Rojnameya Ronahî

‘Heval Kekê Min’

Komuna film a Rojava filmê metrajdirêj “Heval Kekê Min” çêdike. Film behsa Şoreşa Rojava dike û Haşim Aydemîr derhêneriya filmî dike. Rêber Hebeş senaryoya filmî nivîsandiye. Derhênera alîkar jî Nadya Derwêş e, ew dibêje, tevî şert û mercên zehmet, girtina dîmenên filmî dewam dike.

Filmê ‘Heval Kekê Min’ ku niha li Rojava tê çêkirin, behsa pêşketina Şoreşa Rojava, heqîqeta civakî ya şoreşê, sîstema koperatîfên meclîsan û komunan dike.

Derhênera alîkar a filmî, Nadya Derwêş û lîstikvana sereke ya film Hajîn Ebdurehman Mihemed behsa filmê ‘Heval Kekê Min’ kirin. Nadya Derwêş ji Serêkaniyê ye û ji sala 2015’an û vir ve di nava Komuna Filman a Rojava de ye. Hem derhêneriyê hem jî alîkariya derhêneriyê dike.

Nadya Derwêş anî ziman ku film ji hin aliyan ve behsa sîstema koperatîf, meclîs û komunên Şoreşa Rojava dike û got, “Sîstema nû ya li Rojava hate afirandin yan jî weke modêla jiyanê hate avakirin, wê li her derê belav bike. Me ev yek bi biratiya gelên li Rojava vegot. Li gundekî gel bi rengekî komunal dijî û jiyaneke komunal diafirîne. Di heman demê de behsa pêvajoya azadkirina bajarê Reqayê jî dike. Têkoşîna şervanên YPJ û YPG’ê ya ji bo rizgarkirina bajêr, têkiliya şervanan a bi gel re nîşan dide. Rastiya civakê û şervanan radixe pêş çavan. Nîşan dide ka şervanan û gel bi hev re sîstemeke çawa afirandiye. Ya herî girîng jî behsa wê yekê dike ku şervan ewlad, milîtan, bîrdarî, xwişk, bira û zarokên vî gelî ne. Gelek mijaran dinirxîne û bi vî rengî behsa Şoreşa Rojava dike. Bêguman behsa beşeke piçûk a rastiya Şoreşa Rojava hatiye kirin.”

Em ji nû ve hîn dibin û hîn dikin

Nadya Derwêş ragihand ku di dema çêkirina filmî de ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk wê pir zehmetî dîtine, lê wan li gel van şert û mercên zehmet jî dev ji çêkirina filmî bernedaya û got, “Ev êriş wê ti carî nebin asteng. Eger em di nava şoreşê de karên sînema yan jî hunerî dimeşînin, êriş nikarin hunera me rawestînin. Beriya her tiştî di projeyên me de mijara herî zor û zehmet, mijara lîstikvaniyê bû. Em bi rastiya gelekî welê re rû bi rû ne ku ji karên çand û hunerî bêpar e. Bi reng, çand, nasname û zimanê xwe nekarî hunerî bike, tevlî karê hunerî nebûye. Di nava şoreşê de bi derfetên xwe, bi tecrûbeyên xwe yekemcar hunerê şoreşê diafirînin. Lewma kêmasî hene. Bi taybetî tecrûbeya lîstikvanên me ji temenê şoreşê kêmtir e. Lîstikvanên di film, rêzefîlm, şanoyan de dilîzin xwedî tecrûbeyeke demdirêj a hunerî nîne, bi giranî amator in. Kêmasiyên vê qonaxê hene, lê belê encama hatiye bidestxistin hêja ye. Di nava şert û mercên şer de bi derfetên kêm em ji sifirê dest pê dikin. Bi demê re em ê bibin xwedî hunerekî pispor. Di filmê ‘Heval Kekê Min’ de hevalên pispor hene. Her wiha hevalên me yên nû jî hene ku hîna nû dest bi lîstikvaniyê kirine. Em ji nû ve hîn dibin û ji nû ve hîn dikin.”

Em bi ruhekî kolektîf dixebitin

Nadya Derwêş anî ziman ku senaryoya filmî beriya sal û nîvekê hate amadekirin û got, “Koma teknîkê, lîstikvan û hwd. beriya sê mehan dest bi amadekariyê kirin. Hin lîstikvan di rêze filma Evîna Kurd de bûn, hinek lîstikvanên me jî tevlî karên cuda yên rêze film û filman bûbûn. Amadekariyên produksiyon û dekorê gelek wextê me xwar. Ji bo filmî maleke nû hate avakirin. Me destpêka vê mehê dest bi girtina dîmenên filmî kir. Ji bo em filmî çêkin jî pêwîstiya me bi şert û mercên guncaw ên hewayê heye. Hewa carna bi tav e, carna bi mij e, carna bi toz e. Carna em neçar in ku dîmenekî çend caran bigirin, heta ku em dîmenê bi dilê xwe bi dest bixin. Ji ber şert û mercên hewayê, hin astengî çêdibin, lê em gihîştine astekê. Lîstikvanên me xwe tevlî rola xwe kirine. Lîstikvana me ya herî piçûk 13 salî ye û lîstikvana sereke ya filmî tevî ku yekemcar e di filmekî de rol dike, hînî kar bû û bi serketî tevlî atmosfera filmî bû. Weke tîm em bi ruhekî kolektîf kar dikin.”

Ji şanoyê ber bi sînemayê

Ev lîstikvana 13 salî Hajîn Ebdurehman Mihemed a ji Qamişloyê ye û lîstikvana 13 salî ye. Di filmê ‘Heval Kekê Min’ de bi karaktera Nûjîn a rola sereke radibe. Hajîn beriya dest bi lîstikvaniya filmî bike, di şano de rol kiribû. Hajîn got, “Min di sê lîstikên şanoyê de rol kir. Hêjayî xelata şanogera herî baş hatim dîtin. Niha di filmê ‘Heval Kekê Min’ de bi rola sereke radibim. Bêguman zehmetiyên xwe hene gava ku mirov ji şanoyê derbasî sînemayê bibe. Şano bi rengekî giştî ye, lê di filman de dîmenê bi detayan hene. Di vî warî de zehmetî hebin jî di demeke kurt de tevlî ahenga rola xwe bûm. Ez rola karakterê Nûjîn dikim. Nûjîn dema ji dayik dibe, kekê wê tevlî nava refên gerîla dibe, derfetê nabîne ku kekê xwe bibîne. Gerîlayê bi navê Baran nas dike û jê we ye ku kekê wê ye. Film bi vî rengî dewam dike.”

Hajîn herî dawî diyar dike ku li Rojava divê filmên li ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, filmên li ser Şoreşa Rojava û biratiya gelan zêde bibin.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle