Rojnameya Ronahî

Dewlet çi ye; çima hatiye avakirin?

Volqan Elî

Dewlet çi tişt e, peyveke çawa ye, maneya wê çi ye? Bi çi rengî hatiye dest girtin? Tiştekî şênber yan jî razber e, gelek niqaş li ser hatine meşandin, nêrîn hatine dayîn. Di vê mijarê de Rêber APO gelek nirxandinên girîng dike û heqîqeta wê derdixîne holê:

“Di dîrokê de û di roja me ya îro de têgîna dewletê têgîna herî  zêde hatiye bikaranîn e. Lê dîsa têgîna herî kêm tê naskirin û binavkirin e. Têgînek e ku di nava tariyên kûr de hatiye hiştin. Der barê dewletê de cehalet û nezanîneke mezin heye. Bi qasî ku mirov dîrokê û roja me ya îro ji hev derxîne, dîsa ji bo rewşa civaka bi krîz li dawiyê bihêle, divê têgîna dewletê rast bi nav û şîrove bike. Ya herî xeternak jî ew e ku yên xwe dewlet dizanin amûra lê siwar bûne nizanin çi cure ye û yên li derve wê jî mane yan jî yên li pey wê diçin dewletê şaş bi nav dikin, nexasim mînaka vê ya berbiçav sosyalîzma pêkhatî ye ku di vî warî de felaketeke mezin e. Wexta rewş ev be, diyaloga di vî warî de dişibe ya ker û koran. Yan jî dişibe aloziya piştî ku Birca Babîlê ya bi ser komên bi heftê û du zimanên cuda  dipeyivîn de ketî. Para bêhtir, mirov dewletê weke qadekê difikirin ku lê pirsgirêk têne çareserkirin. Bûyîna di nava dewletê de bi rizgarbûna ji tevahiya pirsgirêkan re yek tişt tê dîtin…”

Berî ku belgeyên Sûmeran bên kişifkirin û Kramer wana tasnif bike dewlet û dîroka avabuyîna wê baş nedihat zanîn. Lêkolînên Morgan a li ser gelên Emerîka yên Çêrmesorik û nirxandinên Engels ya di vê derbarê de şîroveya avabûyîna dewletê dikir. Li gor şîroveya Engels dewlet li Ewrupayê, bi taybetî jî li Yewnanîstanê ava bûyîbû. Dîroka wê jî gelekî nêzîk ve dida diyarkirin, hatin keşifkirin û şîrovekirin, wê demê rastî û dîroka dewletê, li ku û bi çi rengî ava bûye jî hat naskirin.

Bê guman, ew gavên ku ji bo avakirina dewletê hatine avêtin ne bê bingeh in. Eger ku berhemeke zêde nebe, kesên ku karibin van karan bimeşîn jî nayên dîtin ango divê berhemekî zêde hebe ku, hin kes ji derveyî hilberînê bimîn in û karibin xebatê îdarî, karê parastinê û hwd. bimeşînin. Yên qurnaz û diz, yên zane, zîrek û xwedî tecrube û yên xwedî hêz ji nav civakê cuda dibin, li ser navê civakê biryaran digrin wan îdare dikin. Ew cudabûyîn her ku diçe berfireh dibe û hîn bi zanebûn tên meşandin. Gotina me ew e ku, berhemên zêde bingehê dewletê ye. Di derbarê avabûyîna dewletê de Rêber APO wisa dinirxîn e:

“Di çarçoveya maneyeke teng de mirov dewletê weke yekdestdariyeke (înhîsar) ekonomîk a li ser berhemê zêde û nirxê zêde avabûyî bi nav bike zêdetir raveker e. Dewlet ji bo berhem û nirxê zêde ji civakê vedize, ji amûrên bîrdozî bigire heta amûrên zorê, xwe li ser civakê mîna saziyeke avahiyeke jor rêxistin dike û dike yekdestdar. Eger em di çarçoveya vê binavkirina teng de li dewletê binêrin, li gorî analîzên dawî, polîtîkazanî û siyaseta dewletê kordînasyoneke hunerê rêveberiyê ye ku pê berhem û nirxê zêde bi dest xwe ve tîne. Eger em bi formulasyoneke hişkeber îfade bikin, em ê welê bibêjin; DEWLET = BERHEM Û NIRXÊ ZÊDE + AMÛRÊN ÎDEOLOJÎK + AMÛRÊN ZORÊ + HUNERA RÊVEBERIYÊ. Em dema dewletê di nava tevahiya pêşketina wê ya dîrokê de bigirin dest, em ê bibînin ku ev hêman hemû li ser kar in. Ji bilî van hêmanan an jî faktoran ne weke yekparetiyê, ne jî yek bi yek amûrbûnê mîna dewletê binavkirin, dikare derfetê bide ji bo guloka têkiliyan a bi navê dewletê ji hev derxîne.”

Dewleta ku em îro dijîn, her çiqas di rêbazê rêvebirinê de hin cudahiyên wê ji yên berî xwe hebin jî, di esasê xwe de qerekter û sedema avabuyîna wan yek e. Dema rahîbê Sûmeran di zîguratan de bingeha dewletê ava dikirin, belkî ne di ferqê de bûn ku dewlet wê wekî roja îro xwe li ser hemû civakê belave bike, her tiştî û pêşketinê bixe bin hakîmiyeta xwe û xwe wekî Xweda li ser civakê ferz bike. Bê guman her çendî derketina ser rûyê erdê ya dewletê wekî li beramberî karesatan bi rêxistinkirina gel bê şîrovekirin û di astekê de heqîqeteke wê hebe jî, fikra guherandina hiyerarşiyê ber bi desthilatdariyê ve ye jî. Yanî fikirîna civakê bi şiklê tebeqayên jor û jêr parçe bikin û xwe jî li ser serê wan bikin hikimdar û desthilatdar. Mirov nikarê bêje ku niyetên rahîban sedî sed pak û dûrîst bû. Lê wekî dewleta îro ku xwe li ser şaneya herî biçûk belavkirî jî nefikirîne.

Lê belê, dewlet dema carekê ava bû û pê de, êdî li ser wê hakîmiyet çêkirin pir hêsan nabe. Wekî kevçiyek zêt (rûn) a ku li ser biroşek av bê rijandin e. Çawa ku ew kevçiyek zêta ku li ser biroşek av hatî rijandin li cîhekî nikare bê komkirin û her fireh dibe, dewlet jî bi vî rengî gav diaveje, her belave dibe. Ne dewlet û ne jî desthilatdarî, ji firehbûyînê têr nabin. Ger ku hebe kêmekî niyeta pak a rahîban, ew jî bi demê re, di destê desthilatdaran de berheva bûye. Dewlet û desthilatdarî di nav hev de wenda bûye. Jixwe her du jî, ne ji hev cudatir in.