Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dayîkeke 81 salî li Tirkiyê tê girtin

06/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale   

Dayîka Kurd Mekbûle Ozer dema ku daxwaza mafên xwe dike ne sûc e. Aliyê siyasî, olî û civakî mafê her ferd û civakê heye ku hebûna xwe biparêze û daxwaza azadiyê bike. Dewleta şerê taybet Tirkiyê di hemû şert û mercan de Kurdê ku xwe inkar neke, zimanê xwe biparêze û xwedî li nasnameya xwe derbikeve dibe hedefa wan. Rejîma Tirkiyê gelê Kurd ji zarokan heyanî ixtiyaran hedef digre. Mîna dayîka Mekbûle Ozer û Emîne Şanyeşar.

2022`an 10`ê Gulanê dayîka Mekbûle Ozer tevî hevjînê xwe Hadî Ozer bi hinceta alîkariya PKK`ê kirine ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin girtin. Cezayê 2 sal û mehek dan Dayîka Mekbûle, piştî ku demekê di girtîgehê de ma ji ber temenê wê mezin bû û pirsgirêkên wê yên tendurûstiyê hebûn dadê biryar da ku girtina dayîka Mekbûle taloq bikin û ew 7`ê Îlonê 2022`an ji girtîgehê derket. Dayîka Mekbûle li ser kopal dimeşe û temenê wê 81 sale, exlaqî û wijdanî kî vê yekê bibhîze gelekî aciz dibe. Tirkiyê ku dewleta şerê taybet e çima dayîkeke Kurd ku temenê wê 81 salî ye bigrin.

Dayîka Emîne Şanyeşar jî ji sala 2018`an ve edaletê dixwaze. Ew jî dayîkeke Kurd e, ji Pirsûsê ya Rihayê ye. 14`ê Hezîranê sala 2018`an hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP`ê Yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetil kirin. Dayîka Emîne Şanyeşar têkoşîna xwe berdewam kir û 9`ê Adara 2021`an dest bi nobeta adaletê kir. Niha jî bi hinceta `heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP`î hatiye kirin` doz li hemberî dayîka Kurd Emîne Şanyeşar hatiye vekirin.

Saziyên dewleta şerê taybet bi van buyeran re êrîşî nirxên manewî yên gelê Kurd dike. Dayîkên Kurd bi hincetên ne exlaqî sûcdar dikin û dixwazin wan bavêjin zîndanan. Jinên Kurd ên siyasetmedar, hunermend û hwd. bi hinceta ku alîkariya PKK`ê dikin tavêjin zîndanan. Ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker têne wateya ku aliyê îdeolojîk, siyasî û civakî jinê felc kirine.

Tevgerkirina jin cîhanî bûye û çiqasî jin ciyê xwe di têkoşînê de bigre ew qasî li ser rejîma dewletan dibe xeterî. Niha li Tirkiyê, Afxan, Îran, Sûriye, Filistîn, Îraq, Yemen, Tûnis, Hind û hwd tûndiyeke siyasî, fêzîkî, piskolojîk û aborî ya dijwar li ser jin tê meşandin. Armanc ji van êrîşan ew e ku jin were qir kirin û dawî li têkoşîna wê were kirin. Li beramberî van êrîşên ku rometa jinê û civakan dişkînin wê jin çawa parastina xwe bikin, berpirsyartiyek ji hemû jinan tê xwestin. Dayîka Mekbûle û Emîne Şanyeşar di astekî herî bilind de têdikoşin. Tiştek bandor li têkoşîna wan nake. Dayîka Şanyeşar hevjîn û du kurên xwe wenda kirin û ev bûye 999 roj ku li ber navenda dadê ya Tirkiyê edaletê dixwaze. Her çiqasî tevgerên jin, hunermend û siyasetmedarên jin destek dayîna xwe ya bi dayîka Emîne Şanyeşar re anîbin ziman jî, lê dîse ew bi tenê ma û niha li hemberî wê doz hatine vekirin û dixwazin wê bavêjin zîndanê. Divê hemû jin bibin parçeyek ji têkoşîna dayîka Mekbûle û dayîka Emîne Şanyeşar.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.