Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amûdê dilê şaristaniyê ye

06/12/2023
in Uncategorized
A A
Amûdê dilê şaristaniyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Bajarê Amûdê dikeve bakurê rojhilatê Sûriyê, 25 km li rojavayê bajarê Qamişlo ye, ji aliyê bakur ve rûbirûyê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye, 160 gund girêdayî wê ne, herwiha gelek şûnerwarên kevnar dihewîne.

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Bajarê Amûdê dikeve bakurê rojhilatê Sûriyê, 25 km li rojavayê bajarê Qamişlo ye, ji aliyê bakur ve rûbirûyê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye. Hejmara niştecihên wê tevî gundewarên wê nêzî 200 hezar kesî ye û piraniya wan kurd in. Herwiha xirstiyan jî bi jimareke kêm li bajêr hene û bajar komek dêrên dîrokî yên herî kevn diparêze. 160 gundên wê hene, praniya wan gundê kurdan e.

Li başûrê Amûdê zêdeyî 10 gundên kurdên Êzidê hene. Ew li gundên Amudê yên Merkebê, Dugirê, Qelaçix, Xirbê Xwê, Çetelê, Kuliyê, Xirbexezal, Gorseîd, Xirbedilan, Mîk, Hêşerî, Tolko, Berzan, Morîka, Enteriyê, Mehmûdiyê û Kerengo dijîn. Li 20 salên dawiyê piraniya kurdên êzdî derketin derveyî welat

Ji nivîskar û helbestvanên navdar yên ku li Amûdê Mezin bûne û ji bo pêşketina nivîs û helbestê kedeke wan ya mezin heye; helbestvanê navdar Cegerrxwîn, Mela Îbrahîm Sufî Ebdo, Mela Ebdulletîf Îbrahîm û Mela Ebdulhelîm Mela Îsmaîl, Elî Topez û Şêxmûs Qerqatî, Ehmed Huseyînî, Ebulhelîm Yûsif û hwd… .

Amûdê wekî navenda çandinyê ya herêma cizîrê tê nasîn, tevahiya cûreyên çandiniyê yên havîn û payîzê lê tê çandin. Herwiha praniya xelkên wê bi çandî û xwedîkirina dewaran debara jiyana xwe dikin.

Ji wan karesatên ku “Amûdê” tê re derbas bûye, bûyera şewata sînemayê di sala 1960 de ye, ku tê de nêzîkî 250 xwendekarên ku temenên wan di navbera 7 û 15 salî de ne, jiyana xwe dest dane. Di wê bûyerê de navê Mihemed Seîd Axa derket holê, ku xwe avêt nav agir da ku hejmareke herî zêde ji zarokan rizgar bike. Lê piştî ku wî jimarek ji zarokan ji agir rizgar kir, ew di nava agir de ma û jiyanan xwe ji dest da.

Di milê şaristaniya kevnar de, Amûdê di dilê deverek mîrasê de ye ku cugrafiya wê gelek şaristaniyên kevnar dihewîne. Yek ji van şûnwaran jî ‘ Girê Mozan e, ew yek ji girîngtirîn şûnwarên herêmê bi giştî ye. Ji ber ku bermahiyên paytexta Hûrî ya yekem a berî zayînê 4 hezar sal digre nava xwe. Herwiha şûnewarên Çaxirbazar ku 35km dûrî Amûdê ye xwedî girîngiyeke mezin.  Dîroknas û nivîskara Brîtanî “Agatha Christie” di salên 1930 bi hevînê xwe re Profesor Max Mallowan serdana Çxirbazar kiribû, demekê li wir ma û li ser hûrguliyên serdana xwe pirtûka xwe ya bi navê “Ez Çawa Dijîm” nivîsand.

Zanyarê îngilîz Max Mallowan di navbera salên 1935-1937an de, girê Çaxir bazar kolandiye û 15 qatên çandî yên di navbera salên 1500-3000 berî zayînê de hatine dîtin. Mîqdarên seramîkên bi spehî hatine xêzkirin, peykerên “xwedayên qencî û bereketan” û fîgurên axên girîng ên ku bi tîpên kulî yên ku ji serdema Asûrî ya kevnar (1800 B.Z.) ve hatine nivîsandin, firna çêkirina qermeyan, firaxên kevnar, kevir, bronz û amûrên hestî û alav û peykerên mirov û heywanan ji heriyê pijyayî hatine çêkirin.

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin
POLÎTÎKA

Pakistan û Hindistan pevçûnên xwe nû dikin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.