Rojnameya Ronahî

‘Li Efrînê mirov, çand û xweza jî tên qirkirin’

Reşo Mihemed/Qamişlo

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Mihemed Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li Efrîn qirkrineke mirovî, çandî, xwezayî û olî didin meşandin û sûcên dijmirovî pêk tînin. Herwiha destnîşankir ku ew derbarê sûcên dagirkeriyê de raporeke giştî amade dikin û wê radestî aliyên têkildar bê kirin.

Di 18’ê Adara 2018’an de bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çetyên wê ve li ber çavên cîhanê û bi bêdengiyeke navneteweyî hat dagirkirin. Dagirkirina Efrînê wisa bû ku  rojên wê  bûn şevên tarî, koçberî, kuştinê û hwd…çû. Bi dirêjahiya zêdetirî 5 salan gelê vê herêmê, rastî hemû cureyên binpêkirinan hat.

Herwiha li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ji destpêka sala 2023’an ve û heta meha Îlonê encama binpêkirinên ku  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çetên wê ve ku li Efrînê tê kirin wiha bû:

-Li Efrînê 14 kes hatin kuştin, ji wan kesan 3’ê jin bûn ku 2 jinan wan bi xwe dawî li jiyana xwe anîn.

-Di heman demê de jî  267 kes hatin revandin, ji wan 30 jin û zarok  bûn,  21  penaberên ku vegeriyabûn Efrînê û destdirêjî li keçeke biçûk hat kirin.

-Hewriha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ne tenê şer li ser mirov dan meşandin, lê belê şere bi awayekî hovîtî li ser xwezaya Efrînê jî tê meşandin. Di encama van kiryarên dijxwezayî de jî 16 hezar dar hatin birîn û zêdeyî hezar dar jî ji kok hatin rakirin. Di heman demê de zêdyî 70 hektar ji zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.

-Dagirkerên Efrînê  rêbazên herî xirab li ser Efrînê dan meşandin û yek ji van rêbazan jî guhertina demgrafî bû. Herwiha 2 rêxistinên Amerîkî li Efrînê di avakirina kampên mêtingeriyê bi dagirkeriya Tirk re beşdar bûn; weke Rêxistina Yed Elewin a ji bo alîkarî û pêşxistinê û saziya Xêrxwazyê ​​ya Sawasiya. Ji bilî vê jî dewleta Tirk a dagirker 8 kampên mêtengeriyê û mizgeftek ji bo van penaberên ku li Efrînê bicih kirine ava kir.

Herwiha  avakirina zêdetirî 100 malên mitîngeriyê ji bo niştecihên nû li navçeya Şêrawa ji aliyê Desteya Alîkarî û Pêşxistinê ya Navdewletî (Insir) ve hatiye kirin.

Girêdarî kiryarên dijmirovî  ku li Efrînê tên kirin, bverdevkê Rêxistian Mafên Mirovan a Efrînê, Mihemed Ebdo ji rojnameya me re axivî.

Li Efrînê qirkirina mirov, pişaftina dîrokî û çandî

Mihemed Ebdo têkildarî şerê li dijî ol û baweriyê, herwiha qirkirina mirov û çandê ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ya ku li ser gelê Efrînê dimeşîne wiha got: “Ji destpêka ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk  a dagirker û komên çete ve hatiye dagirkirin, gelê Efrînê bi awayekî rojane rastî hemû şêweyên binpêkirinên dijmirovî tên. Ev kiryar ti caran qut nebûne, çi kiryarên kuştin an revandina mirovan, birandina hezarên daran, guhertina demografî û hwd… be. Em dikarin bibêjin ku Efrîn bûye wargehek ji bo kuştin, qirkirin û diziya mal û milkên Efrîniyan. Li gor hin çalakvanên ku vê dawiyê serjimarî li Efrînê çêkirin, derket holê ku rêjeya kurdên Efrînê bûye ji sedî 23’ê maye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî Efrîn were dagirkirin ji 100’î  nêzî 97’an  kurd bûn. Ji vê pirtir kiryarên ku li Efrînê tên kirin, sûcên dijmirovî ne û hemû rêgez û zagonên Rêxistina Mafên Mirovan, Dadgeha Lahayî û Netewên Yekbûyî binpê dikin. Cara yekem ku dagirkeriya Tirk bi firokên xwe êrîşî Efrînê kir Girê Yêndarê yê dîrokî kir hedef. Di warê çandî de jî siyaseteke qirêj li Efrînê tê meşandin. Em dizanin ku berî Efrîn were dagirkirin dibistan, zanîngeh û peymangehên Efrînê zimanê  perwerdeyê bi kurdî bû, lê îro tenê waneyek bi zimanê kurdî tê dayîn. Ev tê wateya ku dagirkeriya Tirk dixwaze ziman û çanda kurdî hin bi hin asîmîlasiyon bike.”

 Gurhertina demografî û şerê li dijî xweza û baweriyan

Ebdo di derbarê guhertina demografî û şerê li dijî ol û xwezayê de wiha anî ser ziman: “Da ku li Efrînê guhertineke bingehîn pêk were, dagirkeriya Tirk hertim dixwaze guhertina demografî pêk bîne. Çêkirina kampên mitîngeriyê jî berdewam e, ev dagirkerî heta niha zêdeyî 30 wargeh li Efrînê çêkirine. Li Cindirêsê, Şera û hwd… ev kamp ji bo penaberên Humis, Heleb, Şam û hwd… di van wargehan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên bicihkirin. Di heman demê de wan filestîniyên ku ji demeke kevn ve li Şamê û deverên din yên Sûriyê bi cih dibûn, ev dagirkeriyê filestînî li Efrînê bi cih dike. Di dema dawî de me dît ku dibistaneke ola mislmantiyê li navçeya Raco bi piştgirtiya komeleyeke Bakistanî hat vekirin. Herwiha vê dagirkeriyê bi awayekî yekser kurdên êzîdî û cihên pîroz hedef girtin. ”

Astengiyên li pêşiya demsala çinîna zeytûnan

Mihemed têkildarî astengiyên ku ji hêla dagirkeriya dewleta Tirk ve derdikevin pêşiya gelê Efrînê  de wiha got: “Dema ku dibe demsala zeytûnan, gelê Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve rastî gelek zor û zehmetiyan tên. Dewleta Tirk a dagirker û çetên wê  dest diavêje keda gelê Efrînê û  berhemên wan didizin. Li hemû navçeyên Efrînê zeytûn ji aliyê komên çete ve bi rêbazên curbecur tên dizîn. Di heman demê de jî baceeyek li darên zeytûnan dikeve, nerxê  wê jî nêzî 8 dolar in. Herwiha gel ji aliyê komên çete ve tê neçarkirin ku baceyan bidin û hem jî berhemên zeytûnan li guviştgehên van koman biguvêşin. Komên çete yên Sultan Murad, bi riya nivîsgeha xwe ya aborî li deverên dagirkirî, weke Dêrsewanê biryar da ku pêwîste hemû welatî yên xwedî erd, belgeyên xwe yên van erdan bibin ji çeteyan re. Li gor rêjeya erdê wan jî ji sedî 10 ji berhemên van dar û zeviyan dibe ayîdî van çeteyan. Komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk li hemû deverên din vê yekê dimeşînin. ”

Xebata Rêxistina Mafên Mirovan   

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Mihemed Ebdo di derbarê kar û xebatên xwe yên rêxistinî de wiha axivî: “Kiryarên ku li Efrînê tên kirin, bi giştî dewleta Tirk a dagirker sûcdara yekem e û komên çete jî destekên wê yên ji bo pêkanîna komkujî û qirkirina li ser gelê Efrînê ye. Em weke Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê rewşa herêma Efrînê dişopînin, rapor û belgeyan di warê van binpêkirinên ku li ser gelê Efrînê de tên kirin, amade dikin. Ev dosiya û raporên ku em amade dikin jî, ji aliyên navneteweyî yên têkildar re tên şandin. Weke raporên ku Desteya Şopandina Rastiyan a Sûriyê belav kiribûn û di van raporan de hatiye gotin ku kiriyarên li ser gelê Efrînê tên meşandin sûcên dijmirovî ne û dewleta Tirk a dagirker berpirsiyar dibînin. Herwiha Wezareta Gencîneya Amrîkî jî raporek di derbarê heman mijarê de belav kir û tê de Koma Elhemzat weke komên terorê hatin destnîşankirin. Raporên wisa têr nake, da ku sînor ji kiryarên dagirkeriya Tirkiyê re were danîn, pêwîste ji wisa bêtir zexteke xurt li dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê were kirin. Xebatên me di vî warî de berdewam in, heta ku Efrîn ji bin dagirkeriya Tirk derkeve û gelên Efrînê vegerin xaka xwe.”