Rojnameya Ronahî

PKK, KCK Û NETEWEYA DEMOKRATÎK

Ji remanê Rêber Apo

PKK û KCK’ê di çarçoveya teoriya demokratîk de xwe bi awayekî fermî di destpêka sala 2003’an de îlan kirin. Mirov dikare vê weke sêyemîn qonaxa mezin an jî sêyemîn derketin holê ya mezin bi nav bike. Yekemîn qonaxa mezin, ji îdeolojiya şoreşgerî ya gerdûnî xwebûna zêhnî ya civaka neteweyî îfade dike. Bi awayekî bingehîn bi zêhnî radihêje nasnameya civaka neteweyî û dinirxîne. Civaka neteweyî çi pêk hatibe çi pêk nehatibe, weke derketineke holê ya zêhnî tê tesewirkirin û plankirin. Weke pîvan, Kurdîtî bingeh e, lê gelekî tê guftûgokirin ka Kurdîtiyeke çawa li naverastê heye. Parçe parçeyî be jî heyîna Kurdan ji aliyê dîrokî û mekanî ve tê nirxandin. Tê guftûgokirin ka civakeke çawa ye, welatê wî, zimanê wî, sînorên wî, parçebûna wî, paşvemayîna wî yan jî hemdemiya wî bi agahiyên herî çor tê guftûgokirin.

Koma kakil a ev guftûgo dimeşand, di salên pêşî de hejmara wê ji tiliyên du destan ne zêdetir bû. Girîngiya komê ne di hejmarê de, di naverokê de bû. Îfadekirina rast a rastiya me dixwest ku em wê derxin holê, heqîqet girîng dikir. Derketina Komê Ji Enqereyê û li Kurdistanê belavbûna wê di salên 1973-1979’an de naveroka vê rastiyê bi awayekî bingehîn tîne ziman û weke Heqîqeta nû ya Kurd manedar dibe. PKK navê vê heqîqeta nû ye. Şehîdê mezin ê vê demê Hakî Karer e. Ji hejmara tiliyên destan ne zêdetir şehîdên vê demê yên Tevgerê hene.

Pêvajoya ji 1980’î heta bi 2005’an jî ji diyardaye Kurd a obje ye, vegera li civaka Kurd a neteweyî ya bîrewer, bi rêxistin û şerker dibe û bi vî awayî azad û kirdar dibe, îfade dike. Rewşeke welê heye ku ji Kurdîtiya obje ber bi Kurdîtiya azad û kirdar dibe, gavavêtin heye. Em ji vê re dikarin bibêjin, ji Kurdîtiya berê ya mîna meytekî û bûye kole, ber bi Kurdîtiya ji nû ve zindî û azad dibe, gav tê avêtin. Li vir, em behsa komeke piçûk nakin ku bi nav û zêhin derketiye holê, li vir, em behsa gelekî dikin ku ji mîlyonan bihuriye, ji rewşa eşya û rabihuriya kole ber bi rastiya gelê ku xwe bi awayekî azad îfade dike, xwe bi rêxistin dike, xwe bi çalakî dike û xwe dide şerkirin, diçe. Em dikarin vê weke ji nû ve bûyîna gelekî hemdem ê tîpîk û civaka neteweya demokratîk îfade bikin. Navên pêşî yên pêvajoya bûyînê Hêzên Rizgariya Kurdistanê HRK û Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistanê ERNK ye. Hejmara wan ji sîh hezarî bihurî, bi qasî ku neyên hejmartin zêde, ne bi tenê ji bo Kurd û Tirkan, ji bo tevahiya mirovatiyê şehîdên wê yê maneya xwe mezin hene. Bi sedhezaran kadro, sempatîzan û gelê wê yê ketine ber êşkencê hene. Hejmara girtiyên wê yên zindanê ji deh hezaran bihurî. Hîcret û koçberiya wê ya qat bi qat ji mîlyonan bihurî heye. Di van şert û mercan de xwe gihandiye rastiya gelê şerker. Ji ber bûyerên di rabihuriya wê de û ji ber îmha û înkara di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de yên gihiştin asta qirkirinê, xayînê wê, hevkarên wê, çerxkiriyên wê û qetlîamkerên wê gelek in, lê li hemberî vê, civakeke neteweyî ya demokratîk û gelekî neteweyî ya ku têkoşerên wê, lehengên wê û şehîdên wê pir çêbûne.

Cudahiya 2005’an û salên piştre, ji bûyînê ber bi nasnamebûyîneke nû ve, ber bi hebûneke mayînde ve û israra di jiyana azad de ye. Ango piştî pêvajoyeke bi êş a bûyîn û vejînê, bi heman nazikî û ehemiyetê çawa ku zarok bi awayekî serketî ji diya xwe bû, bi heman awayî divê zarok bi xweparastinê bê mezinkirin, bi xwarinên pê bi jehrî nekeve were xwedîkirin, hebûna xwe bi awayekî azad îfade bike û bi awayekî karibe cudahiya xwe pêk bîne, bijî. Pirsgirêk êdî yên bûyîn û ji dayikbûnê nînin, pirsgirêkên jiyana azad û nasnameya xwe ne ku ji ber parastin, mezinbûn û cudabûnê ne. Piştî derketina holê ya zêhnî derketina holê ya gewde dikeve rojevê, ango gewde vediguhere endamên cuda û xwe bi awayên din pêk tîne. Bûyîn û ji dayikbûyîn li her nexweşiya zarokatî û gedetiyê vekiriye. Ji bo zarok nemire pêdivî bi hewldanên gelekî mezin ên hosteyane heye. Beriya wê, derketina holê ya zêhnî gelekî bi êş û jan e. Bi awayekî divê bûyîna di malzarokê de bi tenduristî, bi esil be û bêjî nebe. Ji bo vê jî divê pêngava îdeolojîk diyardeya civakî ya Kurd rast îfade bike, ango heke bibe heqîqeta wî pêkan e. Divê mirov ji bîr neke ku li ser axa niştimanî ya Kurdistanê bi hezaran sal hêzan xwe gevizand, ji bo wê pevçûn û şer kirin, lewma ji bo erda dayik ne bi destavêtinê lê bi îradeya xwe ji xwe zarokekê bi şêweyê gelekî azad bîne dinê, şertê pêşî û herî zor ew e, divê xwe bi xwe bibe hebûn. Di qonaxa sêyemîn de ji bo ev heyîna em behsa wê dikin bibe hebûn divê xwe weke hebûneke bi nasname û azadiyê îfade bike. Diyardeya nû ya pêk tê, ew hebûna berê ya naskirî, ne ew a berê ye ku êdî ji xwebûnê derketiye û ew objeyeke hatiye parçeparçekirin û bi hêsanî tê daqurtandin nîne. Kurdîtiya berê bi tenê weke obje û eşyayekî hebû. Her hêza fetihkar, dagirker, mêtinkar, îlhaqker û qirker çawa bixwesta li ser karîbû her kirina îmhayê û asîmîlasyonê (helandinê) bimeşîne. Di rewşa amûrekî bikaranînê de bû. Nasname û kirdariya wî ya kolektîf pêş neketibû yan jî ji vê bêpar hatibû hiştin. Ji xweîfadekirin û parastinê dûr bû. Mîna çêlekeke li benda dotinê bû, weke berateyeke ji qijakan re hatibe hiştin bû. Ji aliyê civakî ve mirov nikarîbû ji vê re hebûn bigota. Mirov bêhtir karîbû jê re bigota obje û eşyayeke ku ji hebûn û nasnameyê hatiye kirin.