Rojnameya Ronahî

Meşa ‘Ji Rêber Apo re Azadî’

Farûk Sakik

Meşa “Ji Rêber Apo re Azadî” ku bi beşdariya bi milyonan kesên li Tirkiye, Kurdistan, Ewrûpayê bi kûrtasî li gelek deverên cîhanê dewam dike. Hejmara meşvanan jî roj bi roj zeêde dibin. Ev meş ji meş-hamle-kampanya-pengavên berê cudatir e. Di meşa îro de biryardariyek û bîrdoziyeke cuda ya encamgirtinê heye. Êdî têkoşîna azadiya Rêber Apo ne bi tenê erka Kurdan e. Li Tirkiyê û li cîhanê mirov azadiya Rêber Apo ji xwe re wek berpisyariyek dibînin.

Gelo çima li derveyî Kurdan hin kesên din jî tevlî vê meşê dibin?

Berxwedana Rêber Apo ya li dijî faşîzmê û paradîgmayên wî yên çareserkirina pirsgirêkên li heremê û li cîhanê diqewimin, dîtin û tevlî vê meşe bûn. Rêber Apo, ne bi tenê dijî faşîzmê têdikoşe, di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi faşîzmê re derketine holê jî çareser bike, têdikoşe. Ji gelek welatên cîhanê demokrat, sosyalîst û jin dema ku behsa pirsgirêkên xwe dikin û li çareseriyan digerin, paradîgmaya Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk weke referans esas digirin. Ji bo vê yekê ev meşa azadiya Rêber Apo ya fizîkî ji aliyê van kesan ve, di 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin. Roj bi roj jî hejmara wan jî zêde dibe.

Divê di vê pêngava nû de stratejiyeke cuda were pêşxistin. Divê Rêber Apo baş were nasandin. Divê fikr û ramanê wî, rêbaz û perspektîfên wî yên çareserkirina pirsgirêkan, bi civakê baş were îzahkirin. Çawa ku yên paradîgmaya wî xwendine tevlî vê meşê bûn. Heger xebateke bi vî rengî were meşandin wê hîn zêdetir kes tevlî meşê bibin. Jixwe di 10’ê Kanûnê de li gelek navenda wê pirtûkên Rêber Apo werin xwendin.

Navendek meşa azadiya Rêber Apo zindanên Tirkiyê ne. Di 27’ê Mijdarê de me dît li zindanên Tirkiyê girtiyên siyasî jî tevlî vê meşê bûne. Girtiyên siyasî wek gelên Ewrûpa çareseriya hemû pirsgirêkan, di azadiya Rêber Apo de didîtin. Azadiya xwe çareseriya pirsgirêkên xwe yên zindanan, di azadiya Rêber Apo de didîtin.

Di salên berê de li zindanan armanca grevên birçîbûnê bi taybet ji bo bi destxistina mafên wan ên li girtîgehan tên binpêkirin bû. Dema ku dest bi çalakiyê dikirin, daxwazên xwe rêz dikirin. Lê ji sala 2012’an ve êdî wateya greva birçîbûnê hat guhertin. A niha bi yek daxwazî çalakî didin destpêkirin ew jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Di sala 2012’an de 68 roj dewam kir û li ser daxwaza Rêber Apo bi dawî bû. Di sala 2019’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bi Leyla Guven dest pê kir, li hemû zindanan belav bû. Hedefek grevê jî agahîgirtina ji Rêber Apo bû. Piştî hevdîtina parêzeran û peyama ji Îmraliyê hat, çalakiya xwe bi dawî kirin.

Di  salên 90’î de jî çalakiyên bi vî rengî hebûn, dema li zindanan çalakî dest pê dikir, eniyek jî li ber zindanan dest pê dikir. Çalakiya greva birçîbûnê ya dest pê kiriye ji derve de jî piştgiriyeke mezin digire. Malbatên girtiyan li derve dibin dengê zarokên xwe.  Îsal jî piştî ku çalakî li zindanan dest pê kir, malbatan “Nobeta Edaletê” dan destpêkirin. Faşîzm li Tirkiyê ne tenê zextan dide ser girtiyên siyasî, malbatên wan jî wek hedef digire. Ji ber vê yekê ye, têkoşîna malbat û girtiyên siyasî bi hev re dest pê dike, an jî hev temam dike.