Rojnameya Ronahî

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê wêje, ziman û çanda kurdî vejand’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Nivîskar û rexnevanê kurd  Xalis Misewer anî ziman ku  şoreşa 19’ê Tîrmehê wêje, nivîs, çand û zimanê kurdî li pêş xist û parast. Di heman demê de diyar kir ku rexne ji bo pêşxistina ziman, wêje û asta nivîsê derman e.

Nivîsîna bi zimanê kurdî, nirxandin û berhemdayîna pirtûkan û asta nivîskarên kurd têkildarê pêşxistina wêje mijarên girîng in û roleke berbiçav di warê pêşxistina asta rewşenbîrî û wêjeyî ya hemû nivîskaran de dilîze. Têkildarî heman mijarê, rexnevan û nivîskarê kurd Xalis Misewer bersiva pirsên rojnameya me da.

Hevpeyîvîn wiha ye:

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelek pirtûkên kurdî hatine çapkirin, vê şoreşê çiqasî derfet da nivîskaran ku bi zimanên xwe binvîsînin?

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo tevahiya nivîskarên kurd yên Rojava  şoreşeke vejandinê bû ku zexmeke mezin da van nivîskaran. Şoreş ji bo me kurdan azadî bi xwe re anî û derfeteke mezin a nivîsîna bi zimanê dayîkê li pêşiya nivîskarên kurd hat çêkirin. Wekî ku em dizanin beriya vê şoreşê rêjîma Be’isê zext û fişareke mezin li me kurdan dikir. Ziman, çand, wêje dîroka  me ji aliyê hukumeta Şamê dihat qedexekirin. Herwiha nivîskarên kurd li Rojava wê demê nedikarîbûn binvîsînin. Hikumeta Şamê siyaseteke wisa dimeşand ku ji me re digot bi kurdî biaxivin lê nenivîsînin. Lewma gelek nivîskarên me jî neçar man ku bi erebî bixwînin û binivîsînin. Ez bi xwe jî yek ji wan nivîskaran bûm ku ji ber vê siyaseta ku li ser tevahiya gelê kurd dihat meşandin, wê demê min bi erebî dinvîsand û dixwend. Lê piştî ku şereş dest pê kir hertişt hat guhertin û bandoreke gelek mezin li nivîskarên kurd kir. Ji ber ku kurd bêpar bûn ji zimanê xwe û şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya kurdan bû êdî derfet ji bo nivîskarên kurd jî vebû da ku ziman, çand û wêjeya  xwe biparêzin û li pêş bixin. Rêveberiya Xweser ji aliyê xwe ve di warê bidestxistin û çapkirina pirtûkên bi kurdî, avakirina saziyên têkildarî zanist, wêje, çand, huner û ziman de gelek derfet da. Herwiha gelek çalakiyên hunerî, wêjeyî û pêşangeh jî hatin li darxistin. Li aliyekî din jî tevlîbûna nivîskar û rewşenbîran bi destpêkirina vê şoreşê re heta astekê baş e û ji wê demê heya niha  nivîs û wêje gelekî li pêş ketiye, nivîskar û rewşenbîrên me pirtir bûne. Ev yek jî bi saya şehîdan û şoreşê ye, da ku em bêtir xwedî li şehîdan û şoreşa xwe, li çand, ziman û wêjeya xwe derkevin pêwîste xebateke ji wisa berfirehtir were kirin.

Di vê dema dawî de gelek berhemên wêjeyî, weke dîwan, roman, çîrok û hwd… li Rojava hatin çapkirin, gelo asta van berheman  gihaştine asta cîhanîbûnê?

Ji bo vê mijarê jî nivîskarên me çi di warê helbestê de, an şanoyê herwiha roman û hwd… de be pênûsa xwe gelekî bi kar anîne û nivîs dane pêşiya her tiştî. Nivîskarên me di dema heyî de xwe gîhandine asteke baş, lê hîna negîhaştine asta cîhan. Em nikarin bibêjin ku em ewqasî xurtin di nivîsê de, da ku em xwe li pêş bixin  xwendin, nivîs û xebata xwe ji wisa bêtir bikin. Xala herî girîng ji serkeftina her berhemekê ew e ku nivîskar berhemên cîhanî bixwîne, herwiha xwe têr û tijî bike ji zanînê û dest bi nivîsê bike. Nimûne jê jî rewşa helbestê û helbestvanên me. Em dizanin her cureyeke wêjeyî xwedî rêge û hunerekê ye, ger her helbestvanekî ku nû tevlî xebata nivîsê bibe û regezên helbestê nizanibe, herwiha helbestên cîhanî nexwendibe wê ti sûdê ji nivîsa xwe negire. Lewma divê helbestvan baş helbestên cîhanî xwendibin û paşê binvîsîne, ji civak û herkesî re bi xwîne. Tiştên ku min anîn ser ziman ji bo roman, çîrok, şano û hemû cureyên din yên wêjeyî re derbasdar e. Bi vî hawî wê wêje, asta nivîsê û rewşenbîrî li cem me ava bibe. Em hîna di destpêka xebata xwe de ne û derfet li pêşiya me vekiriye. Di heman demê de baweriya me bi şiyan û zanîna nivîskarên  me heye ku wê bighêjin asta cîhanîbûnê di berhemên xwe de û ev yek jî demeke kurt dixwaze.

Nivîskarên Rojava xwedî berhmên wêjeyî yên cihêreng in, gelo wêjeya kurdî û rexneya wêjeyî di çi astê de ne û çiqasî nivîskar rexneyan ji bo berhemên xwe qebûl dikin?  

Mijara Rexneyê di wêjeyê de xwedî girîngiyeke mezin e û bi rastî rexne di wêjeyê de barekî giran e, rexnevan û wêjevan radihêjin vî barî. Pêşketina wêjeyê bi asta tekûzbûn û awayê rexneyê ve girêdayî ye. Piraniya wêjevanên me rexneyê ji bo berhemên xwe qebûl nakin, neketine wê asta ku bibin weke wêjevanên cîhanî ku rexneyê qebûl bikin. Lê hertim em di warê qebûlkirina rexneyê de lawaz in, ji ber vê yekê jî wêjeya me jî bi lez li pêş nakeve. Ez rexneyê ji bo pêşketina wêjeyê timî bi bijîşkê diranan dişibihînim, dema diranekî mirov biêşe û hecedarî hilkirinê be, ger wisa bimîne û mirov hertim jê binale lê dema bijîşk wî dranî hilbike wê mirov ji wê êşê xelas bike. Rexne jî ji bo pêşketina wêjeyê weke derman e û  wisa xwedî girngiyeke mezin e . Bi rastî sedema nepêşketina wêjeya kurdî ew e ku em di warê rexneyê de ne xurt in, lewma pêwîste em bêtir di aliyê rexneyê de xwe li pêş bixin. Li Rojava xebat ji bo rexneyê hatine kirin, lê gelekî kêm in. Berhemên rexneyî bi zimanê kurdî kêm in û tev bi zimanên biyanî ne, lewma em wergerê bo zimanê kurdî bi kar tînin, lê em astengiyê di warê têgînan de dibînin. Heta ku rexneya wêjeyî li cem me xurt bibe divê, koreyên zimanî ji bo çareserkirina pirsgirêka têgihan were avakirin. Herwiha semînerên rexneyî bi awayekî berfireh li zanîngeh û peymangehan werin dayîn.

Li Rojav em dibînin ku hejmarek ji nivîskarên kurd bêtirî xwe ber bi nivîsîna bi zimanê din ve diçin,tu vê yekê çawa dinirxîne û gelo nivîs û berhemên wan dikevin kîjan paşxaneya kurdî?

Bê guman di asta sereke de divê nivîskarên kurd bi zimanê dayîkê binivîsînin, biparêze û li pêş bixe. Di destpêkê de bila xizmeta civaka xwe bike û bi zimanê gelê xwe binivîsîne, lê di heman demê de bi zimanê biyanî, weke erebî, inglîzî û hwd… binivîsîne. Ne qedexe ye ku bi zimanekî din bixwîne û binivîsîne, lê di warê nivîsînê de pêwîste li ser çand, dîrok û wêjeya kurdî bi zimanê din binivîsîne. Armanc jê  kurdan ,çand, dîrok û wêjeya me bi cîhanê bide naskirin. Piraniya gelên cîhanê me kurdan nas nakin, lewma pêdivî bi danasîna kurdan bo cîhanê heye. Ger nivîskarên me pirtûkên xwe bi zimanê din binvîsînin û naveroka wan pirtûkan li ser wêje, ziman, dîrok çanda kurdî de be cihê sûdmendiyê ye. Û ger ti têkiliya wan berheman bi kurdan re tune be, wê nekeve xizmeta gelê kurd de. Em di dema niha de pêwîstiya gelê kurd bi pêşxistina ziman, rexne û wêjeya kurdî heye. Di heman demê de pêwîst nake em li ser wêje û zanista gelên din binvîsînin. Mijara pirtûkxaneya kurdî û berhemên nivîskarên kurd yên ku bi zimanê din gelekî tê nî qaşkirin. Li gor min her nivîskarekî ku bi nivîsa xwe sûdê bide gelê kurd, ger erebî jî be tiştekî neşaş e. Lê timî ez dubare dikim nivîsîna bi zimanê dayîkê ji bo nivîskarên kurd û civaka kurdî li Rojava tişta herî girîng e.