Rojnameya Ronahî

Hevkarî û dijberî

Elî Roj

Di serî de kampaniya cîhanî ya azadiya Rêber Apo bi hemû coş, kelecan û hêza xwe berdewame û ji gelek aliyên cîhanê, gelê Kurd û dostên Kurdan tevlîbûna xwe ji vê kampaniyê re çêdikin. Ji bona ku ev kampaniya biserbikeve ji hemû milî ve û di serî de li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi gelek çalakiyên cûr bi cûr ev kampaniya tê meşandin û wê heyanî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere her berdewambe.

Herwiha di demên dawiyê de mîna rojeveke sereke ku herêm û cîhan tev pêve mijûle şerê di navbera Îsrayil û Hemasê de rûdide û bandora vî şerî di asta herêmî û cîhanî de wê rewşa heyî ber bi kûve bibe. Ji ber ku her kes li gorî geşedan û rûdanên ku diqewimin dikeve nava liv û tevgerê û li gorî wê siyaset û pilanên xwe dirêse.

Li gorî ku tê xuyakirin hevsengiyên herêmî û cîhanî bi şerê di navbera Îsrayilê û Hemasê de hîn baştir xwe dane der û rastiya şerê cîhanê yê siyemîn hîn baştir tê xuyakirin. Bi destpêkirina şerê di navbera Ukraniya, Rûsiya û eniyên şer û hevsengî û dengeyên ku li derdorê yên ku bi vî şerî re derketinê holê, bi xwere rewşeke nû derxistiye holê. Ji milekî din ve jî îro bi şerê di navbera Îsrayil û Hemasê de hîn bi rengekî baştir ev enî û alî ji hev cudadibin û rastiya şerê cîhanê yê siyemîn hîn baştir derdikeve holê. Li gorî ku tê xuyakirin wê bi rewşa heyî û şerê li ser asta Rojhilata navîn û cîhanê, gelek guhertin û veguhertinan bixwe re derxîne holê û wê hemû alî bixwazin ji vê rewşa heyî sûdê werbigrin. Di serî de Nato û Sistema serdestê cîhanê ji bona pirojeya Rojhilata navîn a mezin û careke din bi sedsaliya Lozanê re dîzayineke nû ji herêmê re çêbikin û li gorî berjewendiyên xwe vê yekê pêkbînin.

Di serî de hêzên mîna Tirkiyê û Îranê yên ku her yekî ji wan dixwaze serweriya xwe di heremê de biparêze û berfireh bike, ji vê rewşa heyî dixwazin sûdê bigrin û li gorî berjewendiyên xwe bikarbînin. Şerê di navbera Îsrayil û Hemasê de diqewime parçekî berjewendî û nakokiyên ku di navbera van hêzêan de ye. Ji ber ku li pişt Hemasê Tirkiyê ji milekî ve û Îran jî ji milekî din ve hene, herçiqasî herdû hêz di navbera wan de nakokî hebin jî, lê xalên ku wan dighînin hev jî hene û her yekî ji van hêzan dixwaze li ser xwîna gelê Filistînê siyaset û bazarî bike.

Erdoxan ji milekî ve xwe weke xwediyê gelê Filistînê dibîne û ji milekî din ve jî bazariya di navbera xwe û Îsrayilê de jî dimeşîne. Herwiha çawe ku Îsrayil Hemasê mîna hêzeke tûndrew dibîne û li hemberî wê dest bi êrişê kiriye û gelek dewletên cîhanê jî destek û piştgiriyê didin Îsrayilê. Dagirkeriya tirk jî dixwaze ku cîhan tev destekê bide wê an jî çavê xwe jê bigre dema ku êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dirûtiya ku Erdoxan dimeşîne roj bi roj ji cîhanê re işkere bûye û êdî ew xwe jî ji xwe bawernake.

Di rewşa Sûriyê de dema ku bandora şerê di navbera Îsrayil û Hemasê de were nirxandin, wê hîn baştir bandora vî şerî li ser Rojhilata Navîn û cîhanê jî were naskirin. Şerê di navbera Emrîkiya û Îranê de, li Libnanê, Sûriyê û hem jî li Iraqê hîn dijwartir bûye û her alî dixwaze şerê heyî dûrî xwe bihêle û aliyê din jî lawaze bike û eniya xwe ya şer berfirehtirbike.

Li hmberî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li gorî ku tê xuyakirin siyaseta ku tê meşandin ew e, ku ji milekî ve ger ku bikaribin wê hewil bidin ku Sistema heyî berbelav û bêbandor bikin, an jî li gorî berjewendiyên xwe li herêmê bikarbînin. Ji bona vê yekê û li gorî hemû rewşên ku muhtemelin bi berfirehbûna bandora şerê cîhanê yê siyemîn bi xwe re derxe holê, pêwîste ku hazirî û amedekarî li gorî wê werin kirin.

Di rewşa heyî de jî dagirkeriya tirk dixwaze sûdê ji şerê Îsrayil û Hemasê bigre û bê navber êrişê heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û careke din gefa dagirkirina herêmên nû dide. Li hemberî vê yekê jî hem çalakiyên HPG’ê û hem jî çalakiyên QSD’ê û Hêzên Rizgariya Efrînê derbeyên mezin li hêzên dagirkeriyê didin û sekna gelê berxwedêr jî hişt ku pilanên qirkirinê yên hêzên dagirker bê encam bimînin.