Hemza Sêvo/Qamişlo
Rêxistina Nûdem a Geşkirin û Amadekirinê ya ji bo kesên astengdar bi hevkariya Heyva Sor a Kurdî bi boneya Roja Cîhanî ya Astengdaran şahiyek li dar xist. Herwiha berdevka Rêxistina Nûdem Daviyan Mehmûd diyar kir ku Rêxistina Nûdem xebatan di warê perwerdekirin û piştgiriya kesên astengdar de dike.
Îro Rêxistina Nûdem a Geşkirin û Amadekirinê bi tevkariya Heyva Sor a Kurdî, bi durşmeya‘Astengdarî ne astng e’ şahiyek ji bo zarokên astengdar li navenda Heyva Sor a Kurdî li dar xistin.
Herwiha 40 zarokên astengdar ji Rêxistina Stêrk û Navenda Îrêş tevlî vê şahiyê bûn.
Şahî bi muzîk û dîlanê destpêkir û şano jî ji zarokên astengdar re hat pêşkêşkirin. Piştre du zarokên astengdar çend sitranên kurdî gotin.
Herî dawî jî Rêxistina Nûdem û Heyva Sor a Kurdî, şêranî û diyarî ji bona zarokên astengdar belavkirin.
Girêdayî Roja Cîhanî ya Zarokên Astengdar, berdevka Rêxista Nûdem, Daviyan Mehmûd wiha axivî: “ Rêxistina Nûdem xebatên perwerdekirin û piştgiriya kesên astengdar dike. Me weke Rêxistina Nûdem, ji 26’ê Mijdarê ve di bin durşmeya ‘Astengdarî ne astengî ye’ dest bi pêngava xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Me di vê pêngavê de biroşor hatin belavkirin û semînerên curbecur ji bo piştgiriya kesên astengdar hatin dayîn. Vaye em niha pêngava xwe bi dawî dikin û da ku em kêfxweşiyekê bixin dilê van zarokên astengdar de me ev şahî li dar xist. Em vê rojê li tevahiya zarokên astengdar pîroz dikin. ”