Rojnameya Ronahî

 Koçberî, yek ji lingên şerê taybet ya xeternak e

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Koçberî ji destpêka dîroka mirovahiyê ve heta roja îro tê kirin û diyardeyeke xeternak e. Ji bo pêkanîna guhertina demografî koçberî  weke amûrekê serke di destê dewletên desthilatdar de ye û ji bo derbiderkirinê  civakan beşeke şerê taybet e.

Şerê taybet di kûrahiya wateya xwe de û bi danasîneke kurt ew şerê serdemî û yê herî pêşketî ye di cîhanê de. Herwiha ew şerê ku li şûna şerê leşkerî yê  bi gule, tang, firok û leşkeran tê meşandin. Herwiha meşandina şer li ser civakekê an jî komek ji mirovan bêyî ku tu ziyan bighêje laş û canê wan. Aliyê ku vî şerî dide meşandin, bi vî awayî tirsê dixe dilê aliyê din de û bê ku guleyekê bikar bîne dikare serkeftinekê bike encama wî şerî. Bê guman şerê taybet ne şerekî nûjen e, bi taybet di serdema şaristaniyên kevnar de. Gelek rêbazên şerê taybet hene, yek ji wan rêbazan jî teşwîqkirina koçberiyê ye.

Dîroka Koçberiyê

Bêguman dema ku em li ser dîroka koçberiyê bi axivin, di serî de em ê li ser koça yekem a ku li cîhanê pêk hat, biaxivin. Yek car ku miriov ji welatê xwe derketiye û ji warê xwe koçî deverên din bûye, di serdema destpêkê ya vejîna mirovahiyê de bû. Bakurê Efrîqiyayê weke warê mirovahiyê tê naskirin, ji vê deverê mirovê destpêkê hatine afrandin. Li bakurê Efrîqiyayê û derdora wê mirov bi awayê komînal jiyan dikir û bi komî nêçîr û parastina xwe dikir û debarê jiyana xwe bidest dixistin. Li gor lêkolînerên şûnwariyê yên Zanîngeha Kambrîdic a Birîtanî mirovên destpêkê yên bakurê Efrîqiyayê ji ber rewşa avhewayî û kêmbûna avê ji wir ber bi Asiya, Ewripa û hwd… ve koç kirine. Herwih li gor wan di lêkolînên xwe de tekezkirine dîroka vê koçberiyê vedgere berî 300 hezar salan.

Di herkîna dîroka mirovahiyê de êdî gelek cureyên koçberî derketin holê,  ji serdema kevnar hetanî ya navîn û ya nûjen. Ji dawiya Serdema Navîn ve, pêşveçûna dewletên Ewropî û mêtingehkariya wan li seranserê cîhanê, gelek celebên koçberiya navneteweyî lez kir. Li Ewropaya, koçberî ji salên 1650-an vir ve wek stûneke mayînde ya jiyana civakî û aboriya siyasî ye, di pêvajoyên nûjenkirin û pîşesazîbûnê de rolek girîng lîstiye. Amerîkaya hemwextî di bingeha xwe  de niştecihên wê ji welat hatine derxistin. Mêtingehkariya(Istîtan) ku ji aliyê Kirîstûf Kolompos ê Îtalî  li ser Amerîkayê di sala 1492’an de da destpêkirin bi hinceta vedîtina parçeyeke nû ji cîhanê, ji bo xwecihên Amarîkayê qirkirin û guhertina demografî bû. Herwiha xwecihên Amerîkî hatin kuştin û ax û milkên wan hatin hilweşandin û kevneşopiya çêkirina koleyan hate pêşxistin. Sîstema koletiyê ya navneteweyî hate avakirin û guhertineke demografîk a bêserûber li Amerîkayê hat pêkanîn

Koçber:
Ew  in kesên ku bikaribin bijîn, bixebitin, bixwînin, li welatek din, dûrî welatê xwe yê ku rewş ber şert û mercên dijwar ên wekî feqîrî, siyaseta cihêreng, alozî û felaketên xwezayî  mirov ji welatê xwe direvin dibin koçber.

UNHCR, Rêxistina Koçberan a Neteweyên Yekbûyî îsal da xuyakirin ku  ji ber şer, çewisandin, tundî û binpêkirina mafên mirovan, hejmara  koçberên cîhanê heta meha Îlonê ya gihaştiye nêzî 114 melyonan û hejmara koçberên îsal bi 1.6 meliyonan ji ya sala derbasbûyî pirtir e.

Herwiha Roja Cîhanî ya Koçberan rojeke navneteweyî ye ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî li seranserê cîhanê hatiye destnîşankirin û her sal di 20ê Hezîranê de tê pîrozkirin.

Koçberî, mişexitî û derbiderbûna gelê kurd ji dema Lozanê ve

Li ser Peymana Lozanê 100 sal derbas dibin, ev peyman ji bo gelê kurd peymaneke qirker bû û gelek kurd ji mafên  xwe yên rewa weke çand, ax û war, ziman û hwd… bêpar man û tê de  cara duyem bû ku Kurdistan hate parçekirin. Li hemû parçeyên Kurdistanê kiryarên koçkirin yan jî li şûna wê kuştina gelê kurd didan meşandin. Bi melyonan Kurd ji welatên xwe hatin derxistin û  hem jî piraniya wan bênasneme hatin hiştin. Ji destpêka sedsala 20’an û bi şûn de bi sedema siyaseta tundrew, zordarî û kuştinê bi sedhezaran kurd ji Kurdistanê koçkirin û ber bi welatên Ewropî, erebî, efrîkî û hwd… ve hatin mişextekirin.  Encamên Peymana Lozanê li ser Kurdistanê hîn jî berdewam in.

Di 4’ê Gulana 1937’an de dewleta Tirk a faşist li hember kurdên Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê komkujiyek pêk anî.  Artêşa Tirk a hovane bi dehhezaran jin, zarok, kal û pîr bi gazên kîmyewî, bombebaranan û bi gelek awayên cur bi cur ên tundrew li gund, şikeft, çeman hatin qetilkirin. Di encamê de jî herî kêm 70 hezar kurdên dêrsimî hatin qetilkirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî Artêşa Iraqê bi desthilatdariya serokê Iraqê Sedam Huseyn, di sala 1980’î de 500 hezar Kurd ji Slêmaniyê, Helebça, Bexdad, Diyala û deverên din, mişxetî Îran û derveyî Kurdistanê kirin. Kurdên ku ji welatê xwe der bi der bûn, kurdên fîlî bûn (muslmanên şîayê). Ev yek bi hinceta ku kurdên fîlî xizmeta welatê xwe Iraqê nakin biryar ji hikumeta Sedam hat destpêkirin. Di encama vê kiryara derqanûnî de bi hezaran gundên fîliyan hatin valakirin û bi sedhezaran şerpeze bûn û piraniya wan li Îranê bê nasname man.

Li Rojavayê Kurdistanê Piştî ku proja kembera erebî hat destpêkirin di navbera salên 1961-1971’an erd û axa dewlemend ya kurdan ji destê wan derket û dewletê dest danî ser. Ev xaka dewlet dest danîbû ser ji Dêrikê dest pê dikir heta Serêkaniyê. Dirêjiya vê xetê bi sînor ve 275 kîlometre bû û di navbera 10 û 20 kîlometre ber bi hûndir ve fireh dibû. 335 gundên kurdan ên ku diketin ber vê xetê ji wan hat stendin. 150 hezar gundiyên li vê derê dijiyan bê cîh û war man. 40 gundê modern bi elektrîk, rê û bi av ava kirin, gundê kurdan li kêleka wan bê av û bê elektirîk mabûn. Herwiha bi armanca pêkanîna guhertinina demografî di tevahiya bajar û gundên Rojava de, rêjîma Beisê dest bi siyasetek qirêj kir, gava destpêkê 4 hezar malbatên mexmûrî yên Reqa û Helebê li vê kembera sînorê bi cih kirin, Bi vî awayî 300 meliyon donim ji rûbera cotkarên hat standin û rêjîma Beisê ev rûbera mezin da erebên mexmûrî yên ku piraniya wan bi awayekî zorleme ji warê xwe hatin derxistin. Rêjîma Beisê ne tenê mal û milkê kurdan ji wan sitandin, lê belê gelek ji wan bênasneme man û navê piraniya gund, navçe û bajarên kurdî jî hatin guhertin. Kembera Erebî ji ber tirsa dewleta Tirkî û hikumeta Sûriyê pêk hat. Armanc jê avakirina sînorekî mirovî li nik sînorê Sûriyê, Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku bi bî awayî  ti têkilî di navbera kurdê Rojava û Bakurê Kurdistanê pêk newe.

Pêkanîna şerê taybet li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya koçberiyê

Li Rojava û bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên Kurd, Ereb, Siryan û hwd ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve heya niha rastî êrîşan hatine. Çi ji aliyê dagirkeriya Tirk ve be an jî ji hêla DAIŞ,  komên Çete yên Opozisiya Sûriyê yên ku di xezmetiya dagirkeriya Tirk de kar dikin, hikumeta Sûriyê, Cebhet Elnusra û hwd… ve be. Van hêzan da ku tirs û xofekê di dilê gelên Sûriyê de biçînin, dest bi kiryarên xwe yên qirêj kirin. Yek ji van kiriyaran jî koçberî ye ku ev têgeh dibe yek ji lingên şerê taybet. Dewletên desthilatdar weke Tirkî di pêşveçûna şoreşê de dixwest gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bêzar bike û vîna wan bişkîne da ku neçar bibin ji herêmê penaber bibin. Kiryarên koçberiyê di çarçoveya êrîşkirina li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê  de dihat pêkanîn û hîn jî berdewm in. Weke êrîşên di navbera salên 2012’an heta 2017’an li ser yên ku li ser herêmê pêk hatin weke êrîşên DAIŞ’ê  yê li ser Kobanê yê ku di 2014’an  de pêk hat. Di encama vî êrîşê  de jî nêzî 200 hezar kes koçber bûn. Li Efrînê jî di sala 2018’an de ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 300  hezar welatiyên Efrînê neçar hiştin ku ji Efrînê derkevin û li herêma Şehbayê xwe di nava kampan de bi cih bikin. Piştî dagirkirina Efrînê û valakirina wê ji gelê wê yê resen, dagirkeriyê nêzî 400 hezar ji Erebên Xûtaya Şamê, parêzgeha Idlibê û navçeyên cuda ên Sûriyê li Efrînê di malên Kurdan de  bicih kirin û demografiya Efrînê dan guherandin. Di êrîşên dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ku di Cotmeha 2019’an de yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî hatin destpêkirin  zêdeyî 375 hezar kesên sivîl hatine koçber kirin. Dewleta Tirk guhertina demografik bingeh girt di van êrîşan de. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hatine tesbît kirin. Beriya dagirkeriyê, Kurd, Ereb, Ermenî, Sûryan, Çeçen, Misilman, Xiristiyan û Êzîdî,tirkmen û hwd di van bajaran de bi hevre jiyan dikirin. Piştî dagirkeriyê jî ev netew bi giştî hatin koçberkirin. Di hemû êrîşên ku li ser Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê de yên ku ji sala 2011’an ve heta roja îro hatin pêk anîn, gel  berxwedaniyeke mezin li hember hemû êrîşkaran sekna xwe diyar kir.

Dagirkeriya Tirk ji sala 2019’an û bi şûn de êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bênavber heta roja îro didomîne. Dixwaze bi şerê leşkerî û taybet şoreşa 19’ê Tîrmehê û Pirojeya Netewa Demokratîk hileweşîne. Herwiha vîna  gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bişkîne. Lewma di 4’ê Cotmehê de dagirkeriya Tirk êrîşeke din a dijwar bi armanca koçkirina gelên wê da destpêkirin. Herwiha di vê êrîşê de binesaziya bakur û rojihilatê Sûriyê hat hedefgirtin, weke stasiyonên elektrîk û avê, nexweşxane, depoyên genim û hwd. Wekû tê zanîn jî ev binesazî jêdereke bingehîn in ji bo gel. Lê hêz û vîna gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji van êrîşan xurtir derket û ev yek bi riya şerê gelên şûreşgerî hat nîşandan.