Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mafê mirovan û musilman

10/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
100 saliya komara qirker
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Mirov tiştekî ecêbe; ecêbekî girane û nayê fêmkirin. Têgîhaştina însanî kare bibe sedem kû pirsgirêkên heyî, bi yek carî bên çareserkirin. Li ser ruyê axê, di nava zindiyan de, zindiyê ku xwe nas nake, ji xwe û derdora xwe re pirsgirêkan çêdike, mirov bixweye!

Divê mirov li xwe vegere û bêje ka ez kî me û mafê min çi ye? Gelo ez xwedan mafim û çi mafê min heye? Bê guman dîroka mirovahî, ol û bîrdoziyê ji mirovahiyê re gellekî serpêhatî hiştine. Lê çavnebarî û hesta desthelatê, dîroka mirovahî bi xwînê dagirtiye. Di serdemên pêş de mirov weke kole hatiye destgîrkirin û firotin. Mirovên desthelatdar û xwedan hêz, mirovên dîtir wek amûr bikar anîne. Pêxember û Fîlozofan di vê mijarê de gellekî kar kirine û zehmetî kişandine û ev xebat bûye mîrasê mirovahiyê.

Weke bawermendên ola Îslamê divê pirsên me hebin, ka Îslam divê warî de çi dibêje û Pêxember çawa tevgeryaye?

Qur’an di gelek sure, ayet û gotaran de, pirsa mirov bersiv dide. Mînak: Sureyekî bi navê „Însan“ di Qur’anê de cih girtiye. Qur’an bi spasdariya Xwedê destpêdike, bi sureya  mirov û xwe naskirinê bi dawî dibe.

Nerîna Îslamê di derbarê maf û azadiyan de eşkereye û dibêje ev mafên han yên xwebunê ne.

Mînak; Jîyana mirovî mafe, lê parastina jiyana mirovan erke. Pêşîgirtina kuştinan, erka her bawermend y Îslamê ye!

„Kuştina mirovekî, kuştina hemû mirovahiyêye“. (Maîde 32)

Maf û azadî ji ber ku wek bingehê afirandinê û xwezayî ye, Qur’an û sunnet, zêdetir behsa erkên parstina canî dike.

„Ji we bira her gav komekî ku li gor pîvanên hevbeş û civakê eqlî, îlmî (Maruf) tevbigere hebin û ew koma dijî (Munker) tiştê dijî eqlî û nebaşiyê jî têbikoşin“. (Maîde 104)

Li gor Îslamê Însan pîroze, divê ev wek pîvana bingehîn were destgirtin û fêm kirin.  Divê jibo van mafan erk jî werin bicih anîn.

Mixabin îro em dibînin, di erdnîgariya me Misilmanan de tişta herî erzan însane. Bi navê Îslamê, şîîtîyê, sunnîtîyê, mezhebperestiyê, netewperestiyê, bîrdoziyê mirov tên kuştin. Malên wan tên talankirin, jin wek cariyan li kolanan tên firotin, îşkence li zindî û miriyê însanî tê kirin. Di dîroka me Misilmanan de kuştina ku me bi navê ol pêk aniye bê hesabe. Eşkereye em wek bawermendên ola Îslamê, bi pîvanên baweriyê tevnagerin. Berovajî wê, bi mêjî û dilê xwe, bi hêz û karê xwe, bûne amûrê destên desthelattaran. Ev liv û tevger bi navê baweriyê hêjî berdewame.

Neteweyên Yekbûyî roja mafê mirovan ragihandine, lê mafên mirovan naparêzin. Mirovahiya îro jî li gor hêz û desthelatdaran tê birêvebirin.

Divê em zanibin hemû bawerî û felsefeyên ku ji nava civakan derketine, behsa parastina mafê mirovan kirine.

Lê piştre desthelatdaran ev maf li gor xwe badane û tenê ji bo xwe xwestine.

Bi deh milyonan Kurd ji mafên xwe yê xwezayî û olî bêparin.

Mafê ji bo Tirkekî, Erebekî, Farisekî, Rusekî an jî Îngîlîzekî heye, ji bo Kurdan nîne. Ev jî dide xuyakirin, heta di nava mirovan de ev dubendî û munafiqî hebe, dê mafê mirovan tenê weke derew û xapandinekî bimîne.

Ji bo em karibin pirsgirêka mafê mirovan ji nava malbata mirovahiyê rabikin, aramî û azadiyê cîbicî bikin, divê em hemu însanan wek xwe bibînin. Ger ne weha be hemû tişt derew û xapandine.

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.