Rojnameya Ronahî

Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan

Deriya Çiya/Qamişlo

Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan di 10’ê Kanûna Pêşîn a sala 1948″an de, Ji hêla 48 welatan ve hate pejirandin, bi armanca peydakirine jiyanek baş, aram û wekhev ji tevahiya gelan re.

Mafên mirovan ji her mirovî re, netew, cihê niştecihbûnê, zayendî, eslê xwe yê neteweyî, reng, ol, ziman û rewşa wan re mafên xwezayê ne. Ji ber vê yekê Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan di 10’ê Kanûna Pêşîn a sala 1948″an de, Ji hêla 48 welatan ve hate pejirandin, ango 48 welat di wê baweriyê de ne ku divê jiyan ji bo her kesî bi başî were jiyan kirin. Heta niha ev maf bi 500 zimanî hatiya wergerandin. Lê di dema me ya niha de ev yek bi awayekî berovajî tê bikaranîn. Û li hember van êrîşên dewletên desthilatdar ev maf ji bo her mirovekî hesreteke mezin e.

Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan

Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku di 10’ê Kanûna Pêşîn a sala 1948″an de ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin, encama tiştên ku cîhanê di Şerê Cîhanê yê Duyem de jiyabû, bû. Civaka navneteweyî soz da ku careke din rê nede hovîtiyên mîna yên ku di wê pevçûnê de hatine kirin. Rêberên cîhanê biryar dan ku Peymana Neteweyên Yekbûyî bi nexşeyekê re temam bikin da ku mafên her kesî, li her deverê biparêzin. Belgeya ku wan li ber çavan girt, ku paşê bû Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, di rûniştina yekem a Civata Giştî ya ku sala 1946’an de hate girtin.

Civata Giştî pêşnûmeya Danezana Mafên Mirov û Azadiyên Bingehîn nirxand û ew ji Encumena Aborî û Civakî re şand “bi armanca ku ew pêşkêşî Komîsyona Mafên Mirovan bike ji bo nirxandin, di amadekirina wê ya qanûna navneteweyî de.” Di rûniştina xwe ya yekem de, ku di destpêka sala 19476an de hate lidarxistin, Komîteyê destûr da endamên buroya xwe ku tiştê ku jê re digotin “pêşnûmeya pêşîn a Qanûna Mafên Mirovan a Navneteweyî” formule bikin. Dûv re kar ji hêla komîteyek amadekirina fermî ya ku ji endamên komîteyê yên ku ji heşt welatan hatine hilbijartin ji ber ronahiya dabeşbûna erdnîgarî ji nû ve hate destpêkirin.

Naveroka Zagonên Mafên Mirovan

-Mafê hemû kesan, bêyî cudahî, heye ku ji bo xebata wekhev, mûçeyek wekhev bistînin.

-Mafê her kesê kedkar heye ku mûçeyek adil û guncav ji wî û malbata wî re peyda bike ku hebûnek layiqî rûmeta mirovî be û dema ku hewce bike bi rêyên din ên parastina civakî were temam kirin.

-Mafê her kesî heye ku ji bo parastina berjewendiyên xwe bi kesên din re bibe endam.

-Dayik û zaroktî mafê lênêrînê û alîkariya taybetî heye. Mafê hemû zarokan heye ku ji heman parastina civakî sûd werbigirin, çi di nav zewacê de çi li derveyî zewacê ji dayik bibin.

-Mafê her kesî yê perwerdeyê heye. Divê herî kêm di asta seretayî û bingehîn de perwerde bêpere bê dayîn. Perwerdehiya seretayî mecbûrî ye. Û ji bo ku perwerdehiya hunerî û perwerdehiya pîşeyî ji her kesî re peyda bike. Xwendina bilind divê ji her kesî re li gorî jêhatiya xwe peyda bibe.

-Dê û bav di serî de mafê hilbijartina cureyê perwerdehiya ku ji zarokên xwe re tê dayîn heye.

-Mafê her kesî heye ku berjewendiyên manewî û madî yên ku ji berhemeke wî ya zanistî, wêjeyî û hunerî derketiye, biparêze.

-Di kar anîna maf û azadiyên xwe de, tu kes nikare bikeve ber sînorkirinên ku bi qanûnê hatine destnîşan kirin, bi tenê armanc ew e ku pênasîn û rêzgirtina maf û azadiyên kesên din, û pêkanîna dadmendî ya pêwîstiyên rêxistina giştî, û başbûna hemûyan di civakeke demokratîk de ye.

Girîngiya Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî

Di encama şerê cîhanê yê dûyemîn de, pêdiviya gel ji bo aramiyê di hemû waran de hebû lewma Roja Navdewletî ya Mafên Mirovan hat destnîşankirin, ku her kes xwediyê komek mafan e ku bi wan re bikaribe jiyana xwe bi asayî bijî, bêyî ku rastî çewsandin, zordestî, an jî xwediyê kesekî din were, û ev yek jî piştrast dike ku divê bi hemû mirovan re bi dadperwerî û li ser bingeha wekheviyê û demuqrasiyê were kirin.

Rastiya bikaranîna Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan

Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan bi hemû şêwazên xwe berevajî wan zagonên ku hatine danîn tê meşandin. Tu bandora vê rojê heya roja me ya îro li ser mirovan bi başî nehatiya dîtin û ji bona ku mafê mirovan were parastin, ji derveyî gotin û nivîsa li ser kaxezê tu kar û xebateke ber bi çav heyanî neha nehatiye kirin. Berovajî wê mirov li tevahiya cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn û Kurdistanê têne qirkirin û li ser wan û axa ku li ser dijîn talan, dizî, wêran, işkence û kuştin tê meşandin û ji bona vê yekê jî herkes lale, kore û kere û weke ku kes nabîne vê yeka ku li ser gelên bindest tê meşandin. Mînaka herî ber bi çav jî kiryar û sûcên ku dagirkeriya tirk li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, bi taybet jî li herêmên dagirkirî û di serî de li Efrînê hemû rengên guhertina demugrafîk tê meşandin û tu saziyên ku bi navê mafê mirovan bandikin dengê xwe ji vê yekê re nakin.

Li ser jin û zarokan jî bi taybet li hemû parçên Kurdistanê û li ser tevahî civakê û bi taybet jî li ser pêşengê civakê û rojnemevanan jî ev kiryar û sûcên dijmirovî bê sînor û bê hesab têne meşandin. Di salvegera 75’an a Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de hîn kiryarên dijmirovî têne meşandin û hîn cîhan li hmberî vê yekê bêdenge û hîn saziyên mafê mirovan ji di bin sîwana berjewendî û siyaseta dewletan derneketine û hîn jî mirov dinale û dike qîr û gazî û dibêje ka mafê mirovan û kanî mirovahî. Ji bona vê yekê û ji bona ku mafê mirovan were parastin û kes mafê wî neyê binpêkirin, pêwîste ku Biryarên ku hatine girtin pêkwerin û kes çavê xwe ji kiryarên ku li ser mirovan têne kirin negre û dest deyne ser wijdanê xwe û biaxive.