Rojnameya Ronahî

Rastîyeke me Kurda; Zû bawerkirina ji neyaran

                                                                                          cîger Dilşad                                                                                                      Mirovên zane û azadîxwaz bi tu carî bi gotina şerefê,namûsê ya dewletê bawer nake. Çimkî hemû dewlet şûştîne ji namûs û şerefê. Soza şeref û namûsê ya herî erzan û bê pere soza dewletan e. Bi taybetî jî soza şeref û namûsê ya dewleta tirk bê pere ye û li vê dinyayê ya herî erzane. Rastîyek me Kurdan heye ku, em pir zû ji sozên dewletê  bawer dikin. Ev,di kesayeta de bûye wekî taybetmendîyekê. Neyarên me jî ew taybetmendîya me baş nasîne û li gorî wê nêzî me Kurdan dibin. Gava hinekî bi me re bikenin,hema bêje em hemû kîn û nifrîna ji bîr dikin. Mînaka herî tê zanîn,Şêx SAÎD e. Dozgerê dadgehê Ehmed ORGEVREN û endamê heyeta dadgehê ELΠ SAÎB(KURDEKÎ RAWANDOZ Ê),hinek sozên vala didin Şêx SAÎD;”qala Kurd û Kurdistan’ê neke,bêje;ji boyî şerîetê rabûm serhildanê,ji xwe pişt re em ê bi hev re herin gundê we û berxekî serjêkin û bixwin” Şêxê me hema dibêje;”temam”. Di rûniştinên dadgehê de peyveke bi tenê derarê Kurd û Kurdistan’ê de nabêje. Şêx SAÎD heta celad kursîyê ji bin lingan dehf dide jî dibêj;”şaşitîyek heye,wê min berdin”. Lê di rastîyê de şaşitî filan tûne bû. Ew xapandibûn! Şêx qet negot;” van welatê me dagirkirine, welatê me parçeparçe kirine, gundê me şewitandine, bi deh hezaran welatîyên me kuştine,em birçî û tazî hiştine,tecawizî xwişk û dayîkên me kirine,her roj xwîna me dimijin!”

Mixabin,ev yeka han wekî taybetmendîyekê di kesayeta  me de hatîye  rûniştandin. Tevî hemû hewldanên Rêber APO û dahurandinên kesayetê ku pêşxistine,em wekî ferdên civaka Kurd nikarin bêjin ku em jê xelasbûne. Mînak;di pêvajoya 2013-2015’an de tevî hevdîtin bi Rêber APO re dihatin kirin û dewletê soz didan jî,lê Rêber APO her ev hişyarîya dikir; tiştekî zelal tûne ye,sibehê wê çi bibe ne dîyare. Lê heger şer dest pê bike, wê îcar şer qet ne wekî berê be! Bila Kurd xwe li gorî şerekî dem dirêj amade bike.” Heger me wekî civaka Kurdistan’ê xwe li gorî şerê gel yê dem dirêj amade kiriba,wê îro rewş pir û pir cuda ba. Li Rojava jî rewş zêde ji Bakur ne cuda bû.

Ya rast ew e ku em Kurd wiha bifikirin;” dewlet çi sozê dide bila bide, Rêberê me  26 salin kêlî bi kêlî di zîndanê de dikujin û  50 sal e ku deşt û çîyayên me dişewitînin,bombe dikin,ziman û çanda me qedexe kirine, bi deh hezaran keç û xortên me xistine zîndanan û wan bi saxî dikujin,leşker û serbazên dewletê her roj li bajarekî tecawizî keçikeke Kurd dikin. Cih û deverên dîroka me tune dikin,her roj axa Başur bi alîkarîya MALBATA BARZANÎ didin ber top û tangan,her roj li Rojava qirkirinan pêk tînin, bi kurtasî ji bo tu tiştek li ser navê Kurdan nemîne hema her tişt tûne kir- dikin. Yanê hem fîzîkî û hem jî çandî Kurdan di qirkirinê re derbas dikin. Van kiryaran sergirtî nakin, pir vekirî û li ber çavê dinyayê dikin. Tevî van yekan, gava carekê bi me re kenîya divê em van kiryarên neyar qet û qet ji ber çavên xwe nedin alîyekî.

Gotineke Rêber APO heye,dibêje;”yê/ya ku kîn û nifrîneke wê/wî ya mezin li hember neyar tûne be,nikare serkeftinê bi dest bixe.”

Bi kurt û kurmancî; divê kîn û nifrîna me li hember dijmin timî tûj û zindî be ku em  bikaribin azadîya xwe bi dest bixin. zû bawerkirina ji gotinên neyaran tê wateya xwe xapandinê! Tevî ku her tişt li holê ye û li ber çavan têne kirin,em nikarin bêjin ku “min nedît,nebihîst,nizan im”. Em wekî kesên civaka Kurdistan’ê qet tiştekî nizanibin jî,em tev dizanin ku Rêberê me di zîndanê de ye û li çar alîyên cîhanê kampaniya;”JI RÊBER APO RE AZADÎ,JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ hatîye destpêkirin. Her hal piştî vê kampanya yê êdî em nikarin bêjin ku;agahîya min tune ye. Tişta em bikin ew e ku bi hemû hêza xwe tevlî kampanyayê bibin û pêşengtîyê jê re bikin. Divê em ji bîr nekin ku li tu devera dinyayê bêyî şerekî mezin,bêyî tevlîbûna gel a şerê gel yê şoreşgerî û demdirêj  pêkhatina aştîyeke bi rûmet nehatiye kirin û nayê kiri