Rojnameya Ronahî

‘Astengdariyê nekin astengiyek ji bo avakirina pêşeroja xwe’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêvebera Ofîsa Astengdaran Nercis Yûsif diyar kir ku 2 navendên wan ji bo zarokên astengdar hene, herwiha ew hewil didin ku di demên pêş de van navendan li her deverî vekin û got, armanca me ew e ku girîngiyekê zêde bidin astengdaran û wan derbasî nava civakê bikin.

Di sala 1992’an Netewên Yekbûyî (NY) roja 3’ê Kanûnê weke Roja Astengdariyê ya Cîhanê diyar kir. 3´yê Kanûnê. Piştî diyarkirina vê rojê her sal bi çalakî, festîvala, pêşandana fîlma û mîhrîcanên cûr bi cûr ev roj tê pîrozkirin.

Di derbarê roja cîhanî ya astengdaran Rêvebera Ofîsa Astengdaran Nercis Yûsif ji rojname me re axivî.

Nercis Yûsif diyar kir ku xebata wan çavdêrî û şopandina kesên astengdare û wiha got: “Di ofîsê de em çavdêrî û şopandina kesên astengdar dikin. Ji bo kesên astengdar du navend hatine avakirin, ew jî girêdayî Ofîsa me ne. Navenda kesên astengdar li bajarê Qamişlo û Hesekê hene. Navenda li bajarê Hesekê bi navê Şehîd Rengîne û ya bajarê Qamişlo jî bi navê Şehîd Êrîş e. Di navenda Şehîd Êrîş de astengdarên bi temen 11 heyanî 18 salî ne, hejmara wan jî 39 astengdarin, herwiha di Navenda Şehîd Rengîn de 22 astengdar ji temen 6 heyanî 12 lê bi cih dibin.”

Nercis Yûsif di dewamiya axaftina xwe de kar û xebatên ji bo astengdaran didin meşandin anî ziman û wiha got: “Ji xwe kar û xebatên ku em ji bo astengdaran didin meşandin, girêdayî qonax û astendariya zarokan e. Hin astengdarê Dawins Sîdrom, yan Tewehid (Otsim)in. Ji derveyî vê xebatê jî ji bo kesên astengdar, alîkariyên mirovî ji bo peydakirina pêdiviyên wan jî tên kirin. Amadekariyên me jî ji bo astengdaran hene ku em ji bo astengdaran kertan çêkin, bi riya van kertan kesên astengdar bi fermî karibin kar û xebatê bikin. Ji xwe astengiyên ku li pêşiya kar û xebatên me derdikevin normalin, ji ber di her karî de astengî hene.”

‘Ji mafê her mirovekî hemû cûreyên jiyana xwe jiyan bikin

Rêvebera Ofîsa kesên Astengdar Nercis Mehmûd Yûsif axaftina xwe wiha qedand: “Armancên me ji avakirina navendên kesên astengdar, ew e ku guhdaneke zêde ji wan re bê kirin, herwiha ji di hundirê Desteya Perwerdê jî cih ji astengdaran re bên vekirin ta ku hemû astengdar derbasî dibistana bibin, ji ber ji mafê her mirovekiyê hemû cûreyên jiyan xwe jiyan bikin û astengdarî nebe astengiyek li hemberî avakirina pêşeroja wan. Pirojeyên me yên dama pêş jî girîngiyek zêde bidin kesên astengdar û navendên wan li her deverî zêde bibin, ji bo zarokên astengdar ji hundirê malê derkevin, tevlî civakê bibin.”