Rojnameya Ronahî

Roja mafê mirovan tenê diruşmeyeke bikar tînin!

Dilyar Cizîrî

Çend rojên din an ku 10’ê kanûnê wê cîhan pêşwaziya salvegera 75’an a Roja Mafê Mirovan a Cîhanê ku di sala 1948’an ve ji aliyê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye destnîşankirin, bikin. Di ragihandina vê rojê de bi erêkirina hemû aliyan metiryalek ji 30 madeyan pêk tê hate destnîşankirin. Di xalên wê de bi awayekî berfireh mafê mirovan li ser belgeyan hatiye nivîsandin.

Li gorî wê belgeyê ji mafê her kesî ye li kîjan aliyê cîhanê dibe, bela bibe, ji kîjan mezheb, netew an jî şeklî be, bila bibe, dikare bi azadî jiyan bike. Di heman demê de li gorî metriyalê nûnertiya hemû herêman bi awayekî qanûnî hatiye destnîşankirin, di heman demê de wekî peymanek ji aliyê hemû hikûmetên cîhanê û gelên wê ve hatiye imzekirin, hate destnîşankirin. Dewleta Tirk jî di nav de hemû welatan li ser erê kiriye. Tê îda kirin ku ji wê rojê ve zemînek bingehîn a parstina mafê mirovn di cîhanê de hatiye destnîşan kirin.

Min xwest di vê nivîsa xwe de pirsekê bikim, gelo xalên wê rastin, aliyên ew peyman imze kirine li gorî naveroka wê tevgeriya ne. Heger niha di asta cîhanê de serjimarek hate çêkirin û nêrîna hejmarek gelekî mezin a mirovan hate girtin, wê kî bêje peyman pêk hatiye, an na?

Lê bêyî tu serjimarî werin amadekirin, ên peyman imze kirine tu bawerî pê ne anîne. Em nikarin hemû mînakên binpêkirinên mafê mirovan ku di cîhanê de têne kirin, di vê nivîsê de bînin ser ziman. Têrê dike em parçeyek biçûk ji binpêkirinên mafê mirovan ên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bînin ziman. Di serî de em ê behsa tecrîda girankirî ya li Imralî tê kirin, bikin. Mane dewleta Tirk jî peymana mafê mirovan imze kiriye. Di heman demê de li Imralî qanûnên xwe û hemû qanûnên navdewletî yên mafê mirovan bin pê dike. Ev nêzî 3 salane bi tu awayî agahî ji Rêber APO nayê girtin. Êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê li dijî gêrîlayên azadiyê mane hemû cûreyên çekên qedexekirî bikar tîne. Mane çekên kîmyawî li dijî xwezayê berî mirovan bikar tîne.

Li dijî Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê mane rojane êriş, komkujî û sûcên li dijî mafê mirovan pêk tîne. Zarok, jin, rojnamevan, karker û her kesî bi balafirên xwe yên bê mirov, top û tangên xwe dike armanc û dikuje. Bûyera hedefgirtina hevala me ya Rojnamevan û endama Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Delîla Egîd ku di encamê de xebatkarê JIN – TV Necmidîn şehîd bû, yek ji sedan bûyerên li dijî mafê mirovan dike ye. Di heman demê de piştgiriya dewleta Tirk ji komên çete yên wekî DAIŞ, El-Nusra û navên wekî wan pir in, xaka Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, niştecihên wan ên resen dan koçberkirin û li şûna wan kesên din bi cih kirin, li ber çavên herî kesî demgrafiya herêmên dagirkirine, didin guhertin.

Li Filistînê jî Hemas sivîl revandin û kuştin, Israîlê jî ji wan xirabtir kir û bi dehezaran kes kuştin û bajar wêran kirine û niha jî dibêjin Roja cîhanî ya mafê mirovan.