Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiyên çandî.. eger û armanc… çend têbînî..

06/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Her miletek yan civakek li gorî dîroka xwe û cihê ku lê dimîne xwediyê çanda xwe ya taybet û cuda ye. Ev çand bi gelek şêweyan tê derbirîn û vegotin, yek ji wan şêweyan û forman lidarxistina çalakiyên çandî ye.

Çalakiyên çandî yek ji wan formên ku naveroka çandî ya civakê yan beşekî civakê diyar dike. Lewma lidarxistina çalakiyên çandî ne reftareke bê armanc û tenê ji bo şahînî û kêfê ye, lê belê çalakiya çandî bi armanca pêşxistina çand, perwerde û şahiyê di nav civakê de û ji bo dewlemendkirina jiyana çandî ya takekes û civakê bi giştî têne pêkanîn.

Mirov dikare pir armancên çalakiyên çandî rêz bike, mîna, pêşxistina bîreweiya çandî, pêşxistina fêrbûn û perwerdeyê di warên curbecur ên wekî huner, wêje, dîrok, zanist û teknolojiyê de ku ev tişt dike ku zanînê berfireh bike û karîn û jêhatîbûna kesan zêde bike. Her wiha çalakiya çandî platformên danûstendina civakî û têkiliyan di navbera kes û çandên cihê de peyda dike û dibe navgîn ji bo têgihiştin û hevjiyana aştiyane ya di navbera çandên cihê de.

Çalakiyên çandî wekî din dibin alîkar ji bo pêşxistina afirandêrî û derbirîna hunerî û têvedana vegotina afirîner û pêkvejiyana hunerî ya raman û hestan, afirînerî û vegotina hunerî di kesan de zêde dike û dibe alîkar ji bo pêşkeftina şiyanên hunerî û afirîneriyê. Dîse yek ji armancên girîng yên van çalakiyan bihêzkirina xwebûn û nasnameya çandî ye, ku nasnameya çandî ya kes û civakê xurt bibe û  hişmendiya çanda herêmî û gerdûnî zêde dike û  nasnameya çandî û girêdana çandî ya kesan ava dike.

Titşên me li jor rêz kirin çend armancên sereke yên çalakiyên çandî ne ku ew li gorî her civakê û her çandekê û li gorî pêdiviyan têne guherîn jî.

Lewma dema ku civakek yan kesek yan saziyek bixwaze ku çalakiyeke çandî pêk bîne û lidar bixe pêwîste van eger û armancan bide ber çavên xwe û bernameya xwe ya çalakiyê li gorî wê amade bike, naverok û çawanî û başiya şêwe û formên çalakiyê li gorî van pîvan û armancan amade bike. Ji ber ku eger naveroka çalakiyê qels û kêm bû û ne li gorî van rêgez û pîvanan bû dê neghêje armanca xwe, ger neghêje armancan jî dê nebe çalakiya bi armanc, dê bibe çalakiya ji bo çalakiyê, ango çalakiyan ji bo xwe, ne ji bo civakê.

Civaka kurd a li Rojava bi salan di bin nîrên çewisandin û qedexekirina çandî de mabû. Lewma hetanî berî 10 salan mirov nikare behsa çalakiyeke çandî ya bi rêk û pêk û ji bo civakê bike.

Niha piştî 10 salên şoreşê rewşeke nû çêbû, di her beş û aliyê jiyanê de derfeta tevger û liv û çalakiya bi nasnameya Kurdî hatiya avakirin. Yek ji wan liv û tevgeran çalakiya çandî ye.

Di bin siya saziyên çandî yên fermî, yan jî yekîtî û saziyên nivîskar, rewşenbîr û hunermendan de salane bi dehan çalakiyên çandî têne lidarxistin. Bê guman ev liv û tevgereke erênî û baş e. Lê hewce ye ku ev saziyên ku van çalakiyan lidar dixin carekê li paş xwe binêrin û ji xwe bipirsin ka armanca wan ya van çalakiyan çi bû û gelo wan naverok û bernameya van çalakiyan li gorî van armancan tije kiribû yan jî tenê çalakiyên ji bo çalakiyan bûn.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.