Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şandeya Rêveberiya Xweser bi berdevkê FDP’ê re civiya

03/12/2023
in ROJEV
A A
Şandeya Rêveberiya Xweser bi berdevkê FDP’ê re civiya
Share on FacebookShare on Twitter

Şandeya Rêveberiya Xweser bi berdevkê Partiya Demokrat a Azad (FDP) Ulrich Lechte re li avahiya parlamentoya Almanyayê civiya.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi parlamenter û berdevkê Partiya Demokrat a Azad (FDP) Ulrich Lechte re li avahiya parlamentoya ‎Almanyayê civiya.‎

Şande ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî ya Sûriyeyî Nezîre Gewriye, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Almanyayê Xalid Derwêş pêk tê.

Di civînê de şandeya Rêveberiya Xweser behsa pêşdeçûnên dawîn ên li herêmê kir û got: “Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di encamê de ji bilî tevliheviya ewlehî û îstîqrarê, zirarên madî û canî yên mezin çêdibin.”

Şandeyê bal kişand ser êrişên li ser herêmê yên di Cotmehê de û wiha domand: “Di wan êrişên plankirî de binesazî û cihên stratejîk û xizmetguzarî hatin hedefgirtin, mîna stasyonên gazê, petrol, kehrebe û avê. Bi wê re bi milyonan welatî ji van xizmetguzariyan mehrûm bûn.”

Şandeyê wiha li gotina xwe zêde kir: “Ev êriş binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî û mirovî ye. Ji ber ku gefan li jiyana bi milyonan welatiyan dixwin. Di encamê de rewşên mirovî aloztir dike û welatiyan ber bi pêlên koçberiya nû ve dibe.”

Şandeyê bang li hikumeta almanî û hêzên navneteweyî kir ku ji bo sererastkirina avahiyên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine wêrankirin, alîkarî û piştgiriyê bidin. Her wiha şandeyê bang kir ku piştgiriyê bidin xwesteka Rêveberiya Xweser a şandina komîteya navneteweyî ya lêpirsîna rastiyan ku zirarên madî û canî yên ji ber êrişên dewleta Tirk çêbûne, bişopîne û got ew êriş li gorî qanûnên navneteweyî sûcên şer in.

Her wiha şandeyê anî ziman ku ya yekemîn sûdê ji van êriş û gefên dewleta Tirk ên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werdigirin, rêxistina terorîst a DAIŞ′ê ye û wiha pê de çû: “Ruxmî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di aliyê leşkerî de rêxistina terorîst a DAIŞ′ê têk bir, lê hîna rêxistin li hin herêman bi rêya şaneyên xwe yên veşartî çalak e, ji wê zêdetir li ser belavkirina fikir û îdeolojiya xwe ya tundraw di nava alîgirên xwe de dixebitin. Di heman demê de rêxistin hewl dide sûdê ji valahiyên ewlehî ku êrişên li ser herêmê çêdikin, wergire, bi taybet êrişên dewleta Tirk.”

Şandeyê destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî bi erkên xwe li hember Rêveberiya Xweser rabin û bi awayekî lez der barê çareserkirian dosyaya girtî û malbatên DAIŞ′ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tev bigerin. Ji ber ku mayîna bi hezaran girtiyên DAIŞ′ê li girtîgehên li herêmên Rêveberiya Xweser nîşaneya xeteriyên mezin in, ji ber rêxistina DAIŞ′ê ger derfet guncaw dît îhtîmal e careke din vegere.

Der barê krîza Sûriyeyê de şandeyê got pêdivî bi dewamkirina hewldanên navneteweyî yên ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê heye û bûyerên navneteweyî yên li herêmên cuda yên cîhanê rû didin, nebin sedema paşdeçûna girîngiya navneteweyî ya têkildarî Sûriyeyê. Ji ber ku çareseriya siyasî ji vê krîzê re dikevin berjewendiya cîhanê tevahî, ne tenê dikeve berjewendiyên Sûriyeyiyan.

‘Pêdivî bi hewldanên lezgîn ên çareseriya siyasî li sûriyê heye’

Li aliyekî din jî parlamenter û berdevkê FDP’ê Ulrich Lechte got pêşdeçûnên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û bawer in ku pêdivî bi hewldanên lezgîn ên çareseriya siyasî li Sûriyeyê heye û divê ev yek jî li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar bin, da ku berjewendiyên hemû beşên Sûriyeyê bên misogerkirin.

Ulrich Lechte bal kişand ser pêwîstiya parastina ewlehî û îstîqrara li herêmên Rêveberiya Xweser û got ew amade ne tevahî şêweyên piştgirî û alîkariyên guncaw ji bo başkirina rewşên mirovî û aborî yên wan herêman bidin.

Lechte diyar kir ku ew û Rêveberiya Xweser di mijara şerê li dijî terorê de şirîk in û girîngiyeke mezin didin dewamkirina vê hevkariyê û xurtkirina wê, heta rêxistina DAIŞ′ê û tevahî rêxistinên mîna wê tên tunekirin.

Ulrich Lechte di dawiyê de got berpirsiyariya vê dosyayê ne tenê li ser milê Rêveberiya Xweser e, lê bel hêzên navneteweyî jî di vê yekê de berpirsyar in û li gorî wê divê ew hêz hevkariyên xwe bi Rêveberiya Xweser re bidomînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.