Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê bi sedan Bêrîvan ji dayik bibin

07/01/2024
in Uncategorized
A A
Wê bi sedan Bêrîvan ji dayik bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamîşlo

Malbatek ji bajarê Qamişlo navê Şehîd Bêrîvan ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser çapxaneya Sîmav de şehîd bibû li zaroka xwe ya ku nû ji dayîk bûye kirin. Dayîka Bêrîvana biçûk diyar kir ku ew ê riya têkoşerên Kurd bişopînin.

Di 25`ê Berfenbara 2023`an de 27 karkerên jin û mêr li Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişlo  wek her roj kar û xebatên çapkirina pirtûkan  dikirin. Dewleta Tirk a  qirker ku li ser xwîna gelê kurd xwe ava kiriye, careke din komkujiyeke hovane pêk anî û çapxaniya Sîmav bombebaran kir. ken û gotin bi dengê bombebaranê re ji holê rabûn û li ser kaxezên spî li şûna hibrê, xwîna pîroz rijiya. Di encama bombebaranê de Rêveberên çapxaneyê Ferhan Xelef û Bêrîvan Mihemed, herwiha xebatkarên çapxaniyê Hisên Ehmed, Riyad Mamo, Rênas Hemîd û Ferhan Temê şehîd bûn.

Wekî tê zanîn gelê kurd bi şehadeta zarokên xwe serbilide û bi sedan zarokên kurd navê şehîdên xwe radikin. Nimûneya wê jî malbatek ji bajarê Qamişlo navê Şehîd Bêrîvan li zaroka xwe ya ku ji nû ve ji dayik bûye kirin.

Malbata Bêrîvana biçûk derbrê êrişên dewleta Tirk a dagirker û binavkirina keça xwe li ser navê şehîd Bêrîvan ji Rojnameya me fre axivîn.

Apê Bêrîvane biçûk Dilgeş Ehmed derbarê êrişa dewleta Tirk a dagirkere ya li ser çapxaneya Sîmav wiha axivî: “Di dema bombebarankirina dewleta Tirk a dagirker de ya li ser çapxanê, Bêrîvan û hevalên wê hatin bala me, dagirkerî bi êrişên xwe dilê dayikan û bavan dişewitîne, destê dirêjî zarokê me bibe em ê wî destî ji qurm de rakin. Em ê tu carî nehêlin ku dagirkeriya Tirk îradeya kurdan bişkîne. Bi dehan têkoşerên me şehîd bûn û hatin dîlgirtin, lê meşa azadiyê dewam kir.”

Dapîra Bêrîvana biçûk Lema Ehmed wiha axivî û got: “Bi rastî beriya ku Bêrîvan şehîd biBE, me dixwst ku nave zaroka me li ser nave min be, lê wek tê zanîn ku çapxaneya Sîmav hat hedefgirtin ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û Bêrîvan di çapxanê de hat şehîd xistin, ji bo me êşeke pir mizin bû. Her wiha Bêrîvan nayê jibîrkirn, lewma me navê şehîd Bêrîvan li zaroka xwe kir, ji bo ku dijmin bizanibe be ku bi hezaran Bêrîvan wê çêbibin. Her wiha kurd tu carî tune nabin, me navê  Mezlûm, Egîd, Bêrîtan û Viyan li dehan zarokên xwe kirin û me riya wan şopand. Her wiha em ê li bi dehan Bêrîvanan jî ji bû azadiya gelê Kurd bidin.”

Post Views: 50
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.