Rojnameya Ronahî

Roj li çîya xweştir derdikeve

Cîger Dilşad

Di berbanga rojeke xweş de li bin dareke berû rûniştim. Li hawîrdorê darên mîna mazî yên ku mirov bi du destan nikarî koka wê hembêz bike û kezwanê. Tişta hema bala mirov dikişîne pirbûna tonên rengê kesk û kîjan dara li ku deverê şîn bûbe bila bûbe tevan jî serî ber bi ezman ve rakirine, ye. Ya rast divê mirov jî wisa be; li ku dibe bila bibe divê ji tu hêzê re û ji boyî  û çi dibe bila bibe serê xwe danexe û di her mercî de serbilind bijî. Serbilindî nîşaneya rûmetbûna mirov e!

Bi xwendina bilbil re min ji çîyayên ku, ji şefeqa dîrokê de me Kurdan diparizin re bi dilekî tijî şahî got;”ROJ BAŞ ÇÎYAYÊN BERXWEDÊR!”

Hêj gotin ji ser lêvên min neşemitîbûn, dengê kewê gozel perdeyên guhên min nerm kirin. Ji alîyekî de bilbil mîna min stranên xwe yên evînê dixwendin, ji hêla din ve kewan yên xwe dixwendin. Carinan dengê bilbilan carinan jî dengê kewan bilind dibû. Di navberê re kêm caran jî dengê çûkekê dihat, lê ez ê ku demeke dirêj ji wan dengên mestker mehrûm hatibûm hiştin, min tê dernedixst ka dengê kîjan evîndarê/a van çîyayên bedewe. Demeke kurt jî dengê qijikan tevlî senfonîya bêdengîya berbangê bû. Ya rast senfonîyeke ku mirov li tu cihekî din nikare bibîne,heger bibîne jî divê pereyekî zêde bide ku guhdarî wê senfonîyê bike, lidar bû.

Bêdengîya çîyan bi serê xwe senfonîyeke ku gîyana mirov aram dike û mirov dikişîne kûrahîya dilê zeman.

Zemanê ku li gelek cihan bê wate bûye, li vir;di hembêza çîyan de hem watedare hem jî watedêr e. Zeman bûbû şefê orkestra “ROJÊN AZAD NEDÛR IN”.Heger Mozart an jî Beathoven guhdarî  SENFONÎYA ÇÎYAYÊN AZAD kiribûna, bawer im ku an wê qet senfonîyên ku honandibûn nehonandana, an jî wê bi tenê senfonîya Çîya qeyd bikirana/bisecilandana.

Hele bayê hênik û hejandina daran pelên xwe! Mirov digot qey di ber dengê bilbil û kewê gozel re direqisin. Bi ahengîyeke wisa nazik û nazdar xwe dihejandin, ku dilê min jî bi wan re rabûbû govendê. Demekê min çavên xwe girtin û destûr da gîyana xwe ku di senfonîya “ROJÊN AZAD NEDÛR IN”DE bihele û pê re biherike devera ku dixwaze biçêyê. Bi rastî jî bi helandina gîyanê di wan kîlîyan de mirov pê dihese ku gîyana mirov rihetir bûye. Li ser wê hinekî kûr bûm. Min ferq kir ku di wan kêlîyan de hebûna min bi temamî ji qirêjîya pergala kapîtalîst qut bûbû, ji lewra ez hayî vehesandineke mestker û canda bûbûm! Mirov li van çîyanyên heybetdar berîya her tiştî bi mirovbûna xwe dihese. Ji lewra yên ku ji dil bûne evîndarên azadîyê û hebûna xwe di azadbûna civaka xwe de dibîn in, bi gîyana çîyan re dikelijin û qet naxwazin careke din ji van çîyan qut bibe.

Gava di navbera serê pozê du çîyan re tîrêjên rojê xeml û şemla xwe nîşan da, min di dilê xwe de got;” heger  bihoştek hebe wê ev der be. Di wê kêlîyê de gotin Emr Bin WEQAS hate bîra min. Gava hatibû ji boyî dagirkirina Kurdistan’ê û qaşo Kurdan dawetî ola Islamê bike, rêberê Kurdan Caferê QURBET,yê wê heremê, jê dipirse;”ka Islamîyet çî ye? “,Ew dibêje;”peyxamberê me Mihamed e,Quran pirtûka me ye,û divê bi yekbûna xweda, axîrtê, melekan û roja qîyametê bawer bikî”, rêberê Kurdan dibêje;” em jî bi xweda bawer dikin, peyxamberê me jî Zerdeşt e, pirtûka me Zend Avesta ye,û em bi roja axîretê û hebûna melekan jî bawer dikin. Nexwe hûn li ser ola xwe em li ser ola xwe”. Li ser wê  bersivê,Emr Bin WAQAS hêrs dibe û dibêje;”xwestî bibin misliman xwestî nebin misliman! Bihoşta ku Mihemed di Qurana xwe de vedibêje, min li vir bi van her du çavên xwe dît.” Piştî wê bi xwînrijandineke zêde derîyê Kurdistan’ê vedikin, deştî jî bêyî ku berxwedaneke mezin bidin dev ji ola xwe berdidin. Lê li Şarîsor qirkirineke mezin pêk tîn in.

Erê, ji roja ku Gilgamêş êrîşî perestgeha xwedawend Nînhursag kirî û bi alîkarîya xayînê Kurd Enkîdo Humbabayê şareza kuştî, ev çîyayên me li ber xwe didin!

Va ye dîsa dagirker êrîşî wargeha Xwedawendan dikin, lê îcar cihê Enkîdu mala BARZANÎ’yan girtî. Vê carê dixwazin warê xwedawend Bêrîtan, Zîlan û Sara’yan talan bikin û ramanên Humbabayê Hemdem Rêber APO tune bikin. Lê îcar wê bi tu carî nikaribin kenê Zîlan’an, Arîn’an biçilmisînin. Ma hema berîya çend rojan rêhevalên Zîlanan Rojhat ZÎLAN û Erdal ŞAHÎN di dilê dagirkeran de xwe neteqandin û peyama “em dikarin we di paytexta we de tune bikin!”nedan dagirkeran? Humbaba nebûbû xwedî Tabura NEMIRAN û afirînerên Jîyana Azad yên mîna Rojhat û Erdalan nedigihandibûn. Lê Rêber APO cangorên wisa gihandine ku, bi qasî ku di oxira jîyanê de bimirin ji jîyanê hezdikin!

Belê,li van çîyayên azad Rêber APO carekê tovê azadîyê bi nûra çavên xwe çand û şagirtên Wî her roj bi coşdarîyeke mezin wê tova ku bi xwîna Hekîyan hatibû avdan, av didin û bi hemû hebûna xwe diparêzin. Wê îcar îxanet bi temamî ji ser vê xakê were rakirin!..

Ez ketibûm şiverêya dîrokê û lanet li xayîn û îxanetê dianî, bi xwendina kewê gozel re hişê min vegerî wê kêlîyê. Ji xwe her tişt hema her tişt di kêlîyê de diqewime û diqede û dîsa dest pê dibe. Her kêlî hem destpêke û hem jî dawîye. Kêlî ku pira di navbera duh û sibeyê de, şahîda her tiştî ye.

Di wê kêlîyê de min awirên xwe ber bi lûtkeya çiyan ve zivirandin. Min li lat, zinar û darên mazî, yên hejîran, mêwên ku şaxên xwe berdane ser dar û zinaran, dara gozê ku mîna dîrokekê di navbera wan de serî rakirî, nêrî. Wekî ku her tiştî, erê her tiştî banga keçên şepal û xortên leheng dikirin ku berê xwe bidin warên azad  û wan ji êrîşên dagirker û xayînan biparizin.

Di wê kêlîyê de min jî di ber xwe de got;”heger keç û xortên Kurdan îro bangawaza van çîyayên berxwedêr pêk neynin wê kengê pêk bînin?

Belê keç û xortên welatê min;

Ev çîya bi senfonî û hemû bedewbûna xwe li benda we ye. Mîna dayîkeke dilovan hembêza xwe vekirî li benda we ye. Çîyayên me dibêjin;”werin,werin keç û xortên ciwan.Dev ji jîyana ku we her kêlî ji rastîya we bidûrdixe berdin. Dev ji wan telefonên ku hişê mirov ditevizînin û mirov ji civakbûnê qut dikin berdin! Ez dayîka we me, ez rûmeta we me, ez parazvan û hebûn-bûyîna we ya azad im! Werin ku em tev bi hev re, bi Roj’a xwe re dîlana azadîyê bigerîn in! Berîya ku dem derbas bibe werin! Werin keç û xortên wêrek,werin!”

Wekî ku W.M. thacleray dibêje;”MODEYA WÊREKBÛNÊ QET DERBAS NABE”

Vê helbestê dîyarî dilê keç û xortên wêrek dikim

   BÊHNA ŞEWATÊ                                            

Welat zivistan be, dil nabe bihar

Dîlbera dil neweş be, rih pêta ar

Ne sucê min e, xwedê ez wek kurd dam

Nehişt şabim b’ delala dil kirî ar

Xwedê bes nedît derdê kurdbûna min

B’ ser birînê de kir êşa eşqa min

Xelk û alem li keyf û seyranê coş

Ketim zikrê, da bide dermanê min

Yarwelat xweşdermane, lê kanî ew

Bê yarê ne sebra min tê, ne jî xew

Dişewite dil bi fîraqa canê

Cahîlên eşqê dibêjin, bike xew

Serê min niximî b’ bêhna şewatê

Serî rakir da bibînim ji ku tê

Li derdorê ne ar hebû ne jî dû

Pîrê got, bêhn j` dil û kezeba te tê

Ji Roj’ê niqutî dilê min ronî

Dawî li hawar û fîxanan anî

Emr di zikra evînê de derbas kir

Cîger hew hemd-selewat bikaranî

Ne poşman im ji evîndariya xwe

Hebandina dost, heval û nasên xwe

Heger careke din werim dinyayê

Ezê dîsa bidim ser rêgeha xwe