Rojnameya Ronahî

Di mêtîngeriyê de rola qesir û xanîyan

Sîpan Şînda

 Mêtîngerî, yek ji bela serê mirovatiyê ya herî mezin e. Ji roja mêtîngeriyê dest pê kirî û heta niha wê çi rihetî nedaye mirovatiyê.

Di rîrokê de mêtîngerî ne tenê neyarê mirovahîyê ye, her weha neyarê xwezayê ye, yê ajala ye, yê dar û bera ye, yê çandê ye, yê civakê ye. Ji bûna ku mêtînger du diravan bi dest xwe ve bînine, ew dikarine bi milyonan mirov, dar, sewalan qir bikine; dar û ber û çiyan bihelînine. Xweza û parastina xwezayê qet ji wan re ne xem e. Ew tenê li pey berjewendî û desthilatdariya xwe ne. Keyf û selteneta wan, ya jin û zarok û malbata wan ji hemû tiştî ji wan re girîngtir e. Hemû xweza yek derbê de bête şewitandin, sewalên dinyayê hemî yek derbê de qir bibin, mirovatî hemû ji birçan biçe helakê ne di xema wan de ye.

Mêtînger, ji bûna desthilatdariya xwe xurt bikine û dewama wê bînine, gelek rêbazan bi kar tînin. Yek ji van nav û nîşanan jê, heta ya herî girîng, qesir û xanîyên ku mêtînger ji xwe re li ser xaka ji alîyê wan ve hatî mêtîngerkirin çêdikine. Di dinyayê de gelek mînakên wan hene. Ew bi wan qesir û qonaxan mezinahiya xwe, hêza xwe, şetefata xwe didine nîşan. Lê ew şetefata wan li ser rijandina xwîna feqîr û jar û gelên bindest e. Bê goman mêtîngeran di dîrokê de li Kurdistanê ji gelek mînakên van qesran çêkirine. Ka em li du mînakan binêrin e.

Yek ji van mînakên ji aliyê mêtîngerên Osmanîyan ve li Kurdistanê hatî çêkirin jê, Qesra Îsaq Paşa ye. Ev qesir, mînaka destihaltdariya wan ya 500 salan li Kurdistanê domkirî ya herî zêde berbiçav û tê zanîn e. Ev qesir tam mînakek baş ya mêtîngerîyê ye. Temelên qesrê di sala 1685ê de tê avêtin. Qesir di cihekî gelekî xweş û raserî deşta Bazîdê hatiye avakirin. Dema tu derdikevî qesrê, tu heta Çiyayê Agirî dibînî. Weke teyrek dane li serê tehtekî bilind û li gelîyekî kûr feke. Şetefata qesrê mirovî di bin bandora xwe de dihêle. Qesir demekî dirêj bûye cihê birêvebirina herêmê. Ango weke baregeha rayedarên Osmanîyan hatiye bikaranîn û çi zilm û zora li gelê Kurd û Ermenî hatî kirin ji wê qesrê hatiyê birêvebirin. Hemû planên ku li ser herêmê, bi taybetî ji li ser gelê Kurd û Ermenî bi riya wê Qesrê hatine pêk anîn.

Mînakeke din ya ku sembola mêtînageriya Osmanîyan ya li Kurdistanê jê Qesra Hemîdîyê ye. Piştî di sala 1892 an de ji aliyê siltanê Osmanîyan Abdulhemîdê II yan ve biryar tête dayîn ku Alayên Hemîdîyê li Kurdistanê bêne avakirin, ev qesir jî ji bûna bibe baregeha wan alayan tête çêkirin. Qesir li başûrê rojavayê kelha Cizîrê de, li tenişta qesra Mîr Bedirxan hatîye çêkirin. Li ber çemê Dîclê, alîyek yê wê Çîyayê Cûdî ye û alîyê din jî Çîyayê Gabar e. Fermandarê Alayên Hemîdîyê (hêzên leşkerî yên herêmî ne) Mistefa Paşa (Mistê Mîrî) ji wê qesrê herêm birêve biriye. Weke tê zanîn, ev Alayên Hemîdîyê, ji bûna fitna di navbera gelên herêmê de gurtir bike têne avakirin. Abdulhemîdî ew alay li ser navê xwe dane avakirin û gelek neqencî bi destê wan dane kirin. Piştî Şerê Cîhanê yê yekemîn, qesir dîsa dibe baregeha qeymeqamîya Cizîrê û herêm ji wê derê tête birêvebirin. Heta niha jî ew weke sembola mêtîngerîyê li ber çavên gelê Kurd e.

Bê goman gelek tişt hene ku mirov di vî warî de bêje. Bi kurt û kurmancî, mêtînger dixwazine ku piştî ew ji wê derê qewitîn çûn jî, nav û nîşanê wan li wê derê bimîne. Riya herî baş jî ji bo wan çêkirina van qesir û xanîyan e.