Rojnameya Ronahî

Weqfa Jina Azad a Sûriyê nasnemeya jinê diparêze

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûriyê Sultana Xişo diyar kir ku ew hewil didin bi kar û xebatên xwe civakê di warên jiyanî de bi pêş bixin, herwiha jinan di hemû aliyan de perwerde bikin û nasnameya jinê biparêzin.

Di Îlona 2014’an de bi dirûşmeya‘Jina Azad Bingeha Civaka Azad e’ Weqfa Jina Azad li Rojava hat damezrandin. Armanca damezrandina wê jî ew e ku pirsgirêkên civakî li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bên çareserkirin û civak di hemû warên jiyanî de bê pêşxistin. Piştî pêşketina mezin di seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk aniye û ji bo ku bigihîjin hemû jinên herêmê,di konferansa 2021’ê de biryar dan ku navê xwe biguherînin û bikin “Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê.”

Di Weqfa Jinê de gelek beş hene, di nav de beşa perwerdeyê ya ku karînên jinan û têkiliyên wan ên civakî û tendirustî di hemû waran de bi pêş dixe ji bo binesaziya civakê xurt bike û beşdariyên jinan di bernameyan û projeyên pêşveçûnî de bi pêş bixe.

Weqfa Jina Azad a Sûrî (WJAS) li Rojava û bakurê û rojhilatê Sûriyê li ser zehmetiyên jinan yên aborî, siyasî, tenduristî û çandî bi rêbazên wekî perwerdehiyê dixebite. Weqf bi xebatên xwe ji bo van xalan têdikoşe, wekî wekheviya di navbera zayendan de, ziman û olên cuda yên herêmê û rêzdariya di navbera netewe, çîn û komên civakî yên bakur û rojhilatê  Sûriyê de.

Di derbarê piroje, kar û xebatên Weqfa Jina Azad a Suriya yê rêvebera Weqfê a li bajarê Qamişlo Sultana Xişo Ji rojnemeya me re axivî.

Siltana Xişo diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava ku li bakur û rojhilatê Sûriyê hate destpêkirin û Rêveberiya Xweser hate avakirin, yek ji saziyên ku hate vekirin Weqfa Jina Azad a Sûriyê bû û wiha got: ” Weqfa Jina Azad a Sûriyê di sala 2014’an de hate avakirin, ji bo jinan derfetên kar pêş dixe. Armanca Weqfa Jin ew e ku jinan di hemû aliyan de bi rêxistin bike, ji bo jinên ku pirsigrêkên wan hene çareseriyê bibînin û ji bo ku jin bikaribin hêza xwe bibînin û nas bikin derfetên kar didin wan.  Girêdayî wê salane di hemû beşan de perwerdeyan li dar dixe. Komîteyên navenda weqfa jina azad li Qamişlo ye, ofîsa wê li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê belav in. Li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Dirbêsiyê, Hesekê, Kobanê û… hwd. Li kampan jî heye; kampa Hol, WaşoKanî û Roj. Di hundirê Weqfê de Komîte hene; Komîta tendirustî, perwerde, proje, dîblomasî, mafnasî û daraya her komîteyeke me pratîk û teorî wê heye. Wekî komîta tendirustî semînerên tendirustiyê didin jinan.”

 ‘Bi semîneran jinan ji bin zehinyeta mêr derdxin’

Sultana Xişo bal kişand ser kar û xebatên komîteya tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad û wiha dewam kir: “Semînerên tendirustiyê ya Weqfa Jinê hin caran bi kampanyan radibin, ji bo piratîkiya tendirustiyê nexweşxaneyên me hene, bijîşkên xwezayî xwestin van nexweşxaneyan ava bikin da ku bi jinê re bibin alîkar. Ji krîza ku di Sûriyê tê re derbas dibe nirxê lênerîna bijîşkan biha bûye, ji ber wê jî her nexweşaxaneyeke me bijîşkeke taybet ya jinan û zarokan lê dimînin û wan tedawî dikin, ev yek gaveke pîroz bû û ji wê encamên baş hatin dîtin. Herwiha nexweşxaneyeke me li gundewarên bajarê Dêrikê hatiye avakirin, ew jî ji bo jinên ducanî yên dûrî nexweşxaneyên bajar e. Di heman demê de komîteya perwerdeyê semînerên pratîkî û teorî didin jinan ji bo guhertina zihniyetê, ji ber ku berî şoreşa Rojava jinê bi zihniyeta mêranî dihizirî, ji ber vê yekê jî perwerde ji jinan re di Weqfa Jina Azad de hate dayîn da ku zihniyeta mêr ji civakê rabe û jin xwe bi xwe birêve bibe, vegere rastiya xwe zanibe rola wê di civakê de çi ye. Her wiha bi van semîneran me xwest bi jinên kedkar re bibin alîkar, baxçeyên zarokan vekin armanca me ew e ku em ne tenê wan fêrî pênûs û lênûsê bikin, fêrî çand û exlaq jî bikin.”

‘Armanca me başkirina dirûniya zarokan e’

Sultana Xişo behsa hin projeyên ku ji jin û zarokan re vekirine û got: ” Me bexçeyên zarokan ji bo zarokan vekir, jinên karker hene diçin karê xwe nikarin zarokên xwe bi tenê li mal bihêlin, ji bo wê jî me bexçe vekirin, armanca me ew bû ku jinên karker bi rehetî karê xwe bikin. Herwiha me navendên mûzîkê jî vekir, armanca me ji vekirina wê jî ew e ku zarokên penaber têde fêrî amûrên muzîkê bibin, ji bo ku ji rewşa şer derkevin. Tiştekî pir girîng bû carnan komîteyên me yên mûzîkê beşdarî şahî û mîhrîcanan dibûn. Cihekî werzîşê li navend Weqfa Jin a Azad ji jinan re hat vekirin.”

 ‘Em ji bo nasnameya jinê kar dikin’

Sultana Xişo wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Ne tenê herêm, li hemû kampan jî ev kar tên kirin. Dibêjin çima hûn li kampa Hol û Roj kar dikin ji ber ku jinên DAIŞ’ê ne. Em ji bo nasnameya jin kar dikin çi jineke ku em pê re alîkarbin derfetê didin wê jinê. Çi jinê DAIŞ’ê jî em li kampa Hol û Roj pir karan didin meşandin semîner ji jinan re tên çêkirin, ziyaretî kona dikin piştre semînerên fikrî ji wan re tên çêkirin û encamên gelekî baş em bidest dixin li wan kampan hin jin ew cil û bergên reş guhertin. Ji 2014’an heta 2020’an navê Weqfê, Weqfa Jina Azad a Rojava bû, piştre me guhert kir Weqfa Jina Azad a Sûriyê ji ber ku em bi nasnama jinê kar dikin ne tenê herêmekê kar dikin an jî pêkhatiyekê. Her kesê ku di Weqfê de kar dike ji hemû pêkhateyan kar dikin. Di demê pêş de jî em dixwazin projê xwe bêhtir xurtir bikin. Sala bê jî dixwazin ku ev perwerdê ji jinan re tên kirin kooperetîf vekin. Di destpêkê de  Weqf li jinan digeriya, lê niha jin tên serdana me dikin li derdora me kom dibin em ê jî li gor nerînê jina bin. Çi kar û xebat ji me were xwestin em ê bikin bi hemû jinan re alîkarbin destekê bidin wan.”