Rojnameya Ronahî

Mala Jinê  ji gelek pirsgirêk û dozên Jinan re bû cihê çareseriyê

Birûc Resûl / Qamişlo

Mala Jinê ya Kantona Qamişlo di sala 2023`an de ji bo xizmeta jin û civakê  gelek kar û xebat da meşandin. Rêvebera Mala Jin Behiya Mûrad da zanîn ku wan di sala 2023`an de ji 1725 dozên jinan ku gihîştine ber destê wan, 1339 doz çareser kirine.

Destpêka şoreşa Rojava, bi armanca rizgariya jinê ji bendên koletiyê Mala Jinê hat vekirin. Herwiha ev sazî giringî da mefê jinê û hewl da ku mafê wê ji kevneşopiyên civakê yên paşverû û hişmendiya nijadperest, biparêze. Jixwe ji avakirina wê hete roja îro gelek doz û pirsgirêk bi rengekî asayî hatine çareserkirin. Her wiha di avakirina têkiliyên civakî de jî rolek baş lîstiye û bûye bingehê avakirina civakeke demokratîk.

Yekemîn Mala Jin li Qamişlo hat vekirin

Di sala 2011`an de yekemîn mala jinan li bajarê Qamişlo hat vekirin, herwiha piştî wê  malên jin li bajar û bajarokên mezin yên  yên wek Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrik, Til Hemîs, Til Koçer, Til Birak, Girkê Legê û hwd… hatin vekirin.

Di Mala Jinê de beşa Rêveberiyê, Komîteya Lihevanînê û Arşîvê heye. Her wiha Komîteya Lihevanînê ji 3 jinan pêk tê ku li ser pirsgirêkên jinê û malbatî yên ku tên ber destê wan disekinin. Di heman demê de ev jin di van dozan de zana û xwedî tecrûbe ne. Ji bo wê jî pirsgirêk û êşên ku bi jinan re derbas dibin rojane diçin Mala Jinê. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan Mala Jinê gelek kar û xebat dane meşandin, taybet îsal di nava kar de bi gelek zehmetiyan rû bi rû mayin e.

Mala Jin ji doz û pirsgirêkên jinan re cihê çareseriyê ye

Pirsgirêk Ji her alî û ji her cureyê jiyanê ve pirsgirêk tên gel mala jinê. Dozên jinan yên ku tên mala jin wiha ne: Pirsgirêkên jin û mêr yên malbatî, zewicandina temen biçûk, revandina jinê, xiyaneta zewacê, zewaca ser jinekê re, şideta li ser jinê û bêparbûna jinê ji mîrasê malbatê hene.

Dema ku jin doza xwe radestî mala jin dike, mala jinê her du milê dozê vedixwînin da ku pirsgirêk û gotinên wan piştrast bikin. Piştre ji bo niqaşakirina pirsgirêkê, her du milan bi hazirbûna Komîteya Lihevanînê, tînin gel hev û nîqaşê bi wan re dikin. Herwiha hewl didin ku pirsgirêk bi rengekî edelat ji bo her du aliyan were çareserkirin.

Xebatên perwerdeyê yên Mala Jinê

Dîsa Mala Jin di vê salê de di nava kar û xebatên xwe de gelek perwede dan. Lewra tiştê herî girîng û pêwîst di jiyana mirov de perwerde ye, hem perwerdeya jinan hem ya civakê. Ji ber ku bi perwerdekirina civakê jin jî digihêje mafê xwe. Ji bo wê jî mala jin li gelek akademî û saziyên rêxistinê, herwiha li nava tax û komînan perwerde dane. Herwiha her ku pirsgirêkekê jî çareser dikin, wê dikin mijara perwerdeyê. Ji bilî perwerdeyan jî gelek pêngav ji bo jinê hatin destpêkirin, bi taybetî pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê her sal tê lidarxistin.

Derbarê kar û xebata mala jin ya sala 2023`an de û dozên ku ji wan re hatin, Rêvebera Mala Jin ya Kantona Qamişlo Behiya Mûrad ji rojnemeya me re axivî.

Bahiya murad diyar kir ku di destpêka damezrandinê Mala Jin de, jin kêm dihatin û şerm dikirin pirsgirêka xwe ji wan re parve bikin, lê niha bi sedan jin tên gel wan û doza mafê xwe dikin û wiha got: “Ev 5 hezar sal in li ser jinê şidet tê kirin. Di her alî de zor li jinê tê kirin. Sedema wê jî hin caran ji bêdengiya jinê ye. Gelek jin ji bo zarokên xwe neçar dibin li hemberî zora li ser xwe bêdeng dimînin. Zilam jî ji bo xwe derfeteke bi karaninê dibîne. Ev tev li pêşiya jinê dibin asteng û nahêlin bi xweşî bijî û li ber xwe bide. Lê piştî ku şoreşa jinê hat lidarxistin û gelek sazî û navendên girêdayî wê hatin vekirin êdî jin dikare bi rehetî mafê xwe bi dest bixe. Herwiha piştî avakirina Mala Jin û çareserkirina gelek doz ji aliyê wê ve, êdî jin li dijî tundî û neheqiyê bêdeng nemînin. Her jina ku zorî û neheqî lê tê kirin yekser berê xwe dide me û doza mafê xwe dike.”

’Em bi hêvîne sala 2024’an bibe sala azadiya jinê’

Behiya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piraniya dozên ku di sala borî de ji me re hatin, yên revandina keçên biçûk ji malên wan û nakokiyên navbera jin û mêr bûn. Ev pirsgirêk jî tev ji ber hişmendiya civakê ya paşverû û zihniyeta zilamê desthilatdar e. Em bi hêvîne di vê sala nû de tevayî pirsgirêkên nehatin çareserkirin, em bikaribin çareser bikin û nakokiyên bi jinan re derbas bikin û kêm bibin. Her wiha sala 2024’an de tundî û şideta li ser jinê jî bi dawî bibe. Wek Mala Jin bikarin ji van pirsgirêkan re cihê çareseriyê bin û mafê jinê biparêzin.”

Semîner û çalakiyên ku di sala 2023`an de hatine pêkanîn

-Li ser zagonên jin 871 semîner hatin dayin.

-Li ser zagonên malbatî, pirjinî, zewaca temen biçûk, şerê gelê şoreşgerî, jiyana hevbeş, westandina pisqilojî û fîzîkî 2 hezar û 608 semîner ji jin û mêran re hatin dayin.

– Li ser şehîd Zîlan, Brîtan, Viyan Soran, penceşêra singê, nexweşiya Şekir û şerê taybet 293 semîner hat dayin, hezar û 608 jin û mêr beûdar bûn.

-Di piraniya perwerdeyên jinan pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin xewndin, pirtûka Em çawa bijîn, şerê gelê şoreşgerî û pirtûka netewa demokiratîk.

-Bi boneya rojbûna Rêber Apo pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li kesayetiyên welat parêz û rêheval hatin belavkirin.

-Tevlî konên rûniştinê yên îsal tên vedan bûn û şeva xwe di bin wan de derbas kirin.

-Hezar û 890 mal hatin ziyaretkirin û rewşa heyî, rewşa siyasî, zewacê temen biçûk, zagonên malbatê û li ser zarokên biçûk hatin nîqaşkirin, her wiha serdana nexweş û malbatên şehîdan hat kirin.

-Bi boneya rojbûna Rêber Apo dar hatin çandin û baxçe hatin vekirin.

Serjimariya pirsgirêkên 2023`an û çareseriya wan

-Nakokiyên navbera jin û mêr: 874 doz, Yên hatîn çareserkirin 697’in.

-Nakokiyên malbatî: 145 doz, Yên hatîn çareserkirin 135’in.

-Nakokiyên Giştî: 188 doz, Yên hatîn çareserkirin 174’in.

-Mîras: 19 doz, Yên hatîn çareserkirin 11’in.

-Deyin: 17 doz, yên hatin çareserkirin 15`in.

-Pir zewacî: 77 doz, Yên hatîn çareserkirin 24’in.

-Zewicandina zarokan: 60 doz, yên hatin çareserkirin 55`in.

-Xiyanete hevjînî: 8 doz, Yên hatîn çareserkirin 5’in.

-Şidet û lêdan: 51 doz, Yên hatîn çareserkirin 27’in.

-Rev: 61 doz, Yên hatîn çareserkirin 48’in.

-Daxwaza maf: 110 doz, yên ku hatin çareserkirin 80`ê ne.

-Hijmara giştî 1725, yên ku hatin çareserkirin 1339`in.