Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Behmen Kakeyî: Çand û huner nasnameya netew û bingehê şoreşane

10/12/2023
in Uncategorized
A A
Behmen Kakeyî: Çand û huner nasnameya netew û bingehê şoreşane
Share on FacebookShare on Twitter

Germiyan wek navenda hunerê tê zanîn û bi salane vê hunerê nasnameya Kurdî parastiye û bûye bingehê şoreş û rastiya gel. Hunermend û meqambêj Behmen Kakeyî da zanîn ji bo hunera biyanî cihê hunera Kurdî negire, divê hunera Kurdî were bihêzkirin. Kakeyî got, çand û huner nasnameya netew û bingehê şoreşa ne.

Hunermend û meqambêj Behmen Kakeyî di derbarê giringiya hunerê bi taybetî jî meqambêjiyê ku wek bingehê hunerê tê zanîn, axivî.

Behmen Kakeyî di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku Germiyan wek landika meqambêjî û hunera resene û got: “Çanda Kurdî û meqambêjî li bajaroka Kifrî pêşketiye. Meqamên ku taybetin bi herêma Germiyan bi awayek giştî girêdayî baweriya Yarsanin. 500 sal beriya niha nîva şêniyên bajaroka Kifrî Kakeyî bûn. Lê bi hatina Osmaniyan re Kakeyî hatin çewisandin û ji Kifrî hatin koçberkirin. Lê heta niha jî bermahiyên wan mane, Bawe Şasiwar jî yek ji van mînaka ye.”

Kakeyî da zanîn huner li her cihekî koka xwe avêt bandora wê bi sedan sal li wê derê dimîne û wek mînak jî got: “Hunerê kariye çand, ziman û wêjeya Kurdî biparêze. Huner û helbestên klasîk bûne sedema parastina zimanê Kurdî. Li her cihekî netewek rûbirûyê dagirkeriyê dibe, dagirker destpêkê hewl dide koka hunerê tine bike. Lê çand û huner ti demê ji ber dagirkeran tine nabe.”

Di derbarê dagirkeriya li ser çand û hunera Kurdî jî Behmen Kakeyî got: “Banga min ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistan, Wezareta Rewşenbîrî û hunermendên Kurd ewe ku çalakiyên hunerî li Kurdistanê lidarxin. Daku dagirkeriya li ser hunera Kurdî nemîne. Ger  hunermend û şanogerên Kurd nikaribin film û şanoyên Kurdî bihêz pêşkêş bikin, wê hunera biyanî cihê wê bigre.”

Li ser pirsa çi peywendiya huner û şoreşê bi heve heye, Behmen Kakeyî got: “Di şoreşan de huner rolek mezin lîstiye. Sirûdên hunermendên wek Heme Ceza û Nasir Rezazî hestên netewî yên bi sedan ciwan bilind kiriye. Şoreşa bê huner mîna dar û bostanek av li ser hatî qutkirine. Ji ber wê huner bingehê hemû şoreşane.” ROJNEWS

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.