Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tirkiyê Tevhaiya zagonên Navneteweyê bin pê dike’

10/12/2023
in NÛÇE
A A
‘Tirkiyê Tevhaiya zagonên Navneteweyê bin pê dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Biruc Resûl/Qamişlo

‏Rêxistina mafê Mirovan ya herêma Cizîrê, bi boneya Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek li ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya bajar Qamişlo da û tê de diyar kir divê dagirkeriya Tirk ji ber sûcên xwe yên dijmirovî, bê darezandin.

Bi boneya 10’ê Berfenbarê Roja Cîhanê ya Mafê Mirovan, Rêxistina mafê mirovan ya herêma Cizîrê daxuyaniyek ji bo raya giştî da. Bi beşdarbûna tevger û saziyên mafê mirovan, daxuyanî li ber navneda (UN) ya bajarê Qamişlo hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şerê çekdarî yê ku li seranserê cîhanê belav dibe, her wiha sedema sereke ya binpêkirinên giran di warê mafên mirovan û yasayên mirovî yên navdewletî de. Ji ber ku şer bi xwe re binpêkirina mafên sivîlan tîne. Tevî hewldanên ji bo bidawîkirina nakokiyan û agirbesteke berfireh li cîhanê jî, şer li her deverê belave.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: ” Aoziya Sûriyê her ku diçe kurtir dibe û dibe sedema binpêkirina mafê mirovan.

Dagirkeriya Tirk ji sala 2016’an piştî dagirkirina Cerabulus, Ezaz, El-Bab û Marea, herwiha piştî dagirkirina Efrîn di sala 2018’an de û dagirkirina Serê Kaniyê û girê Sipî, li dijî sivîlan kiryarên dijmirovî dike.Herwiha tevahiya zagonên navneteweyî binpê dike, li gorî zagonan divê li ser tawanên şer bê darezandin. Her wiha destekdayîna dewleta Tirk ji komên çete yên wekî DAIŞ’ê sûcekî şere û divê rê li ber sûcên wê bê girtin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku cîhan di vê rojê de bi mijara rûmet, azadî û edaletê ya ku di salvegera 75. a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatiye qebûlkirin re mijûl e û wiha domand: “Cîhan û Civata Giştî ya Netewyên Yekbûyî divê erkên xwe bi cih bînin û em bang li hemû aliyan dikin ku hewl bidin ku agirbesteke domdar pêk bînin, danîna navçeyeke qedexe li esmanê Sûriyê weke destpêkek ji bo rakirina dagirkeriyê be.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên xwe yên navneteweyî yên destdirêjî, qirkirin, dagirkerî û sûcên li dijî mirovahiyê bê darizandin û şert û mercên hevdîtinên cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya diyalogê dûrî tundî û çekdarîkirinê were çêkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.