Rojnameya Ronahî

‘Armanca MSD’ê çareseriyeke demokrat û siyasî ye’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Sekretêrê PDKS’ê Nesredîn Ibrahîm da zanîn ku armanca MSD’ê ya sereke çareserkirina kirîza Sûriyê bi awayekî siyasî û demokratîk e. Herwiha Ibrahîm diyar kir ku pêwîstiya beşdarbûna jinê di çareseriya siyasî de mercekî sereke ye di serkeftina pirosesa guhertinê ye.

Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) di 20’ê Brfanarê de li kantona Reqayê dest bi 4’emîn kongra xwe kir. MSD’ê di bin diruşmeya “Hevgrtina gelên Sûrî hîmê çareseriya siyasî û misogeriya pêkanîna Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ye” kongra xwe ya 4’an li dar xist. Herwiha ev kongr li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, pêkhateyên kurd, ereb, aşûr û hwd… cihê xwe di kongrê de girtin û 2 rojan hat domandin.

 Hin rêxistin û kesayetên nû yên ku tevlî MSD’ê ev in:

Nivîsgeha Siyasî ya Şoreşgerî, Desteya Siyasî, Ciwanên Sûriyê yên Rojavayê Firatê, Partiya Welatparêzên Lîberal, Meclisa Kesk a Idlibê, Kongra Îslam a Demokratîk, Tevgera Berxwedana Gel, Beşar Ebdo yê li Fransa (kesayetiyeke serbixwe), Şêx Hivil El-Hivil ji Amerîka hat û tevlî kongreyê bû, Şêxê Mihemed Ebûd El Sultan ji eşîreya Xewatne û ji gundewarê Hemayê Ehmed El-Deşêr tevlî vê kongreyê bû.

Girêdayî li darxistina kongra MSD’ê ya 4’an jî, sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nesredîn Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

Xalên girîng ji bo çareserkirna kirîza Sûriyê

Nissredîn Ibrahîm têkildarî hin xalên girîng yên di kongra MSD’ê de hatin encam dan ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê wiha anî ser ziman: “Yek ji belgeyên ku ji bo kongreya 4’emîn ya Meclisa Sûriya Demukratîk(MSD)  hatibû amadekirin nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê bû. Kongir bi hûrgulî li ser vê belgeyê  rawestiya, em dikarin bibêjin bi gelemperî ev nexşerê van xalan li xwe digre. Destpêkê, xala  pêşîn ew bû ku divê  çareseriya Sûrî _Sûrî, be ew jî bi riya danûstendinê re, bi çavdêrî û garantîyeke navdewletî li gorî biryarên navdewletî yên têkildarî Sûriyê be.  Herwiha redkirina çareseriya leşkerî û rijdbûna li ser diyaloga siyasî, demokratî, weke riyek bingihîn ji çareseriyê re li gor biryara bavdewletî 2254. Di heman mijarê de nexşerêya çareseriya siyasî xalên din jî li xwe digre weke karkirina li ser lidarxistina kongiryek niştimanî ya Sûrî û damezrandina hikûmetek nenavendî û rawestandina kar bi destûra heyî û ragihandina pirensîpên destûrî. Herwiha avakirina komîteyeke ku pirojeya destûrek nû dîmokratî û lihevkirî  bide daraştin. ”

Nexşerêya MSD’ê, veguhertin û biryarên ku hatin girtin

Ibrahîm girêdayî veguhertin û biryarên ku MSD’ê di kongra xwe ya 4’emîn de girtin wiha axivî: “Nexşerêya MSD’ê avakirina mecliseke leşkerî ku hemû hêzên ku baweriya wan bi çareseriya siyasî heye li xwe digre,di warê jinê de jî (MSD)ê dibîne ku, pêwîstiya beşdarbûna jinê di çareseriya siyasî de mercekî sereke ye di serkeftina pirosesa guhertinê. Mijarên girêdayî ciwanan û abûriyê û tunekirina pirojeyên nijadperistî jî di nexşerêya (MSD)ê li xwe digre. Di kongerya çaremîn de biryarên ku hatin pejrandin jî ku mafên hemû pêkhateyan û di serî de mafê gelê Kurd li Sûriyê bê parastin, di sîstemek nenavendî piralî de. Em dikarin bibêjin kongreya (MSD)ê di warê rêxistinî de guhertinên bingihîn hatin kirin, ji wan guhertinan hilanîna desteya cîbicîker û danîna serokatiyek hevbeş ya nû û desteyek serokatiyê ji 15 kesan hate avakirin. Herwiha meclisa giştî ku ji 80 kesan  ku nûnerên partiyên sitasî û aliyên dîtir li xwe digre pêk tê. Rêjeya ciwanan ji sedî 20 e û ya jinan 50 e.

Lidarxistina kongreyê û tevlîbûna hin tevger û hêzên siyasî yên nû

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nesredîn Ibrahîm di derbarê kongreyê û tevlîbûna hin partî û kesayetên siyasî yên nû li kongreyê de wiha axivî:  “Kongra çaremîn a Meclisa Sûriya Demokratîk ku di 20’ê Berfanbar de li bajarê Reqayê hate lidarxistin, helwesta xwe ya bi biryar li ser pêwîstî û girîngiya çareseriya Sûrî-Sûrî ji kirîza Sûriyê re tekez kir. Ev kongr di demek hestyar de hat lidarxistin , lê xala balkêş ew bû ku hêz û kesayetiyên naskirî ên Rikberiya Sûriyê tevlî (MSD) bûn. Bi giştî em dikarin bibêjin ku hemû belge û pêşinyazên ku arasteyî kongreya çaremîn ya (MSD)ê bûn, hatin nîqaş kirin. Di derbarê çareseriya qeyrana li welêt, siyaseta Meclisa Sûriya Demokratîk û binesaziya wê bi giştî weke berê maye. Herwiha de babeta  mafên gelê Kurd û doza wî ya rewa li pêş e û li ser mafên pêkhateyên mayî yên netewî, olî û rewşenbîrî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêka wan li gorî peyman û belgeyên navneteweyî hat tekez kirin. Di dawiyê de û xala herî girîng ew e ku Meclisa Sûriya Demokratîk  weke sîwaneke siyasî ji Rêveberiya Xweser û QSD’ê re ye. Lewma divê gavên bi nirx di hemû waran de were avêtin.  Di destpêkê de armanc ew e ku rewşa jiyanî û xizmetguzariyê baştir bibe,  gendelî û xwedîtin û payebilindbûn were bidawîkirin. Li şûna wê jî sazîbûn û karê bi dispilîn li pêş be û xwe bispêre şarezayiyên zanistî, neteweyî, û rêgeza hevpariya rasteqîne.