji dest daye.

Di Gulana 23’yan de li Tirkiyeyê hilbijartinek çêbû. Tayip dîsa li ser hikim ma. Niha hê baştir tê fêmkirin ku wî çima li ser desthilatdariyê didin sekinandin. Derdorên berjewendîperest ên li Tirkiye  û ji derveyê vî welatî, Tayip Erdogan ji bo xwe bi kar tînin. Hem jî li ser hikim radigirin. Ew jî,Tayip jî qezenc dikin. Lê gelên Tirkiye û herêmê wenda dikin. Tirkiye girîngiya xwe ya stratejîk ji dest dide, gelên herêmê ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve tên qetlkirin. Dewletên mezin ên cîhanê destûrê didin, Tayip desthilatdariya xwe bidomîne, gelan di jenosîdê re derbas bike; ji aliyê din ve Tayip Hamasê dihewîne, mezin dike û kişî ser Îsraîlê dike. Ji hemû hêzên mezin ên cîhanê re, derfet peyda dibe ku keştiyên xwe bişînin Behra Spî û Behra Sor. Ew Tayip Erdogan e ku bûye parazvanê Ereban. Hamas li Stenbol û Enqereyê hêjand û mêjand şand ser Îsraîlê. Niha, bi wê bahaneyê Îsraîl bi tonan xwîna gelê Ereb, tenê li Xezeyê, rêjandiye û dirêjîne.

Hêzên li cîhanê serdest, dewletên serkêşiya şerê cîhanê yê siyemîn dikin belasebeb-bê mane ev rêya enerjiyê ya Hindistan-Sûdî Erebîstan-Yewnanîstan, di xeta başûr re nebirine. Dibe ku ev rê di ser Tirkiye (Kurdistan jî di nav de) re derbasî Ewrûpa kirin, ji aliyê aborî ve hê erzantir be. Lê projeyên wisa qirase mezin, çend quruşan zêde nafikirin. Ji bo wan ewlekarî di pêşî de tê. Niha Îmralî bûye keleheke berxwedanê; bi pêşengiya paradîgmaya Rêber Apo li Kurdistanê, ji aliyê Tevgera Azadiyê ve şerekî mezin tê meşandin. Yanî rêya Tirkiye ji bo vê projeyê ne bi ewle ye. Ev nayê maneyê ku hêzên emperyalîst ên şerê cîhanê yê 3’ yemîn. dimeşînin nexwestin, naxwazin Tirkiye li dijî Tevgera Azadiyê-gerîla bi ser bikeve. Niha li Zapê di navbera hêzên Tirk û gerîla de şerekî xwînavî dimeşe. NATO û hêzên modernîteya kapîtalîst bigir ji çekên kîmyawî û atomî, her alîkariyê û her destûrê didin Tirkan. Lê nabe, li Zapê hesabên Enqereyê naçe serî. Bi pêşengiya van her du hêzan gelê Kurdistan û herêmê xwe ji bo şoreşeke hê mezintir amade dike. Ev rewş rêya vê projeyê ku di ser Tirkiyeyê re derbas bibe, ji aliyê hêzên modernîteyê ve ne ewle dike.

Eger were bîra me ji beriya dehan sal ev rastî Rêber Apo anîbû ziman. Gotibû ku “Eger Tirkiye azadiya Kurdan nas neke û li ser vê bingehê xwe demokratîze neke wê zerereke mezin bibîne û heta wê parçe bibe.” Ji bo vê yekê projeya çareseriya pirsgirêka Kurd u demokratîzekirina Tirkiye bi pêş xistibû. Lê ev ji aliyê dewleta Tirk ve nehat fêmkirin û berûvajî, ji bo Kurdan qir bike, xwest vê bi kar bîne. Di encamê de jî rêveberiya faşîzma AKP-MHP Tirkiye xistiye vê rewşê.